2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Em Pêşewa Qadî Mihemmed û hevalên wî birêz dikin
2016-04-01 17:39


“EGER WELATEK WE HEBE û HÛN TÊDE SERBEST BİN, WÊ DEMÊ HER TİŞTEK WE HEYE.”

Serokkomarê dewleta Kurdistanê a Mahabadê nemir QADÎ MIHEMED û hevalên wî roja 31’ê meha 12’an a sala 1947 ( 31.12.1947) li meydana ÇARÇİRA a Mahabadê hatin darvekirin. Di ser darvekirina nemir Qadî Mihemed û hevrêyên wî de 69 sal derbas bû, lê hê jî, mêrxasî û wêrekî ucesareta Qadî nehatîye jib3ir kirin. Qadî û hevrêyên xwe ta axirîn nefesa canê xwe li ser sonda azadî û serxwebuna Kurdistanê man.

Qadî Muhammed, dema ku ber bi sêdarê va diçû, bi bîr û bawerîya azadîya Kurdistanê serbilind bu.Leşkerên dagirkeran ku xwastin çehvê wî girê bidin ji wan re hêr û tûrebu û got.:“çavên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavvekirî li welatê xwe binerim. hûn Qadî Muhemedekî dikujin lê bizanibin ku di her dilopek xwîna min de, wê bi hezaran Qadî Muhemedên din şîn bibin. Ez bang li gelê kurd dikim ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bike. Bijî Kurd û Kurdistan”

Qadî Muhammed nimuneyeke ji gernasî û welatperwerîya gelê Kurd. Em wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR birêz û hirmet Qadî Muhammed û hevrêyên wî bibîr tînin.Her wiha di roja yada şehîdên Kurdistanê de em hemu şehîdên gelê Kurd yad dikin û li ber xebat û fedekarîyên wan,her tim rêzkarin.

Şehîdên kurdistanê nemir in, her tim li bîra gelê Kurdistanê de dijîn.
Latif EPÖZDEMİR
Cigirê Serokê Giştîyê
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR


Print