2020-09-24
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
ŞÊX SEÎD’Ê PÎRAN: RÛYÊ SİPÎ YÊ KURDAN
2020-06-28 15:40
Latif Epözdemir
Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe roja 13’ê Sibatê dest bi serhildana xwe a pîroz kiribun.Wan rojan eger yekîtîya Kurdan hatibuya çêkirin bêgûman Kurd îro xwedî dewlet bûn.Lewra Serhildan cûdabun û serxwebûna Kurdan ji xwere kiribu mebest û armanc.

Rexistina AZADÎ a di bin serokatîya Dr.Fuat de,ne dixwest ku Şêx dest bi tevgerek gelêrî bike.Lewra AZADÎ radigeyand ku wext hê zûye û tênegeyiştîye.Hê yekîtîyek netewî pêknehatîye.Sedem ku Şêx Seîd kane bike Fehmî Bîlal (Fehmiyê Licêyî,Fehmî Firat) şandin cem Şêx.Fehmî Bilal bi şev û rojan li ber xwe da.Lê nekarî Şêx kane bike ku dev ji serhildanê berde. Li dawîyê Fehmî na,lê Şêx Fehmî kane kir û Fehmî Bîlal bû sekreterê serhildana Şêx Seîd.

Drewe leşkerên Şêx talankerî û şelandin û dizîyê nekirine.Vî navê xirap Kemalistan li serhildêran danîne. Hemu jî dîndarên baş bun û bi merjemet bun, tirsa xwedê din ava wan de hebu.Ew makine ku kaşo dibêjin rêbirî lê hatiye kirin,tê de tenê taximek cilê postvanan hebuye ku leşkerên Şêx tenezul nekirine wergirin.Leşkerên Şêx heramxwer û heramzade nebun.

Ew Zazayên ku berî hemu kesî ketin nav sûrên bajêrêrê Diyarbekir, li wir tu dizî û talanek nekirin. Dîtin ku eskerê dewletê ji qeweta wan dere, xwestin ku derkevin der, hatin girtin û paşî jî bi dirindehî hatin kuştin.Leşkerê dewletê anîn hin tişt miştên dikanan xistin berîka wan û paşî bangî rojnamevanan kirin, berikê terma nîşanî wan dan û gotin dizi kirine, dikanan şelandine.Ev buxtan û bêbextîyek mezine.

Şêx Sîd sedem ku yekîtiyek netewî nema pêk hatibu, şikeste xwar û binketî bu. Lê Şêx tu carî poşman nebu.Ji Melayeke xwe re got : “Mela me dest bi tiştek kir lê me nekarî em bibin ser.Kurda arîkarî nekirin.Lê vaye ez diçim,tu carî jibîr neke, wê rojek Kurd bibin xwedi dewlet.”

Şêx baş dizanîya ku Şêx Selim û Cemil destebira û mirovên Mistefa Kemalin. Lê neçar maç û xwe avête Şêx Selim ji bo ku were hewara wî.Şêx Selim xwedî êl û eşîrek mezin bu.Gelek bihêz bu. Mixabin Şêx Selim alikarî neda Şêx Seİd Efendi.Şêx Seîd bêumud vegerîya û berê xwe da baregayê xwe.

Ew kesên ku wek eskort bi Şêx re kente rê û berê xwe dane baregayê serhildanê,xîyanetê bi Şêx re kirin wî dane dest.Şêx gelek bi berxwe ket,sîyaneta wî şikestibu û dilxem bibu.Lê, pêş ku derketiba vê rêya pîroz encamê hizir kiribu.Lewra bi qedera xwe qaîl bu.

Mistefa Kemal dem oku qasidek şandibu ba Şêx Sid, Şêxê nemir,li ser nimêje, li hizûra xwedê bu.Qasid jipê ma heta ku Şêx silav da û berê xwe dayê.Mistefa Kemal digot ku Şêx bila yek carek bêje ku “mebesta serhildana min, ne helwesta avakirina dewletek Kurdî ye”ezê wî bi bexşînim.Dema ku Şêx vê teklifê bihist, di dilê xwe de got: Na ez nikarim derewan bikim ku li qata xwedê werim gunehkar kirin.Eger ez derewa bikim wê Mistefa Kemal min bibexşe,ezê sernizm bim.Hergîz ez derewan nakim bila xwedê min bibexşe û Kemal min bi darve bike.Mebesta min dewletek Kurdî bu li ser binyatek İslamî.Lê ez serkevti nebum.Ez ji darve kirin û sêdareyan natirsim.Şêx û hevalên wî birûyek sipî li bin dara çinarê hatin idam kirin.

Şêx Seîd nimêja leşkerek dewletê ku hatibu kuştin, kiribu.Hevalê wîyê birindar jî şandibu nexweşxanê ji bona tedwibunê.Dilovanîya Şêx dest nedida ku moriyek jî were kuştin.Lê dewletê navê Şêx danîbu kujer, eşqiya û rêbir.Xwedê jî pê dizane ku Şêx mirovek lewend û minewer bu.Terefdarê kuştin û mirinê nebu.Lê dewletê guh neda helwesta Şêx Seid Efendi.

ŞÊX SAÎD,Jİ BO PARASTİNA MAF û AZADÎYA KURDAN SER HİLDA

Meşalaya ku Şêx Seîd û hevalên wî, berî 95 salan pêxistibun, hê jî,venemirîye.Gelê Kurd heta ku azad nebe, negêje heq û mafên xwe yên seretayî,dev ji tekoşîna azadîyê bernade.

Kurd ku damezrênerên esasî yên Komarêne, her wek ku dema Osmaniyan , heta sala 1923’êyan jî,li MMM ( Meclîsa Mezina Milet) bi pênasa xwe dihatin binav kirin. Kurd, Sedem ku bi gotina Mistefa Kemal a ku digot:” Wê xweserîyek herêmî, yan xweserî yan jî tiştek bi van rengan ji Kurdan were dayin” bawerî kiribun heta wan salan bêdeng mabun.Her wiha Mistefa Kemal sala 1925’an di meclîsa Mezin deaxaftinek kiribu û gotibu ku:”Turk, Kurd û Çerkes; em hemu enasirên İslamê pêk tînin.” Hebuna pirdengîya Turkîyê dianî ziman.Lê mixabin ku Mıstefa Kemal piştî demeke kin, van tiştan berba kir û qewlê ku bi Kurda re kiribu, wad û soza ku dabu Kurda zû jibîr kir û dest bi inkara Kurdan kir.Paşî jî, xwest ku komarê bike yekreng û yekdeng ango komarek rengeTurk damezrîne.Piştî sala 1925’an,got ku “ ewên li Turkîyê dijîn, hemu ji miletê Turkin,herkes Turke,Komara Turkîyê Turkan ava kiriyê” Ev yek dihat wê maneyê ku Kurd tunenin û hatine red û inkarkirin. Êdî, Mistefa Kemal dest bi yekrengkirin û Turkrengkirina komarê kiribu.

Piştre, mebusên MMM yên wek Xalid Begê Cbrî û Kemal Feyzî,biryar girtin kul i Kurdistanê bigerin û gelê Kurd jderheqê vî qonaxê nu agadar bikin. Ew herdu kes endam û rêvebirên rêxistina” AZADİ” jî bun.Ev rayedarên welathız xwe geyandin Şêx Seîdê Pîranê û vê meselê pêra gengeşî kirin, piştî şêwir û miqaşeyek berfireh li dawîyê ew û Şêx Seîd lihev hatin ku lazime maf û azadîyên ku heta wê rojê derdest bun biparêzin û rênadin ku Kurd werin binpê kirin.

Ev tevgera ku di dîrokê de bi navê “Sehildana Şêx Seîd” tên eskirin,13 Sibata sala 1925’an ji Palûyê destpê kir û li Diyarbekir kuta bu.Sedem ku Şêx Seîd bandûr û kontrola tevgerê winda kiribu, dev ji serhildanê berdabu û teslimê hêzên dewletê bibu.

Li ser vê yekê rejima Kemalist pişti dadigekirinek sivik a Dadigehâ İstiklalê de,Şêx Seîd û 52 hevalên wî, li Diyarbekir bi dara çinarê ve da aliqandin û gelek aligirên tevgerê avête zîndanê ku ji wan jî gelek kes sedem azar û tedayan û şertên xirap di zindanê de mirin, her wiha gelek kes û malbat jî hatin sirgun kirin û koçebar kirin.

Tevgera Şêx Seîd, sedem ku bi hatina rejima İtihad û Teraqiyê û bi desthilatîya Komarê re,xweserîya Kurdan hat binax kirin, sedem ku heq û berjewendîyên netewîyên Kurda hatin inkar kirin, sedem ku,perwerdeya bi zimanê dayik hate qede xekirin,sedem ku li Kurda xedir hatibu kirin û Kurd hatibun xapandin, sedem ku qewil û sozên ku ji Kurda re hatibun dayîn nehatibun cî, sedem derew û dek û dolap û ger û fenên rejima Kemalist ; bi armanca parastina maf û azadîyên Kurda destpêkiribu.

Tevgera Şêx Seîd,sedem ku heq û mafên meşrû a gelê Kurd ku hatibun dizîn û zeft kirin û hebun û pênasa miletê Kurd nehatibun nas kirin wek berxedan û narazîbunek gelêrî destpêkiribu.

Tevgera Kurda a ku di bin serokatîya Şêx Seîd de sala 1925’an dsetpêkiribu,ji bo nasandin û qebul kirin mafên netewî yên Kurdan bi rejima Turk û her wiha ji bo parastina pênasa Kurd bu.Ji lewra ev tevger, tevgerek heqxwaz û meşru bu.

ŞÊX SEÎD Jİ BO PARASTİNA STATÛYA KURDAN SERHİLDE.

Serokê serhildana Netewî a Kurdistanê Şêx Seîd,yek ji rayedar û bîrewerê miletê Kurd e û wê wisa jî her tim bibîr were.. Tevgera ku di sala 1925’an de,dibin serokatîya Şêx Seîd de,destpêkirîye,bêşik,tevgerek netewî û azadîxwaz e. Kurd di wan salan de, bi dil û can bawerîya xwe bi vê tevgerê anîne û piştgirî lêkirine.Helbet, Şêx Seîd şexsîyetek taybetmend û civaknas û miletperwer û netewekar û zanîyar û her wiha jî;odlar bu.

Bê guman di dema dewleta Osmanîyan de,miletê Kurd birek/ qismek maf û berjewendîyên xwe parastibun û di jîyana Kurdan de xal û rengên Kurdewarî, zêdetir xûya dikirin. Wek perwerdeya bi zimanê Kurdî, navên xwezaî yên gund û bajarên Kurdistanê,xwedmixtarîya mîrekên Kurda,azadîya pênasa Kurd û Kurdistanê,nebûna ret û înkar û asîmîlasyonê û gelek xalên din.

Rejima Kemalist a Komara Turkîyê ku li ser “yekane” û “Turkane” hatibu hizirkirin, berî serhildana miletê Kurd bi du salan bibu xwedî desthilatdar. Meclîsek nû hatibu damezrandin, piştî meclîsê komarek jî, hatibu îlan kirin.Ya balkêş ew e ku komara nû, xwe wekî “Komara herdu gelen” ango “Komara Turk û Kurdan” beyan kiribu. Meclîsa yekem destûreke nû pejirandibu û him di destûra nu de û himjî di biryarên destpêka meclîsa nû de, ji bo miletê Kurd mixtarîyet, yanî xweserîyek wekhev wek prensîb hatibu qebul kirin.Di belge û bîranînên Meclîs û Mistefa Kemal de gelek caran qala vê demê hatîye kirin û ew belgeyê meclîsa pêşîn di arşîvên dewletê de hatine veşartin.Kurd wek miletek û Kurdistan jî wek welatek, Erdek, erdnigarek hatîye naskirin.

Lê mixabin ku Kemalîst û rayedarên komara nû bi lez xwe û feraseta xwe wergerandin ser hizrên xwe kû di wan hizran de, inkara heq û berjewendîyên Kurda wek “kareke milli” hatibu destnîşan kirin.Maf û berjewendîyên Kurdayetî ku her yek beşeke bun ji hebûna netewî a kurdan,yek bi yek hatin qedexe kirin. Gelek yasa û zagon û kiryarên “dijî Kurd” hatin bikaranîn,Kurd roj bi roj jî kesayetîya xwe hatin dûrxistin,Kurdbun bu wek xeterek mezin,feraseta nû a Komara Turkan,înkara Kurdan û jîyana Kurdayetî kir.Komara Kemalist û raya sîyas3i a kul i ser serdestîya nîjada Turk ava bibu,li Kurdan qûlibî,roj bi roj Kurdan xiste bin zordestîyek ne dîtî.

Di van şertan de, Şêx Seîd wek mirovek şerefmend û hestîyar û Kurdewar,li himber kiryarên zordestên rejîmê ne qaîlbun û nerazîbuna xwe anî ziman û gelek caran ew wek aqilmend û serwereke Kurd bi navê miletê Kurd bang li rejimê kir ku destdirêjîya mafên milliyên miletê Kurd neke.Lê, rejimê,vê bangewazê li ber çehv negirt û dijwartir bu,zilm û zora li ser Krdan berfirehtir kir.Rejima Turk Kurdan ji hemu mafên milli û hevpar bêpar hiştin.

Şêx Seîd, di gel serok eşîr û şêx û mişayixên Kurda gelek civînan kir, şewirî û yekîtiya wan pêk anî. Şêx dixwest kul i Diyarbekir “encumeneke milli” dabmezrîne miletê Kurd di vê derê de yekdeng bike.Lê rejimê vê mecalê ji neda gelê Kurd. Şêx Seîd û hevalê xwe naçar dest bi serhildanek girsehî kirin û li himber rejima Turk li ber xwe dan,xwestin ku Kurdistanê ji bin zordestîya komara Turk azad bikin.

Di vê demê de di navbera Rêxistina Azadî û Serokê wê Xalid Begê Cıbrî û Serokê milî Şex Seîdê Pîranê de, hevkarî û hevdengîyek pêkhat,Miletê Kurd 95 sal berê,li hemberî rejima Kemalîst serhildanek pêk anî.Lê, mixabin ku ev serhildan,ji alîyê piranîya dîrokzanan ve, wek serhildanek “bêwext û zû” hate hesibandin. Lewra, tê gotin ku,milet hê, bi tevayî amade nebu û yekîtîyek seranser a milli çênebibu. Lewraye ku, ew serhildana girseyî zêde nikarî bidomîne. Bi zordestîyek mezin rejima Turk êrîş anî ser tevgera Şêx Seîd û vê hewildanê têkbir,di nav zordarîyek nedîtî de,tevgerê da seknandin û belavkir.Şêx Seîd û 47 hevalên wî, di dadigeha Îstîklalê a Şerqê de,bi ferasetek neyar û bi bêdadîyek nedîtî, hatin darizandin ( mehkeme kirin) û bi idamkirinê hatin ceza kirin. Şêx Seîd tirseke wisan mezinbu ji bona rejîmê ku ,cinyaz û termê wî jî, bi xef veşartin û hê jî, cihê gor û qebra Şêx Seîd ne dîyare,hê jî, vedişêrin.

Ne tenê a Şêx Seîd,îro, hê jî, qebra ( gora) rêberên Kurda yên mîna SeyÎd Riza û bedîêzeman Seîdê Kurdî, ne dîyare. Rejima Turkperest sedem parastina mafê Turkayetîyê, him serok û rêber û mezinên Kurda kuştine û him jî gora wan veşartine.

Tevgera Şêx Seîd,tevgera parastina heq û azadîyên Kurda ye.

Gelê Kurd wê meşalaya ku sala 1925’an pêxistibu, hê jî, ne vemirandîye.

Şêx Seîd di tekoşîna azadîya gelê Kurd de dijî û wê, her tim bijî.

Gelê Kurd dixwaze ku gora babîrên xwe ziyaret bike.Ew gorên mezinên kurda ku ji alîyê

rejimê ve hatine veşartin bila derkevin holê.

Ez serokê tevgera azadîxwaz a Netewî Şêx Seîd û hevalên wî di 95.salvegera idam kirina wan de, birêz û ihtirameke mezin yad dikim.Her wiha darizandin û biryara bêdad a dadigeha nîjatperesta îstiklalê,bi tûndî şermezar dikim.

Şêx Seîd rûyê sipî a Miletê Kurd e.Miletê Kurd bi tevgera Şêx Seîd û bi şexsê wî, şanaz û kûbar e.

Miletê Kurd minetdarê Şêx Seîd e.





Print