2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Salvegera Komara Kurdistanê a Mahabadê - 2
2017-02-01 19:24
Latif Epözdemir
HOSÎNAMEYA (WESYETA) QAZÎ MIHEMED Jİ BO GELÊ kURD

“Bi navê Xwedêyê mêrîvan û dilovan.( Bismillahurehmanurehîm)

Gelê minê Kurd û birayên minên hêja, birayên minên xêrxwaz, gelê min ê zorlêkirî,

Vaye ez di gavên herî dawînên jiyana xwe de me. Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim rawestin. Xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqase ku dixwaze tenê karê xwe bi we pêk bîne û qet bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de, qet li we nabihûre.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sembola serketina her gel û netewek, hevgirtin û yekbûn e.

Her gelê ku yekîtû û tebayiya wî nebe; ewê her tim li bin destê dujmin be. Tu tiştê gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê cîhanê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê bi yekîtiya nav xwe, welatê xwe rizgar kirine , bila hun jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê; êdî bindest nemînin.(…)

Gelî bira, êdî bi dujmina nexapin. Dujminên Kurdan ji kîjan reng û nîjatek û netewekê bin, her dujminin. Bê rehm û bê dilovanî ne, bê wijdanin , wê we bi hevdu bidin kuştin, wê, we temah bikin û bi direw û xapandinê; wê we berengarîya hev bikin.

Ji nav dûjminên miletê Kurd yên here dijwar Ecem in.iEcem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir in. Destê xwe ji tu tawanên li dijî gelê Kurd nakêşin. Di dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wan a kevnar her hebûye û her niha jî heye.

Binêrin, tev zilamên we yên mezin, Simayîl Axayê Şikak, Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengûr û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandinê berteref kirin.Tevegerên wan serkût kirin û xelq ji pişt wan vekirin û bi nemerdî ew kuştin. Wan teva, bi sonda Quranê xapandin ku xudêgiravî niyaza Eceman ya xêrê bi wan re heye û lewraye ku wê qenciyê bi wan re kirbûyana. Lêbelê ev qewil û bex her xweş xeberek bun.Lewra ne qabil bu kû mirov bi sond û sozên Eceman bawer bike. Ew mezinên Kurdan mixabin ku biwan eger û fenên Eceman hatine xapandin, ji ber vê berteref bune. Lê, hetanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye ku bi tenê carekê jî be, Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên ku dabine Kurdan pêk bînin.

Ewan her tim bi derew û xapandinê ser li me egerandine. Vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim.: Pişta hev bigirin û tu carî pişta hev ber nedin. Piştrast û dilsoz bin.Eeger Ecem hingiv bide we, bizanin ku jehir xistiy.Bi sond û sozên direwînyên Eceman nexapin.Eeger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixin û soz bidin we, bi tenê armanca wan xapandina we ye, ji bona kû hîleyekê li we bikin.

Vaye ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim. Ji bo xatirê Xwedayê mezin şîreta min li we be, bizanin tû ji destê min hat, bi ser û can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast; min ji we reradest nekir,ez xemsar nebum.

Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim.: Êdî bi Eceman nexapin û ji sonda wan a bi Quranê û qewil û bext û ehd û peymanên wan bawer nekin. Sedem ku ew ne Xwedê nas dikin, û ne jî, Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban tê bîra wan.

Li ba wan, bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin.

Soza min ne ew bû kû ez herim û we di destê van dujminên dilreş de bihêlim. Min pir caran jî raborî û zilamên meyên mezin dihizirand, ên ku Eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û kuştine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kuştin e.

Ew tev li bîra min bûn û tu carî jî , min ji Eceman bawer nekiriye, lêbelê beriya ku veegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta Ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, eger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta Ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.

Piştrast bin û bizanin eger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe ku bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, hetanî hin digîjin hêvî û armancê xwe; dibe ku hun pir kesên din, yên mîna me, di vê rê de gorî bikin.

Gûncan û pêkane (mumkune) ku piştû me jî,pir kesên din jî, her wiha ,bi xapandin û durûtiyê, wê ji holê werin rakirin.

Ez bawerim ew kesên ku wê piştû me jî,bi Eceman bixapin û bikevin dafika wan, belkû j ime zanatir û hêjatir jî bin. lêbelê ez hêvîdarim kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re, bibe pend û îbret.

Wesiyeteke minê din ji we re ew e ku, daxwaz bikin her çi tiştê ku we ji bona serfiraziya gelê xwe kir, bila gel piştevan û alîkarê we be.

Ez bi dil û can bawerim ku, Xwedayê mezin wê,alîkarîya we bike ji bo ku hûn serbixwe bibin.

Niha heye ku hun bêjin; lê çima Qazî serketû nebûç?

Ez bi Xwedê kim, ez serketû me. Tu nîmetek, tu serketinek ji wê yekê mezintir nîne ku vaye ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim. Bawer bikin, min pir ji dil dixwest ku eeger ez mirim di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de,enîya min spî rûyê min geş be, ji min re ev serketina herî mezine.

Xweştiviyên min, Kurdistan, mala her Kurdekî ye.

Her wek di malêk de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê tu kesî tu ne ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, eger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bi êşe ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene. Eger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene.

Piştrast be, birayê teyê Kurd, her tim ji dujminê teyê dilbikîn baştire.

Eger berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi hev re temahkar bin.Yên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne anîna fermanan, lêbelê tam dujminatiya me dikir, ji ber me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şirîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me, û vaye ez van demên dawî yên jiyana xwe ,bi vê wesyetnamê derbas dikim.

Ca eger berpirsyariyên mezin di sitûyê min tunebûna, ez jî, wê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de, di xewa şirîn de bûma, ku ez niha ji bo piştû çûyîna xwe li we şîreta dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitûyê min de ne.

Piştrast im eger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitûyê xwe, niha ewê li şûna min, di bin darê sêdarê de bûya.

Ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariyên di sitûyê xwe de, mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya başîyê de, min van şîreta li we kir, ku hêvîdarim ji niha pê ve,hûn jê sûd wergirin, pendan wergirin.

Lazime ku hûn baş guhdariya şîretên min bikin, ku bi hêviya Xwedayê mezin, hûnê biser bikevin. Baweriya we bi Xwedê û tiştê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.

Yekîtû û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah mebin, bi taybetû jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.

Ji dujminan bawer nekin, bi taybet jî dujminên Ecem, ji ber bi çend awa û riyan Ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku ew her tim li Kurdan bi hincet û behane ne, bi kêmtirîn tawanê we, we dikujin û ji tu tawanan di derheq Kurdan de,dûr nasekinin.

Ji bo çend rojên vê jiyana bê qîmeta li vê dinê, xwe nefiroşin dujminan, ji ber ku dujmin, dujmin e û ne ew kese ku mirov pê bawer bike.

Îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji berk û îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçdar e, îxanet, roj tê ku li îxanetkar vediegere.

Eger yekî jiwe dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexwşxane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo ku pêk werin.

Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ranewestin ji bo, mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.

Ez nebawer im, eger ne heqê Xwedê be, tu heqên din li ser min tunenin. Lêbelê eger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştikî wî li cem min e, min malekî pir hiştiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Hetanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev nekin, ji ber Xwedê pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Hêvîxwaz im kuhûnê van gotinan têxin guhê xwe. Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe.

Wekî ku Sedî Kerem kiriye:”“Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm/Hewalet ba Xuda kerdîm û reftûm”

(Helwesta me şîret bûn û me kir/ em çûn û me we hewalê Xwedê kir.)

Jêrenot û çend têbinî:

Min ev wesyetname ji pirtûka Nigahî bi Tarîxî Mehabad. Ya Seyid Mihemed Semedî, ku bi farisî ye, ji bo kurdî hatiye weregerandiye.

Tarîxa nivîsîna wesyetnameyê li gor salnameya farisî ye ku dikeve 31 meha adara sala 1947’an.

Tesbît: Navê cihekî ye û enbarên dexl li wir bûn.

Serwan Şerîf: Parêzerê Pêşewa bû ji hêla hikûmeta şah ve bûbû wekîlê Qazî Mihemmed.

Mîrza Rehmet: Mîrza Rehmet Şafiî ye ku rusan dixwest wî bikujin.

Axelyan: Navê gundekî ye li derdora Mehabadê.

Tehlîl: Dema xêra miriyan belav dikin, bi zikrê xwedê re (gotina la ilahe illellah).

Têbînî: Cihên ku xal têde rêzin, di orîjînalê de nehatiye xwendin.Kopiya wesiyetnameyê ya bi bi nivîsê re jî ji eynî pirtûkê ye.




Print