|
Dengê Kurdistan: Wefata Wezîrê Eşo ji bo ziman û çanda kurdî xesareke mezin e |
2015-01-24 10:57 |
|
Gelê Kurd rewşenbîrekî xwe yê hezkirî winda kir.
Nivîskar, rojnamevan Wezîrê Eşo îro li Brukselê çû ser dilovaniya xwe. Wezîrê Eşo hosta û xebatkarekî gelekî berbiçav ê ziman û çanda kurdî bû. Ew di nav Kurdên çaralî Kurdistanê û cîhanê de mirovekî naskirî û hezkirî bû. Wefata bi xwe re xemgînîyeke mezin xiste nav dost, heval û hezkirîyên wî.
Wezîrê Eşo di sala 1934-a de li bajarê Tiblîsê hatiye dunyayê. Li Ermenîstanê li gundê Sîpanê mezin dibe û di xwendigehên Ermenîstanê de xwendina bilind diqedîne. Wek dersdar, rojnamevan (di rojnameya kurdî Riya Teze de), nivîskarê edebiyatê û werger dixebite û berhemên gelek hêja pêşkêşî ziman û çanda kurdî dike.
Wezîrê Eşo wê di nav dîroka pêşxistina ziman û çanda kurdî/kurmancî de herdem bê bîranîn û ciyekî bi rêz û qedir wergire.
Wefata Wezîrê Eşo xesareke mezin e ji bo ziman, çand û jiyana rewşenbîrî ya civata kurd.
Em ji malbata wî re sebir û sersaxiyê dixwazin.
Bila sere gelê Kurdistanê sax be.
Dengê Kurdistan, Weşanên Roja Nû û KOMKAR -Swêd
|
|
|
|