|
Bîranîna Dr. Qasimlo û hevalên wî |
2017-07-14 16:47 |
|
Rizgar Amedî
Weka her sal, îsal jî, di 13ê Tîrmeha 2017an da, li goristana navdar Père Lachaise, li Parîsa Fransê, rêberê nemir ê rojhilata Kurdistanê, Dr.Qasimlo û hevalên wî bi merasimekê hatin bibîranîn.
Di bernameya bîranînê da, nûneratîya PDK-I li Ewrûpayê, nûnerên komîteyên PDK-I li Fransa û Belçîkayê peyivîn. Her wiha, sirûdên ji bo bîranîna Qasimlo jî hatin xwendin. Kurdên li Parîsê, nûnerên HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyan) û PAKê jî tevlî bernamê bûn û qewzegul danîn ser gora şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî.
|
|
|
|