2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
BAB PİŞT E, DÊ HEMU TIŞT E
2020-06-21 23:14
Latif Epözdemir
Mazinên Kurda çiqas baş rêz û qedrê dê û baban danîne. “Sed babê çê,dîsan jî esil şîrê dê” “bab pişte,dê her tişt e. ” Bab û dê herduk jî bi qîmetin lê dê di civaka Kurdan de ciyeke taybet digre.

Ez di warê hez û şewqeta dê babê xwe de bê şens im. Me di wextê xwe de şorişgerî dikir, me nîyet bu em dinyayê û Kurdistanê ber bi pergalegeke sosyalist ve veguhêzînin. Xeyalên me mezin bun,xewnên me giran. Bi şev û roj jîyana me bi yekser sîyaset û ideolojîya me dixemiland. Wext ne dima ku em dê babê xwe bîbînin,ji wan hez bikin, bi wan re demên xweş derbas bikin.

Salên me yên here binirx,ciwanî û xortanîya me gelekan di nav tevgera sîyasî de derbas bu. Nivşa me a ku misqalek bêhna sîyasetê jê hatiba, yan ketin zindanan bi saln di zîndanan de rizîyan,nexweş ketin,merezdar3i bun. Hinek ji hevalan di berxwedanên zindanan de jîyana xwe ji dest dan,iro li du wan bîranînên wan manej i me re.

Beşeke biçuk ji heval, hineke din bisiûd bun, taliha wan baş bu. Mecal dîtin ku firar bikin, neyêne girtin û di zindanê de bi sal girti nemînin. Ez jî yek ji wan kesanim ku piştî 12’ê Îlonê mink arî ez derbasî Rojhilata Kurdistanê bibim. Firarîya min çar sal domand,lê hetanî deh saln paşî ez ji xetera girtinê xelas nebum. Helbet ew salên dijwarîyê bun ku bi raya me her rojeke wan salên windayî hêjaye ku bibin babeta filmeke dramatîk

Dema ku me “solcîtî” dikir demeke bi kelecan bu, xwina me dikelîya, em di xeyalên kûr de bêhiş mabun. Helbet ev tiştek baş bu. Berî her tiştî ciwanîya nivşa me ji alîyê bîr ûramanê ve, têr û tije derbas bu. Hin j ime hê jî, sermîyanê wan rojan dixwin,di wan rojan de çî di bîra me de ma bî em bi wan kûbarîyê dikin,heldifrin.

Lê jîyan berdewame. Do, bi xêr û guneh û bi kêm û zêde;li du me ma. Esil îroye. Ka gelo em îro çî dikin. Me îro jî bo doza gel û welatê xwe karî em çî bikin. ? Ya esas ev yek e.

Helbet di rajên rabirî de,me gelek çetnahî jî dîtin. Teknolojî beramber bi îro,ne evqas pêşketî bu. Rê u olax û şêwazên rageyandin û çapemenîyê, imkanên pêwendigirtin û agadarîyê gelek kêm û kels û lawaz bun. P^wendîyên civakî evqas xurt nebun.

Belavkirina her belavokeke sîyasî –helbete qedexekirî- her yek bi serê xwe senaryoyek jê re lazim bu. Belavok her carektir bi reng û şêwazek cûda digeyişt destê me. Lazim bu ku em wê belavokê zêde bikin û din av millet de belav bikin. Lê ya giring ew bu k udi dema encama van karan de em xwe nedine dest. Eger bêne girtin jî, em tu kesî nedin dest.

İşkence,işkence,mirin mirin, berxwedan berxwedan. . Aqilmend û “abê”yên me van şîretan l ime kiribun.

Lê niha. ? Niha jî qey jîyana sîyasi bi vî rengî ewqas zehmet e. . ? Helbet na. İmkanê îro û yên do bi hîç aweyek naşibin hev. Yek rûdanek, yan nûçeyek li binê dinyayê jî biqewime,di yek deqiqeyek bi sedan milyon insan pêdihsin.

Babê min jî endamê tevgereke millî bu û di dema xwe de gelek xebatên hêja kiribu. Ew ji mijûlahîya min a bi sîyasetê ne aciz bu. Her tim ji bom in pal û pişt bu. Rojekî hevaleke min ê firar di mala me de mêvanê min bu. Me şiv dixwar, şêwir û mişawere dikir. Min navê wi wek Mistefa dizanî, j imin re wisan gotibun. Babê min dakete odê ku bixêrhatinek bide mêvanê min. Dema derî vekir û çehv bi Mistefa abê ket,bikêf,her du milê xwe avêtê milê mêvan û got:” Yahu tu van de ra, kek Metin,ka çi ma haya min ji ahtina te nebuye. ”Paşî vegerîya min û got: “Lawo Metin xoce li van deraye çima haya min jê nebuye,çima te j imin re ne gotîye. ”Ez mame şaş û metelmayî. Babê min û hevalê min nas derketin. Mıstefa jî navêxweyê esli Metin Xoce derket. Ew bi hevre ketin sihbeteke kûr ez mame xerib,lewra derketim devre min go belku tişteke wanê xef hebe, bila bi azadî mihbetê bikin. Lewra,raz û eir dema ku derkeve derê dû kesan êdî ew nabe raz û sır.

Derengê şevê min mêvan bir danî cihê xwe kum e lê diparast. Babê min hetanî demeke dirêj hey pirsa Mıstefa dikir. Helbet min digot Mıstefa lê ewî digot Metin Xoce. Babê min miroveke biwefa bu.

Dibêjin ji bo zarokan heza dê, ji zayînê ve tê, lê, ya babê piştî wextan peyda dibe. Yanî zarok heza baban piştî wextan bidest dixin.

Babê min mirovek hestîyar bu. Wesyeteke mezin ji me re hişt li du xwe. Rêya serbilindîyê nîşanî me da û hînî me kir ka gelo xortekî Kurd lazime bi çî hestan mezin bibe, tevbigere. Ez deyîndarê babê xwe me. Babê min kelha ramyarîyê bu. Zana û rêxistinkarek bijare bu. Min gelek tiştan jê wergirt. Ew îdolê min bu. Di emreke li gor îro ciwan de koçî dawî kir,iletek girt, kete penca penceşêrê û nema karî zêde li ber xwe bide.

Ez firar bum dema ku mir min ne karî ez herim berserê wî, ser menzelê wi. Ev yek bu kûleke mezin din ava minde.

Roja te a babînîyê pîroz be babo. Ruhşad bî.
Print