2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
14 NİSANE: ROJA ŞİNGER
2018-04-14 13:00
Latif Epözdemir
Her sal roja 14"ye Nisane Roja Jenosîda Enfale û salvegera dalikandina Serokê Rexistina Azadi Xalid Beg"ê Cibrî û hevalen wi ye.

Kurdno:Xalid Begê Cibrî Qehreman û rayedare Kurd û her wiha jenosîda Enfale hergîz jibîr nekin.

Serokê Rêxistina AZADÎ Xalid Begê Cibrî û hevalên wî roja 14"ye nîsana sala 1925"an,her weki 183 hezar şehîden Enfal,ketin nav karwanê şehîdên Kurdistanê.

14 NİSANA SALA 1925"AN:ROJA ŞİNGER

Dema Mistefa Kemal di tengasiye de bu; hewcedare Kurda bu.Ew dem, digot "ev welat welaté me û Kurdan e."

Piştî peymana Lozané , hertişt guherî;édi Kurd hatin inkarkirin û berumetkirin.

Welat bu welate" nijada Turk"

Mistefa Kemal jî bu "Atatürk" yani "babeturk"

Atatürk, di destura sala 1924 an ( Teşkilata Esasîye) de;zıman û heban a Kurdan qedexe kir.

Di halek de ku Ataturk soz dabu ji bo nasîna xweserîya Kurdan, li ser sıza xwe nema û qulibî.

Kurd lewraye ku li himber red û inkar û bébextiya Kemalistan bedeng neman.Rewşenbîr û welatparézén Kurda, lihev civîyan û di bin serokatiya Xalıt Begé Cibrî de "Réxıstına Azadî " ava kirin.

Kemalist ji tevger û tevgiredana Kurdan aciz bun.Zanin ku rewşenbir û peşengen Kurd dev ji doza rizgariye bernadın.

Lewra jibo tirsdayina rejilerden Kurd,Xalıt Begé Cıbri û Yusuf Ziya Beg digel 4 hevalen wan li Bedlisé bı réyek bédad û behiquq hatın idam kirin.

Xalid Beg û heveslen xwe Tu car stuyé xwe ne tewandın,

Fikr û armanca xwe ya netewi û xebata jı bo azadiya Kurdan bı mérxasi parastın.

Wan ji bo rumet û xiret a gelé Kurd jiyana xwe jidest dan.

Jİ BO KURDAN İRO,ROJEKİ ŞÏMGER û XEMGİNE.

Ez bi rezdari wan yad dikim.

Tekoşeren Kurd namirin


Print