2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
QAZÎ MİHEMED; RÊYA SERKETİNA HER MİLETEK, Dİ HEVGİRTİN Û YEKBÛNÊ DE DİBORE
2020-03-31 11:41
Latif Epözdemir
“Birayê teyê Kurd, her tim ji dujminê teyê dilbikîni baştire.”

“Kurdistan, mala her Kurdekî ye.”

Serokkomarê dewleta Kurdistanê a Mahabadê nemir QAZÎ MIHEMED û hevalên wî roja 31’ê meha 12’an a sala 1947 ( 31.12.1947) li meydana ÇARÇİRA a Mahabadê hatin darvekirin.Di ser darvekirina nemir Qazî Mihemed û hevrêyên wî de bi dehan sal derbas bû, lê hê jî, mêrxasî û wêrekî û cesareta Qazî nehatîye jibîr kirin. Qazî û hevrêyên xwe heta axirîn nefesa canê xwe li ser sonda azadî û serxwebuna Kurdistanê man.

Qazî Muhammed, dema ku ber bi sêdarê va diçû, bi bîr û bawerîya azadîya Kurdistanê serbilind bu.Leşkerên dagirkeran ku xwastin çehvê wî girê bidin ji wan re hêr û tûrebu û got.:“çavên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavvekirî li welatê xwe binerim. hûn Qazî Muhemedekî dikujin lê bizanibin ku di her dilopek xwîna min de, wê bi hezaran Qazî Muhemedên din şîn bibin. Ez bang li gelê kurd dikim ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bike. Bijî Kurd û Kurdistan”(ji wesyeta Qazî Mihemed)

Pêşewayê Kurd Qazî Mihemmed,pêş ku were daliqandin, xwest ku çend şîretan li gelê Kurd bike.Ev şîret her wek osînameyek yanî wesyetnameyekin.Lewra ev hosîname ji du beşa pêk tê. Beşa yekem derheqê dehatûya Kurdan û serborîya Koamara Mahabade, a didûyan jî, bangeke ji bo malbatê, ji bo heqhelal kirin û xweşkirina gîyana pak a Qaziyê Kurd e. Emê zêdetir li ser şîret û bangewazîya Pêşewayê Kurd bisekinin.

Van şîretan dike nemir Qazî:

“Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û alîkarîya hev bikin. Li himberê zilm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, tehemmûla we dike, paşî, divê hûn bizanin ku qet bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya Kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê her maf û berjewendîyeke, xwedîyê her tiştekî ye.. Heta neteweya Kurd ji aliyê egîdî, û xîretê ve , ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Miletê Kurd jî, wek neteweyên din yên ku ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn ji hev re, rîkdar nebin., xwe nefiroşin dijmin û ji hev re xweşbîn bin û tehemûla hevûdu bikin…. Dijminê Kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyî dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zilimkar in, Wê bixwazin ku we, bi destê hev bidin kuştin.. Dijmin wê bixwaze ku we, bêşexsiyet bike, wê bixwaze bi dek û derewan, bi gerr û fenan, we, bi destê we bide kuştin…” ( ji wesyetnameya Qazî)

Pêşewayê nemir Qazî Mıhemeddi wesyeta xwe de k udi axirîn rojên jîyana xwe de nivsandibu, li ser fêm û fereseta Kurdayetî, li ser giringîya yekîtîya milli û li ser hevkarîya hêzên gel jî, şîretên balkêş dike.:

“ Sembola serketina her gel û neteweyek, hevgirtin û yekbûn e. Piştrast bin û bizanin eger tebayî û yekbûn û xwendina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî

Her gelê ku yekîtû û tebayiya wî tunebe; ewê her tim li bin destê dijmin de binale. Tu tiştê gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê cîhanê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lê belê bi yekîtiya nav xwe, welatê xwe rizgar kirine. “

Dîyare Qazî û hevalên xwe gelek bi başî xiyaneta neyar û dijminan dizanî.Ewan di cerbandina jîyana xwe de zanîn ku dijmin xapînoke.Lewraye ku nabe Kurd bi ya dijminê xwe bixapin, yan bi gotin û sozê dijmin bawer bikin. Lewra tu çî bikî bike, dijmin hisaba wî pê re ye.İxaneta te, bêbextî û bûxtan û poşmanî û xwe tehwildana te, tenê te sivik û bê kemal û emsal dike. Gere Kurd xiretkêş bin û tucarî tirs û qelsîya xwe bi dijmin nedin hisandin. Qazî wiha dibêje.:“Êdî bi dujmina nexapin. Dujminên Kurdan ji kîjan reng û nîjadek û netewekê bin, her dujmin in. Bê rehm û bê dilovanî ne, bê wijdanin , wê, we bi hevdu bidin kuştin, wê, we temah bikin û bi direw û xapandinê; wê, we berengarê hev bikin.Ango wê, we beredin hev.”

Qazî Muhammed nimuneyeke ji gernasî û welatperwerîya gelê Kurd. Ez birêz û hirmet Qazî Muhammed û hevrêyên wî bibîr tûnim.Her wiha di roja yada şehîdên Kurdistanê de ez hemu şehîdên gelê Kurd yad dikim û li ber xebat û fedekarîyên wan her tim rêzkarim.

Axîrîn kelam, li dawîya vê wesyetnameyê ( osînameyê) Qazîyê nemir bi farisî vê dumalkê tîne ziman:

“Helwesta me şîret bûn û me kir/ em çûn û me we hewalê Xwedê kir.”
Print