2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Cejna Qurbanê Divê Bibe Sedema Azadî, Aşitî û Aramiyê!
2018-08-20 16:49


Mixabin Civata Îslamê û her wiha bi giştî mirovahî, îsal jî nikare Cejna Qurbanê di nav aramî û aşîtiyê de pîroz bike.

Şer û pevçûnên mezhebî, êrîşên terorî niha bi giştî axa Civata Îslamî dorpêç kirine.

Li Sûriye, Iraq, Sûdan û li hin dewletên din ên Misilman, bi deh hezaran însan tên kuştin, bajar tên kavil kirin, bi hezaran însan ji axa xwe koç dikin û dibin penaber.

Desthilatdarên zalim nikarin pirsgirêkan bi awayekê aşîtiyane û bi riya diyalogê çareser bikin. Ji ber vê yekê jî gel birçî û tazî, jar û belengaz e; hewl dide ku jiyana xwe bidomîne.

Em hêvî dikin, Cejna Qurbanê ku bingeha xwe ji fedakariya mal û canê digre, dê ji bo tarî û şevereşa li erdnigariya Îslamê, bibe çirûskek.

Û dîsa êm hêvîdar in ku desthilatdarên zalim û bêwijdan biçin û yên edil, demokrat û aşitîxwaz bên; sazûmanên kevneperest û zordar biçin û yên nûjen bên. Bi saya vê dibe ku gel jî bikaribe di nav aramî û ewlehiyê da cejna xwe pîroz bike.

Li Tirkiye jî gel, di erefa Kurbanê da, ji ber qeyrana aboriyê feqîrtir bû.

Pirsa Kurd hîn jî çareser nebûye û ji ber vê yekê jî şer û pevçûn hêj jî dewam dikin. Desthilatdarên Tirkiyê hewl nadin ku pirsên bingehîn yên Tirkiyê ên wek pirsa Kurdan, Alewiyan û pirsgirêkên demokrasiyê, bi riyeke nûjen, edil û maqûl çareser bikin.

Lê dîsa jî em pê bawer in ku roj wê bê û gel li ser axa bav û kalên xwe, cejnên xwe di nav aşitî, azadî û aramiyê de pîroz bikin.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR, hêvidar in ku Cejna Qurbanê dê ji bo çareseriya pirsan bibe destpêk û em ê bikaribin di nav aşitî, azadî û aramiyê de cejnên xwe debas bikin.

Cejna Qurbanê li hemû bawermendan pîroz be.

20.08.2018

PARTIYA MAF Û AZADIYAN/HAK-PAR
BUROYA ÇAPEMENIYÊ











Print