2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
SERDANÊN HEYETA HAK-PAR’Ê YÊN Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ
2017-07-12 15:56
Latif Epözdemir
Heyeta HAK-PARê roja 02. 03. 2017 geyişte Hewlêrê û dest bi hevdînankir.

Heyeta Hak-Par’ê, roja yekşemê (02-07-2017) li Hewlêr ê dest bi hevdîtinên xwe kir. Heyet ê ewil serdana nûsîngeha peywendiyên derveyî ya Partiya Demokrata Kurdistan ê kir. Di hevdîtinên de li ser navê PDK ê birêz Nîzar Botanî amade bû. Mebesta serdana Heyeta HAK-PAR ê ya ji bo Başûrê Kurdistan ewbu ku derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de, li gel rayedar û derdorên sîyasî hevdîtinan pêk bîne. Heyeta HAK-PAR’ê di hemu hevdîtinên xwe de, da zanîn ku ewê bê şert û merc, piştevanîya referandûmê bike.

Serokê giştî yê HAK-PAR ê birêz Refîk Karakoç û heyeta ku ji rêvebirên navendî yên HAK-PAR ê pêk tên bi alîkarê wezîrê rewşenbîr û lawan birêz Salar Osman re hevdîtinek pêkanî. Di hevdîtinê de birêz Refîk Karakoç diyarkir ku mebesta hatina wan ya ji bo Kurdistanê ewe ku Kurdistan di demek hesas û dîrokî de derbas dibe û Kurdan fersendên mezin bi destxistiye ev fersendene li sed salî carê tê bidestxistin. bi vê mebestê biryara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê girînge û dîrokiye. Em wekî HAK-PAR bê şert û merc piştevanên biryara referandûmê ye.

Di hevdîtinê de birêz Salar Osman jî ji bo serdana HAK-PAR ê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Serdana HAK-PAR ê ji bo me gelek girînge. di vê pêvajoya hesas de piştgiriya hemû beşên Kurdistanê ji bo me hêjaye. Herweha birêz Salar Osman destnîşan kir ku ew xebatên HAK-PAR ê ji nêzve dişopînin û xebatên wan bi bilind dinirxînin.
hevdîtin bi şêweyekî birayane bi dawî bû.

Serokê giştî yê HAK-PAR ê Refîk Karakoç û heyeta pêre bi berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê birêz Sefîn Dizeyî re jî, hevdîtinek pêkanî û hevdîtin bi pêşwaziyek germ destpêkir. di hevdîtinê de birêz Sefîn Dîzeyî grîngiya piştgiriya bakûrê Kurdistanê û ya beşên din ê Kurdistanê ji bo referandûmê destnîşan kir û ji bo piştgiriya HAK-PAR ê ya ji referandûmê spasiya xwe anî ziman û got: Em HAK-PAR ê ji nêzve dişopînin û sekn û piştgiriya HAK-PAR ê ya ji bo referandûma serxwebûna başûrê Kurdistan ê me serbilind dike. Herweha rexne li helwesta hinek partiyên Kurd jî kir û ewha pêde çû :hinek alî ji xwere dibejin partiya Kurd lê di bin bandora çepên tirkande li ser navê kurdan siyaset dikin û dibê gelê Kurd helwesta van derdoran jêbipirsin. ji bo ew dewletên ku dibêjin dema serxwebûna kurdistanê nehatiye jî wiha got: dem hatiye û derbas jî bûye. dubare spasiya xwe ji bo sekna HAK-PAR ê ya ji bo piştgiriya referandûmê anî ziman.

Di hevdîtinê de birêz Refîk Karakoç jî piştgiriya xwe ya ji bo referandûmê diyar kir û ji bo biryardayina serxwebûnê jî pîrozbayî li gelê Başurê Kurdistanê kir. herweha destnîşan kir ku başûrê Kurdistanê di demek dîrokî de têdiperi û dibê hemû kurd û rêxistinên kurdistanî piştgirî bidin û vê firsenda dîrokî baş bikarbihînin. li piştî 1 saet hevdîtin bi dawî hat.

Heyeta HAK-PAR ê roja sêşemê (04-07-2017) jî, serdana politburoya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ê kir. Heyet ji aliyê birêz Sedî Pîrê endamê polîtburoya yekitiyê ve hate pêşwazîkirin. Herdû alî li ser rewşa kurdistanê nêrînên xwe anî ziman û birêz Sedî PÎRÊ di axavtina xwe de weha got:

“Ez gelek kêfxweşim ku cara yekem e heyetek ji HAK-PARê dibe mêvanên min. her çende em partiyeke ji kurdistana başûr bin jî lê çalaki û xebatên rexistin û partiyê kurdan bala me dikşînin em dizanin ku HAK-PAR ji alî ramanî de xwedî kadroyên gelek kevnin ku ji 40 sala û vir de di nav rêya azadî de perwerde bune. Herweha li bakurê kurdistanê û turkiye HAK-PAR rêgez û şêwazekî aştiyane daye ber xwe. Bi raya min ev şêwaz li serdema me de şêwazekî here guncawe. Li bîre ku bi salan li kurdistana iraqe me şerê çekdarî kir li dijî zordariyê be me berxwedanekî mezin pêkanî. Di nav tekoşîna meya çekdarî de hinek caran me di gel hêzên Kurdistanî şerê navxweyî kir û neyarên gelê Kurd jî ji vê yekê îstîfade kir lê paşê me dît ev xeterekî mezine me cepheyekî Kurdistanî avakir û pişti avakirina vê cepheyê hêzên neteweyî yên Kurdistana Başûr bi şêwazek hevbeş û hevkar wek bira destê hev girtin û di encama vê yekê de Kurdistanekî azad li başûr çêbû. Şerê navxwehî bu sedem ku tevgera azadîya Kurdistanê bi salan ma birîndar. Ez hêvîdarim ku li parçeyên din yên Kurdistanê ta ebed sosretek wiha neqewime. Em gelek dilşane ku îro hêzên Kurd li başûrê Kurdistanê pirsgirekên xwe bi rêbazek aştiyane û din av dîyalogê çareser dikin. Em minedarê we ne ku hun piştevanîya biryara referandumê dikin. Li encama referandumê çi derkeve dive dost û dijmin rêz lê bigrin. ”

Serokê HAK-PAR’ê birez Refik KARAKOÇ ji, di axaftina xwe de, li ser giringîya pêwendîyên di nav rêxistinên Kurd sekinî û weha got:”Em qerarê referanduma Başûrê Kurdistan bi dilgermî pîroz dikin û em piştgirîya vî qerarî dikin, her wiha emê rêzgirtîyê encama referandumê jî bin. Yekîtî û hevkarî giringtirîn erkê ser milê rêxistinên Kurde. Heta em din av yekîtî û hevkarîyek bi nirx de nebin, pirsa Kurdî çareser nabe. referandum heq3e gelê Kurde. Ava kirina dewletek serbixwe heqê miletê Kurd e. Em wekî HAK-PARê her tim terefdarê pêwendîyên xurtin di navbera hêzên Kurd de. Êdî, rêya azadîya gelê Kurd heta imkan hebe divê bi şêwaza aştîyane û bi diyalog û guftugoyê were meşandin. Şer û kuştin û wêrankirin, ne çareye. Îro li Turkîyê kêm jî be, rêyek wiha vebuye. Partîyame dixwaze ku gelê Kurd vê rêyê bi kar bîne. ”

Piştî axaftina birêz Refik KARAKOÇ, cigirê serokê Giştîyê HAK-PARê, Latîf EPOZDEMÎR jî, careke din bi zaravê soranî ditîn û rayên HAK-PAR ê anî ziman û li ser rewşa bakurê Kurdistanê sekini.

Heyetên HAK-PAR û YNK’ê li dawîya vê hevditîna binirx de, daxuyanîyek fermî a hevbeş amdekirin.

DAXÛYANİYA HEVBEŞ YA Dİ NAVBERA HAK-PAR Û YNK Ê DE

“Îro roja sêşemê (04-07-2017) li navenda polît buroya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ê li Hewlêrê civînek hevbeş di navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) de encam da.

Di vê civînê de her dû aliyan di warê rewşa îroyîn ya Kurdistanê û herêmê de nêrîn û rayên xwe eşkere kirin. Bi taybetî behsa grîngbûna xebata aştîxwaziya gelê meyê Bakûrê Kurdistanê û bidestxistina mafê gelê Kurd û çareserkirina pirsa Kurd bi rêya diyalog û aştiyê bi bilind hate nirxandin. Lewra herdû alî hêvîdarin ku li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêka Kurd ne bi rêbazek tund û dijwar û şer û kuştin lê di nav çerçeveyek însan û demokratîk de were çareserkirin. Di heman demê de herdû alî daxwaz dikin ku ronakbîr , rojnameger, rayedarên di heps û zindanen de herweha parlamenterên girtî bêne azad kirin. Pêwîstiya pêşveçûna karê hevbeş , diyalog û yekrêzî di navbera partî û aliyên Kurd de li bakûrê kurdistanê anîn ziman û daxwaz kirin ew şaşî û kêmasiyên ku li pêştir li başûrê kurdistanê rû daye li Bakûr û beşên din yê Kurdistanê dubare nebin. ji bo serketina pêvajoya referandûmê li başûrê Kurdistan ê jî dibê bi şêweyekî aştiyane û yasayî li navxwey Kurdistanê birêve biçe.

Herweha hate diyarkirin ku dibê tekiliyên her dû aliyan di pêşerojê de zêdetir pêşve biçin ji bo pêkhatina yekrêziya neteweyî. ”

SERDANA OFÎSA ENKS’Ê

Roja çarşema (05-07-2017) di navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Eniya Niştimaniya Kurdên Suriyê (ENKS) li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêr ê Bi serokatiya Serokê Giştî yê HAK-PAR ê Refîk Karakoç û Serokê ENKS Îbrahîm Biro civînek pêk hat. Di civînê de, İbrahim BİRO, liser rewşa Kurdistana Surîyê sekini û bi berfireh agadarîyên navçe bi Heyeta HAK-PARê re parve kir. Serokê HAK-PARê Refik Karakoç ji, di axaftina xwe de, li ser dîtin û sîyaseta HAK-PARê sekinî. Hevdîtina herdu heyetan nêzîkê saetek dewam kir. Di encama civinê de, daxuyaniyek hevbeş ji bo raya giştî hate pêşkeş kirin.

DAXUYANİYA HEVBEŞ YA ENKS Û HAK-PAR Ê

“ENKS û HAK-PAR, rêz li biryara referandûma ku li Başurê Kurdistanê tê kirin digrin û radigênin ku, Refenrandûm mafekî rewayê mirovane ye, sedem vê yekê, encama referandumê, çi bibe jî, dibê ji aliyê hemû hêzên Kurdan ve, divê, rêz lê were girtin. Her wiha, divê, hêzên herêmê , xelkê welatên cîran , dewletên cîran û raya giştî ya navdewletî encama referandûmê bi aramî pêşwazî bikin û ji bo bixwe xwe idarekirina Kurdan ango mafê tayîn kirina pêşeroja xwe divê, bi xweşbînî û aramî pêşwaz bikin.

HAK-PAR û ENkS bang li PYD’ê dikin ku, rê li wan partîyên siyasî, li Kurdistana Suriyê de, negrin û xebatên wanên welatperwerî , demokratîk û rewa bi hîç şêweyek asteng neke û qedexe neke. . Dîsan herdu alî, rewa nabînin ku, gencên Kurd, bê xwestina malbatên van, bi darê zorê, seferberê leşkerîyê tên kirin; û piştre jî, wan zarokên gelê Kurd, li derveyê axa ku ne welatê Kurdane, bi kuştin didin, bi tundî, şermezar dikin.

ENKS û HAK-PAR, bang li PYD ê dikin ku bila li ser peyman û lihevhatina DUHOK û HEWLÊR ê bimînin û ji bo pêkanîna rêvebiriyek niştimanî û Kurdistanî ku PYD jî, di navde bî, cehdek peyda bikin lewraye ev yek ji bo azadîya gelê Kurd sudmendtir û binirxtire.

HAK-PAR û ENKS, diyar dikin ku, ew tekoşîna çekdarî ya bi destê PKK’ê ku li Bakûrê Kurdistanê tê kirin zerar û xesarek mezin digihîne gelê Kurd.

Bi vedana xendeq û barîkata, jîyana civakîya gelê Kurd têk diçe, Kurdistan kawil dibe, xera dibe, doza pîroz a azadîyê, dikeve nav kêşe û alozîyên mezin. Her weha tekoşîna bi vê cûrê, xizmeta hin aliyan dike û xesarê dide Kurdan. Divê PKK dest ji van çalakiyan berde. Sedem ku, li Turkîyê, pirsa Kurd bikeve ser rêya diyalog û aştiyê, û aştîyane were çareserkirin, û herdu alî doz dikin kû dan û stendinek aştyane di nav dewlata Tirkya û alîyên siyasîyên Kurd li Turkîyê pêk were.

ENKS û HAK-PAR dawe dikin ku, li Suriyê û Turkiye , kesên Rewşenbîr, Niviskar, Rojnamevan, siyasetmedar, suçdarên hizir û ramanan, her wiha, parlamenter û rayedarê girtî û zindankîrî, bên azad kirin û ji bo bi serbestî siyaset bikin derfet û îmkan bên çekirin. Her dû alî beyan dikin ku, ew, li ser van xalan, hemfikir û yekdeng in;lewraye ku vê daxûyanîyê pêşkeşî raya giştî a Kurdistan û navçe dikin. ”

ZİYARETA HEYETA HAK-PAR A BİNGEHA LALEŞ

Heyeta HAK-PARê pişti ku ji nivsîngeha ENKS vegerîya çu serdana Binkeyê Laleş kir. Berpirsê binke Şêx Şemo pêşewazîya şanda HAK-PARê kir. Şêx Şemo di hevdîtinê de li ser rewşa jîyana Êzdîyan sekinî u rageyand ku” dema dagirkirina DAİŞ de li Şengalê şeş hezar jin û zarûkên Êzdîyan ji alîyê dirindeyên DAİŞİ ve hatibun revandin. Ji wana sê hezar kes hatin rizgar kirin lê her niha jî mixabe kus ê hezarê din êxsîrin. Lewraye ku esaret ji bo her kesek çend zehmet be jibo m edu qat zehmettire, azadi û serxwebun ji bo her kesek çend bi qîmet be ji bom e du qatê wî bi qîmettir e. ”Hevdîtin dinav hestên birayetî de kûta bu.

SEDANA BAREGAYÊ KOMELA Û DAXUYANİYA HEVBEŞ YA Dİ NAVBERA KOMELA ŞOREŞGERA ZEHMETKÊŞÊN KURDİSTANA A ÎRANÊ (KOMELA) Û PARTİYA MAF Û AZADİYAN (HAK-PAR)

Heyetên KOMELA û HAK-PAR roja 06-07-2017 li Silêmaniyê hevdîtinek pêkanîn. Her dû aliyan beyan kir ku referandûma li Başûrê Kurdistanê mafek rewaye û divê xelkê herêmê bi yekcarî beşdariya referandûmê bike herweha encama referandûmê çi dibe bila bibe pêwîste ji aliyên hemû hêzên Kurd û Kurdistanî ve were pesendkirin. Dîsan divê dewletên cîran yên navçeyê jî encama referandûmê bi xweşbînî pêşwazî bikin. Em bawerin ku bîr û raya cîhanê jî wê rêz li encamên referandûma ku ji bo paşeroja Kurdan tê kirin bigre.

Her dû alî radigehinin ku ji bo Îran û Turkiyê damezrandina sistemêk wekhev, pirdeng, piralî, dadwer û federalî baştirîn rêya çareserkirina pirsa Kurdî li her dû welatan e. Pêwîste her dû dewlet bi xweşbînî rêya aşitiyane û diyalogên siyasî xweş bikin. Lewra ku KOMELA û HAK-PAR qebûl dikin ku demokrasiyekî pirreng baştirîn sîsteme ji bo jiyana civakî ya hevwelatiyan.

Lê mixabin ku îro li Îran’ê, rêya çareseriya aştiyanê û diyaloga siyasî ji rejîma Îranê ve hatiye xitmandin. Herweha her roj bi dehan kes têne girtin û heta ji wan çend kes têne îdam kirin piraniya wan Kurdin dîsan li Turkiyê jî girtin û zindanîkirina Rewşenbîr , Rojnameger û Rayedaran naye qebûlkirin. Herdû alî radegeynin ku îro bernameyên KOMELE û HAK-PAR gelek nêzîkî hevin lewraye pêwîste ji îro pêde jî her dû rêxistin li welat û derevey welat pêwendiyên navbera xwe xurtir bikin û zêdetir danûstandina bikin.

Çalakiyê HAK-PAR ê li başûrê Kurdistanê berdewam kirin. Heyeta HAK-PARê roja 07-07-2017 serdana qebra serokê nemirê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî kir. Heyeta HAK-PAR ê li ser qebra serokê nemir Mela Mistefa û Îdrîs Barzanî yad kir. Di merasîme de seroke HAK-PAR ê Refîk Karakoç li ser jiyana nemir Mela Mistefa û Îdrîs Barzani sekinî. Karakoç:” Mela Mistefa ji bo hemû Kurdan remza hestên niştiman perweriyê ye. Mela Mistefayê nemir serokê hemû deman yê milletên Kurde hemû Kurd ji kîjan parçe bin bila bin dema nave nemir Mela Mistefa tê qalkirin ew dizanin ku doza Kurd û Kurdistanê berdewame. Herweha Îdrîs Barzani jî di xebata rizgariya Kurdistana Başûr de rolek mezin lîstiye ez van herdû reberên Kurda bi rezdarî yad dikim “ Endamê Meclisa HAK-PAR ê Zana Sezen jî li ser rêbaz û bawermendiya nemir Mela Mistefa Barzanî sekinî û got: Mele Mistefa Barzanî hêz û bîr û baweri û rê nişanderê gelê Kurd e. Rêbaza Mela Mistefayê Barzanî ne tenê rêbaza partiyeke herweha ew rêbazek milliye”.

Heyeta HAK-PAR ê di heman roj de li Hewlêrê beşdarîya konferansa 28 emîn salvegera bîranîna terorkirina Doktor Abdurrahman Qasimlo kir. Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR ê Latîf Epozdemîr di konferensa salvegerê de wek gotarvan di derheqê Qasımloyê nemir de dîtinên xwe anîn ziman û weha got: “ Hinek kes henin ku dîrok wan dinivisîne û hinek kes jî hene ew bi xwe dîrokê di xulqîne Doktor Abdurrahman Qasimlo jî yek ji wan kesane ku dirokek nû xulqand. Ez xweşhakim kum in ew naskirîye. Ez bi hevnasîna doktor Kasimlo kubar û şanazim. Gelek sipas ji Kemal Burkay re ku bu sebeb min û Kasimlo me hev nas kir.

Qasımlo, mirovek wisan bu ku çend kesayeti xistibu bedena xwe. Ronakbirek baş, diplomatek bijare, rayedar û siyasetmedarek nûjen û hevdem, nîviskar û lêkolînerek bi nirx, zimanzan û ji hemuyan giringtir ew serleşkerek bêemsal bu. Terorkirina Qasimlo, terorkirina helwesta Kurde. Ew helwesta ku tenê dixwaze demokrasî û aşti li navçe dabimezre. Lewra, ev teror hemu Kurdan eleqedar dike. Qasimlo rûyê aştiyana a gelê Kurd bu. Bi rêz û dilxemî ez Doktor Qasimlo yad dikim û beramber bîranîn û xebatên wî ser ditewînim. . ”

Pişti konferansa bîranîna Qasimlo serokê HAK-PARê Refik Karakoç mêhvanê K24 bu. Latif Epözdemir jî bu mêvanê Zagros TV. Herdukan jî di axaftinên xwe de piştevanîya HAK-PARê beramber bi referandumê anîne ziman û li ser dîtin û bernama HAK-PARê sekinin.

Roja 08. 07. 2017 ‘an dana sibê heyeta HAK-PARê mêvanê ofîsa pêwendîyên derve a PDK Iraqê bu. Bi pêşewazîyek germ em hatin mêvan kirin. Berpirsên pêwendîyên devre rêzadar ELî Hisên û yarîdederê wî rêzadar Nîzar Botanî, digel heyeta HAK-PARê li ser çawanîya pêwendîyên ayende a herduk partîyan sekinin. Herduk ali bi hevdengî dane xuya ku referandum jibo paşeroja gelê Kurd qonqxek pir giringe.

Ber bi nivro me berê xwe da Seleheddîn ji bo serdana polît bûroya PDK’a Iraqê. Li vira sekreterê giştîyê PDK’ê rêzdar Fazıl Mîranî digel Îzedîn Berwarî û Remzî Şe’ban ku endamên polît bûroyya PDK’ê ne, bi heyeta HAK-PARê re runiştin. Civîn weki çil deqîqe dewam kir. Herduk heyet li ser pêvajoya referandumê bihevre mişawre kirin. Xûya bu ku dîtinên herduk partîyan, derheqê referandumê lihev gelek nêzîkin. Rêzdar Mîranî di axaftina xwe de wiha got:”Hikumeta Iraqê û hinek hêzên navxwe dibêjin ku referandum ne daxwaza piranîya miletê Kurde. Têne PDK referandumê dixwaze. Sedem vê yekê em dixwazin ku miletê me bide nîşan ka gelo wihaye yan na. Sala 1991 ‘an dema me helbiartîne xwest, ew roj dîsa nerazîbunek mezin hebu. Li dawîyê parlemena Kurdan û piştre jî hikumeta herêmê çêbu. Miletê me pê qaîl bu. Her wiha dema me federasyonê xwest dîsa gelek kesan gotin hê zûye û evyek ne qerarek lirê ye. Lê piştî ku gelê me qerara federasyonê da, niha wisa hate pejirandin ku nêzikê 40 dewletên dinyayêîro li herêma me a federal nunerayetî danîne. Tu kes j ime re nabêje kerem kin ji xwe re dewletek daynin. Meger miletê Kurd qerarek wiha bide û dewletek serbixwe ava bike. Wê demê jî lazime ku her kes rêz li encama referandumê û qerarê miletême bigre. Bi raya me lazime miletê Kurd ji bo dehatuya xwe qerarek bide. Ev referandum jibona vê yekê ye. ”

Serokê HAK-PARê Refik Karakoç û Cigirê Serokê HAK-PARê Latif Epözdemir jî, dicivînê de li ser bernama HAK-PARê û rewşa Bakûr sekînin. Her wiha piştgirîya HAK-PARê a referandumê pêşkêşê berpirsên PDK’ê kirin. Hevdîtin bi bi hest û daxwazên germîn qedîya.

Heman roj dana êvarê heyeta HAK-PARê serdana Koysencaxê, baregayê HDK-İranê kir. Heyeta HAK-PARê ji alîyê sekreterê gişti Rêzdar Mistefa Hicrî û sê endamê polit buroyê ve hat pêşwaz kirin. Herduk heyet bi şêweyek dostane li ser rojevê sekinîn. Buyer û rûdanên Rojhilat û Bakur hatin nirxandin.

Serdana heyeta HAK-PARê bi van çalakîyan qedîya û heyet roja 09. 07. 2017’yan vegerîya welat.


Print