2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Düzgün Kaplan li Danîmarkayê konferansek da
2024-03-24 12:40

Serokê Partiya Maf û Azadiyan Düzgün Kaplan li Valby a Danîmarkê konferansek pêşkêş kir. Mijara konferansê hilbijartinên şaredarîyan bû ku di 31 Adarê de li Tirkiyê û Kurdistanê çêdibe.
Konferans ji alîyê KOMKAR-Danîmarka ve hatibû amadekirin. Serok Kaplan derbarî rewşa siyasî ya li welêt kir û li ser xebat û amadekariyên HAK-PARê agahdarî dan. Kaplan careke din li ser beşdariya hilbijartinan de daxwaz û armancên partiyê anî ziman. Wî got;
’’HAK-PAR dê li 81 parêzgehan bi namzetên welatparêz beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an bibe.
Armanca me ji hilbijartinan ew e ku di vê pêvajoya bilindbûna hesasiyeta siyasî de daxwazên bingehîn ên gelê Kurd derxin pêş. Em ê hewl bidin ku gelê kurd di nav lepên partiyên sazumanê de bernedin ên ku li ser bingehê dijayetiya kurdan bi hev re dikevine pêşbaziyê. Û herwisa nehêlin yên ku bi rêxistinên projeyî enerjiya gelê Kurd dikin dûvik ji bo kemalîstan gelê me dixapînin.
’’Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek e ku ji berê de maye û îro jî berdewam dike, ji ber ku çareseriyek adil nehatiye dîtin, her ku diçe giran dibe û zirareke mezin dide civakê. Divê pirsgirêka Kurd bi çareseriyeke radîkal û mayînde bê çareserkirin.
Helbet divê çareserî bi şêweyekî adil be û ev jî bi sazumaneke nû ya li ser esasê wekheviyê mumkun e. Ji bo vê jî divê ev zîhnîyeta ku Kurdan paşguh dike û dixwaze welat bi yek rengî boyax bike. Divê ev sîstema unîtert a bi vê têgihiştinê were terikandin û sîstemek federal bê qebûlkirin.
Armanca me ew e ku em rê û siyaseteke wisa bidin ber xwe ku di navenda wê de rojeva kurdan, berjewendiyên kurdan û daxwazên kurdan bingehîn be."
Print