2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
KOMARA KURDİSTANÊ YA MAHABADÊ
2020-01-21 11:02
Latif Epözdemir
Di ser damezrandina Komara Kurdistanê a Mahabadê de 74 sal derbas bû. Her wek tê zanîn roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengîya nemir Qadî Mıhemmed u hevalên wî,Komarek hate damezrandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê, di dîroka Kurdistanê de sikaneke. Her çend temenê komarê 11 ( yazde) heyv ajotibe jî,di maweyê vî yazde heyvî de,gelek nirx u hêjanên netewa Kurd hatin xûlqandin ku heta îro u heta hetayê wê wek nirxên netewî di jîyana civakî a Kurdan de her hebin. Lewraye ku ev Komar ji bo gelê Kurdistanê cerbandinek pir giringe.

Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand u ziman u huner u edebîyatê degelek gavên giring hatin avêtin. Operayek netewî bi navê “Daykî Niştiman” hate çêkirin,di warê çapemenî u weşangerîyê de jî, gelek cehdên girin encam dan. Zimanê Kurdî bu zimanê fermi u zimanê hînkarî u perwerdekarîyê. Şagirtên dibistanan geyiştin zimanê xwe u bi kurdî dest bi xwendin u nivsandinê kirin.

Damezrêner u avakar u pêşengê Komarê “Komeli Jiyannewey Kurd” JÊKAF bu. JÊKAF piştî demeke kin xwe veguhast u bu partî. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê,( PDKÎ:HDKÊ) rênîşander u parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê bu. Bêguman di wê demê de xebat u çalakîyên PDKÎ nayên jibîr kirin. Avakirina Komara Kurdistanê li Mahabadê di heman çax de avakirina Partya demokrata Kurdistana Îranê ye jî. Serokê Komarê pêşewa Qadî Mihemmed serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu. Partî u Komar di hemançax de hatibun dinyayê. Komar nema karî li ser kar bimîne lê Partî îro jî bi mêrxasî jibo azadfîya Kurdistana Rojhilat têdikoşe,dixebite.

Komara Kurdistanê a Mahabadê, bi piştevanîya Ertêşa Sor a sovyetan hate damezrandin u pir mixabe ky dîsan bi destkêşana heman ertêş ber bi hilweşanê ve çû. Sovyetan heyf u mixabin ku meyla xwe dane ser Komara Gelî a Azarbeycanê U piştgirîya Komara Kurdistanê bidawî anî. Serokê Komara Kurdistanê nemir Qadî Mıhemmed heta axîrîn nefesa xwe ji bo jîyandina Komara Kurdistanê liber xwe da,lê rejima dirinde a Îranê,piştî vekêşana Ertêşa Sor hêriş bire ser Komarê u hikumeta herêmê têk bir. Qadî Mıhemedê nemir roja 31’ê meha diwazdan a sala 1946’an şehîd ket. Lewra ew roj wek roja şehîdên Kurdistanê tê yadkirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê yekem dewleta serbixwe a gelê Kurde ku ji alîyê Neteweyên Yekgirtî ( NY ) ( Miletên Yekbûyî) ve, bi fermî hatîye naskirin. Heyf u mixabin ku piştî qûlîbîn u vekêşana Ertêşa Sor,hêzên faşist u kevneperest dewlata Kurda hilweşandin. Di vê babetê de, Îxaneta Leşkerê Sor neqabile ku were jibîr kirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê,yekem car leşkerek nîzamî ji bo xwe danî u ji bo leşkerên Kurd navê Pêşmerge lê hat danîn. Pêşmerge ew kese ku pêş hemu kesî diçe mirinê. Yanî parêzgerê gel u welate pêşmerge. Her wiha Komarê sîrûda netewî a” Ey Reqîb” wek merşa Kurdî qebul kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin. Qencî u sûdên Komarê helbet ne evqasin. Her wiha roja ala Kurdan di vê demê de hate kivşekirin u ala rengîn hate eşkerekirin ku ala Kurdan jî ji wê demê ve pîroze ji bo hemu Kurdan.

Bi avakirina Komara Kurdistanê re,cara yekem bu ku bi navê “ Peymana Sê Sînûr” çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybun u Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji beşekê Kurdistanê bun,di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin u wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê serketinek netewî pejirandin u jêre bune arîkar. Paytextê Komara Kurdistanê bajarê Mahabadê bu. Gelek gund u bajar u bajarokên herêmê di bin desthilata Komarê de bun. Lê mixabin ku Komara Kurdistanê salek jî nekarî xwe li ser pîya ragire.

Ez bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin. 70. min salvegera Komara Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz dikin. Komara Kurdistanê a Mahabadê sikaneke gelek giringe di dîroka gelê Kurd de. Dewleta fermî a ku jî alîyê Koma miletan ve hatîye naskirin,yekem derge bu Kurd tê de derbasî cîhanek azade dibûn.

Di 70. min salîya vê Komara netewî de,divê gelê Kurd wan rojan yad bike,u ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre. Komara Kurdistanê a Mihabadê ,rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye. Rûhşad bin Qadî Mıhemmed u hevalên xwe. Berxwedana Qadî Mihemed,bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike.

“EEGER WELATEK WE HEBE U HÛN TÊDE SERBEST BİN, WÊ DEMÊ HER TİŞTEK WE HEYE. ”

“Malê dinyayê ne tiştek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem jî wê nîştimanek we jî, hebe. ”

“Hetanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin”

Serokkomarê dewleta Kurdistanê a Mahabadê nemir QAZÎ MIHEMED u hevalên wî roja 31’ê meha 12’an a sala 1947 ( 31. 12. 1947) li meydana ÇARÇİRA a Mahabadê hatin darvekirin. Di ser darvekirina nemir Qazî Mihemed u hevrêyên wî de 69 sal derbas bû, lê hê jî, mêrxasî u wêrekî ucesareta Qazî nehatûye jib3ir kirin. Qazî u hevrêyên xwe ta axirîn nefesa canê xwe li ser sonda azadî u serxwebuna Kurdistanê man.

Qazî Muhammed, dema ku ber bi sêdarê va diçû, bi bîr u bawerîya azadîya Kurdistanê serbilind bu. Leşkerên dagirkeran ku xwastin çehvê wî girê bidin ji wan re hêr u tûrebu u got. :“çavên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavvekirî li welatê xwe binerim. hûn Qazî Muhemedekî dikujin lê bizanibin ku di her dilopek xwîna min de, wê bi hezaran Qazî Muhemedên din şîn bibin. Ez bang li gelê kurd dikim ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bike. Bijî Kurd û Kurdistan”

Qazî Muhammed nimuneyeke ji egernasî u welatperwerîya gelê Kurd. Ez birêz u hirmet Qazî Muhammed u hevrêyên wî bibîr tûnim. Her wiha di roja yada şehîdên Kurdistanê de ez hemu şehîdên gelê Kurd yad dikim u li ber xebat u fedekarîyên wan her tim rêzkarim.

Pêşewayê Kurd Qazî Mihemmed,pêş ku were daliqandin, xwest ku çend şîretan li gelê Kurd bike. Ev şîret her wek osînameyek yanî wesyetnameyekeç Lewra ev asîname ji du beşa pêk tê. Beşa yekem derheqê dehatûya Kurdan u serborîya Koamara Mahabade, a didûyan jî, bangeke ji bo malbatê, ji bo heqhelal kirin u xweşkirina gîyana pak a Qaziyê Kurd e. Emê zêdetir li ser şîret u bangewazîya Pêşewayê Kurd bisekinin.

Van şîretan dike nemir Qazî:

“Ji hevûdu re dijminatû nekin, hevûdu biparêzin û alîkarîya hev bikin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, tehemmûla we dike, paşî, divê hûn bizanin ku qet bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya Kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê her maf u berjewendîyeke, xwedîyê her tiştekî ye. . Heta neteweya Kurd ji aliyê egîdî, u xîretê ve , ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Miletê Kurd jî wek neteweyên din yên ku ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn jihev re, rîkdar nebin. , xwe nefiroşin dijmin û jihev re xweşbîn bin u tehemûla hevûdu bikin…. Dijminê Kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyÎ dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, Wê bixwazin ku we, bi destê hev bidin kuştin. . Dijmin wê bixwaze ku we, bêşexsiyet bike, wê bixwaze bi dek û derewan, bi eger u fenan, we, bi destê we bide kuştin…” ( ji wesyetnameya Qazî)

Li jêr herdu beşê wesyetnameya Qzî ku beşa yekem ji şîret u salixan pêk tê u berdewam beşa diduyan wek bang u daxwazîyeke ji bo malbata wî,hatûye pêşkêş kirin. Ev wesyetname ji pirtûka nivîskarê Îranî Seyyid Muhemmed Semedî a bi navê” Nigahî bi tarîxi Mehabad. ”ku sala 1373’êyê Kotû li Mihabadê çap buye u her wiha ji alîyê dostê minê hêja niviskarê nûjen a edebîyata Kurd3i Jan DOST ve ji Farisî hatûye weregerandin bo zimanê Kurdî/ Kurmancî.

HOSÎNAMEYA (WESYETA) QAZÎ MIHEMED Jİ BO GELÊ kURD

“Bi navê Xwedêyê mêrîvan û dilovan. ( Bismillahurehmanurehîm)

Gelê minê Kurd û birayên minên hêja, birayên minên xêrxwaz, gelê min ê zorlêkirî,

Vaye ez di gavên herî dawînên jiyana xwe de me. Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim rawestin. Xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqase ku dixwaze tenê karê xwe bi we pêk bîne û qet bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de, qet li we nabihûre.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sembola serketina her gel û netewek, hevgirtin û yekbûn e.

Her gelê ku yekîtû û tebayiya wî nebe; ewê her tim li bin destê dujmin be. Tu tiştê gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê cîhanê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê bi yekîtiya nav xwe, welatê xwe rizgar kirine , bila hun jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê; êdî bindest nemînin. (…)

Gelî bira, êdî bi dujmina nexapin. Dujminên Kurdan ji kîjan reng û nîjatek û netewekê bin, her dujminin. Bê rehm u bê dilovanî ne, bê wijdanin , wê we bi hevdu bidin kuştin, wê, we temah bikin û bi direw û xapandinê; wê we berengarîya hev bikin.

Ji nav dûjminên miletê Kurd yên here dijwar Ecem in. iEcem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir in. Destê xwe ji tu tawanên li dijî gelê Kurd nakêşin. Di dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wan a kevnar her hebûye û her niha jî heye.

Binêrin, tev zilamên we yên mezin, Simayîl Axayê Şikak, Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengûr û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandinê berteref kirin. Tevegerên wan serkût kirin u xelq ji pişt wan vekirin û bi nemerdî ew kuştin. Wan teva, bi sonda Quranê xapandin ku xudêgiravî niyaza Eceman ya xêrê bi wan re heye û lewraye ku wê qenciyê bi wan re kirbûyana. Lêbelê ev qewil u bex her xweş xeberek bun. Lewra ne qabil bu kû mirov bi sond û sozên Eceman bawer bike. Ew mezinên Kurdan mixabin ku biwan eger u fenên Eceman hatine xapandin, ji ber vê berteref bune. Lê, hetanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye ku bi tenê carekê jî be, Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên ku dabine Kurdan pêk bînin.

Ewan her tim bi derew u xapandinê ser li me egerandine. Vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim. : Pişta hev bigirin û tu carî pişta hev ber nedin. Piştrast u dilsoz bin. Eeger Ecem hingiv bide we, bizanin ku jehir xistiy. Bi sond û sozên direwînyên Eceman nexapin. Eeger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixin û soz bidin we, bi tenê armanca wan xapandina we ye, ji bona kû hîleyekê li we bikin.

Vaye ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim. Ji bo xatirê Xwedayê mezin şîreta min li we be, bizanin tû ji destê min hat, bi ser u can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast; min ji we reradest nekir,ez xemsar nebum.

Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim. : Êdî bi Eceman nexapin û ji sonda wan a bi Quranê u qewil u bext û ehd û peymanên wan bawer nekin. Sedem ku ew ne Xwedê nas dikin, u ne jî, Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban tê bîra wan.

Li ba wan, bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin.

Soza min ne ew bû kû ez herim û we di destê van dujminên dilreş de bihêlim. Min pir caran jî raborî û zilamên meyên mezin dihizirand, ên ku Eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û kuştine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kuştin e.

Ew tev li bîra min bûn û tu carî jî , min ji Eceman bawer nekiriye, lêbelê beriya ku veegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta Ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, eger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta Ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.

Piştrast bin û bizanin eger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe ku bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, hetanî hin digîjin hêvî û armancê xwe; dibe ku hun pir kesên din, yên mîna me, di vê rê de gorî bikin.

Gûncan u pêkane (mumkune) ku piştû me jî,pir kesên din jî, her wiha ,bi xapandin û durûtiyê, wê ji holê werin rakirin.

Ez bawerim ew kesên ku wê piştû me jî,bi Eceman bixapin u bikevin dafika wan, belkû j ime zanatir u hêjatir jî bin. lêbelê ez hêvîdarim kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re, bibe pend û îbret.

Wesiyeteke minê din ji we re ew e ku, daxwaz bikin her çi tiştê ku we ji bona serfiraziya gelê xwe kir, bila gel piştevan u alîkarê we be.

Ez bi dil u can bawerim ku, Xwedayê mezin wê,alîkarîya we bike ji bo ku hûn serbixwe bibin.

Niha heye ku hun bêjin; lê çima Qazî serketû nebûç?

Ez bi Xwedê kim, ez serketû me. Tu nîmetek, tu serketinek ji wê yekê mezintir nîne ku vaye ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim. Bawer bikin, min pir ji dil dixwest ku eeger ez mirim di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de,enîya min spî rûyê min geş be, ji min re ev serketina herî mezine.

Xweştiviyên min, Kurdistan, mala her Kurdekî ye.

Her wek di malêk de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê tu kesî tu ne ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, eger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bi êşe ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene. Eger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene.

Piştrast be, birayê teyê Kurd, her tim ji dujminê teyê dilbikîn baştire.

Eger berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi hev re temahkar bin. Yên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne anîna fermanan, lêbelê tam dujminatiya me dikir, ji ber me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şirîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me, û vaye ez van demên dawî yên jiyana xwe ,bi vê wesyetnamê derbas dikim.

Ca eger berpirsyariyên mezin di sitûyê min tunebûna, ez jî, wê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de, di xewa şirîn de bûma, ku ez niha ji bo piştû çûyîna xwe li we şîreta dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitûyê min de ne.

Piştrast im eger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitûyê xwe, niha ewê li şûna min, di bin darê sêdarê de bûya.

Ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariyên di sitûyê xwe de, mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya başîyê de, min van şîreta li we kir, ku hêvîdarim ji niha pê ve,hûn jê sûd wergirin, pendan wergirin.

Lazime ku hûn baş guhdariya şîretên min bikin, ku bi hêviya Xwedayê mezin, hûnê biser bikevin. Baweriya we bi Xwedê û tiştê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.

Yekîtû û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah mebin, bi taybetû jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.

Ji dujminan bawer nekin, bi taybet jî dujminên Ecem, ji ber bi çend awa û riyan Ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku ew her tim li Kurdan bi hincet u behane ne, bi kêmtirîn tawanê we, we dikujin û ji tu tawanan di derheq Kurdan de,dûr nasekinin.

Ji bo çend rojên vê jiyana bê qîmeta li vê dinê, xwe nefiroşin dujminan, ji ber ku dujmin, dujmin e û ne ew kese ku mirov pê bawer bike.

Îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji berk u îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçdar e, îxanet, roj tê ku li îxanetkar vediegere.

Eger yekî jiwe dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexwşxane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo ku pêk werin.

Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ranewestin ji bo, mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.

Ez nebawer im, eger ne heqê Xwedê be, tu heqên din li ser min tunenin. Lêbelê eger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştikî wî li cem min e, min malekî pir hiştiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Hetanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev nekin, ji ber Xwedê pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Hêvîxwaz im kuhûnê van gotinan têxin guhê xwe. Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe.

Wekî ku Sedî Kerem kiriye:”“Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm/Hewalet ba Xuda kerdîm û reftûm”

(Helwesta me şîret bûn û me kir/ em çûn u me we hewalê Xwedê kir. )

WESYETA QAZÎ MİHEMMED A Jİ BO MALBATÊ

Serokomarê Mehabadê Pêşewa Qazî Mihemed tevî Seyfî Qazî û Serdî Qazî di 31’ê adara 1947’an de li Meydana Çarçira hat dardekirin. Berî dardekirinê pêşewa wesiyeta xwe dike. Em wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed pêşkêşî we dikin ku ev wesiyetname yekem car bi kurdî tê çapkirin.

Yek du parçe xalî yan xalîçe yên seyid Rehîm kurê seyid Camî li ba min in, bidin wî bi xwe. Ew jî deyndarê min ê hindek pere ye, eeger da baş e, ku neda jî bi kêfa xwe ye.

Genimê li Tesbîtê ye, malê min e eeger dane we bistûnin.

Erebeya Ford 46 malê min ê şexsî ye.

Li cihê ku tê de hatim girtin, pênc hezar û du sed tumen di berîka min de bûn û ji min standin, li aliyekî din jî sed û pêncî û sê tumen birin. Her wiha Serwan Şerîf jî ji xanima min deh hezar tumen pereyên wekaleta xwe stendine wan jî bistûnin.

Muînî deyndarê minî sê hezar tûmen yan kêm yan zêde ye, wî jî tiştek dabû min û saeta ku wekî diyarî dabû min xistibû deftera şirîkatiyê û ez ne aliyek bûm di wê şirîkatiyê de.

Seyid Selam nêzîka heşt hezar tumen deynê wî hebû, wî çi xwest bidinê. Telefona ku birin jî, li pey biegerin. Otombîla ku ji Baba Şêx standin malê wî yê şexsî bû.

Çar Jîpên……. . ew jî malê min ê şexsî bûn. Ji ber ku Serwan Şerîf zehmetû……. Nêzîka sê sed tumenî bidin wî.

Eeger ew panzdeh hezar tumenên ku li jor behsa wan bû hatin standin, her yekî ji Seîd Humayon û Mîrza Rehîm ku xizmet kirine hezar tumenî bidin wan û pêncsed tumenî jî bidin Mihemed Feyrûze Xanim.

Para xwehên min di mîrata bavê min de (ji xeyrî axelyan ku li ser navê min tapû bûye) heye, wan razî bikin. Xanima min diya zarokên min çavdêra wan e û dê perwerdeya wan bike û bila mela Ebdullah bibe çavnêr. Mam qerenî Axa guman dike ku tiştê hate serê wî ji hêvotina min bû, tevî ku hayê min jê nîn e jî, lê bikin ku ew li min helal bike. Mîrza Rehmet û hinên din ku min rê li ber kuştina wan girtiye jî, eeger hîn dilê wan ji min mabe bihêlin ku li min helal bikin. Xizmetkarên ku zehmet kêşane di ber min de û ev demeke di xizmeta min de bûn, qenciyê bi wan bikin û wan razî bikin.

Piştû……çend hezar tûmen ji bo min bikin xêr û tehlîlê bikin.

Xizmetkarê gel û welat QAZÎ MIHEMMED” Şeva 10/1/1326

Îmze: Mele Sedîq Sidqî û Qazî Mihemed.



Jêrenot û çend têbinî:

Min ev wesyetname ji pirtûka Nigahî bi Tarîxî Mehabad. Ya Seyid Mihemed Semedî, ku bi farisî ye, ji bo kurdî hatiye weregerandiye.

Tarîxa nivîsîna wesyetnameyê li gor salnameya farisî ye ku dikeve 31 meha adara sala 1947’an.

Tesbît: Navê cihekî ye û enbarên dexl li wir bûn.

Serwan Şerîf: Parêzerê Pêşewa bû ji hêla hikûmeta şah ve bûbû wekîlê Qazî Mihemmed.

Mîrza Rehmet: Mîrza Rehmet Şafiî ye ku rusan dixwest wî bikujin.

Axelyan: Navê gundekî ye li derdora Mehabadê.

Tehlîl: Dema xêra miriyan belav dikin, bi zikrê xwedê re (gotina la ilahe illellah).

Têbînî: Cihên ku xal têde rêzin, di orîjînalê de nehatiye xwendin. Kopiya wesiyetnameyê ya bi bi nivîsê re jî ji eynî pirtûkê ye.





Print