2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR-Munîh: Dilê me û gelê Kurdistanê bi Pêşmerge re ye
2016-10-22 23:46


Îro pêşmergeyê qehreman şerekî dijwar li dijî DAİŞa terorîst, xwînmij û wehş dimeşîne. Pêşmerge, wek hêza çekdar û canfidayên Kurdistanê, di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî da nimûneyê qehremanîyê nîşanî hemû cîhanê didin.

Em bi cengawerîya wan serbilind in. Di vê demajoyê de, kurd ji kîjan partîya sîyasî, dîtin û bawerîyê dibin bila bin, divê hemû dest bidin hev ji bo qedera Kurdistanê û pêşeroja gelê me piştgirî û alîkarîyê bikin. Em wek komela KOMKAR ya München piştgirîya xwe bona pêşmergeyên qehreman dîyar dikin. Em çi ji dest me bê dixwezin alîkariya pêşmerge bikin.

Dilê me jî wek hemû gelê Kurdistanê herdem bi wan re ye.

Silav li pêşmergeyê qehreman!

Komîta Revebirina Komela KOMKAR München
Print