2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: EM REJÎMA ÎRANÊ YA HOVANÊ PROTESTO DIKIN!
2018-09-08 19:41


Komara Îslamî ya Îranê tevî kampanyayên navneteweyî Ramîn Hisên Penahî û xizmên wî; Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî darde kirin.

Ev rejîma hovane ya antîdemokratîk îro jî li navçeya Koyê ya li Başûrê Kurdistanê bombe barand ser biryargehên PDK-Î û HDK"yê.

Li warên ku êrîşî kirin, gelek pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê ligel malbatên xwe dijîn.

Tê îdiakirin; gelek rayedarên Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) jî gava êrîş dihate kirin li navçeyê bûne.

Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) wekî hemû aliyên welatparêz ji bo partiya me HAK-PAR"ê dostekê gelek nêz .

Em wek Partiya Maf û Azadiyan ji bo kesên ku di êrîşê de birîndar bûnê şîfaye, ji bo şehîdên me jî sersaxiyê dixwazin.

Em ê her tim li pişt xwîşk û birayên xwe yên KDP-Î û HDK"yê bin.

Wek Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR"ê em rejîma dagirker û hovanê ya Îranê protesto dikin.

Em pê bawer in ku ew rejîma li dijî mafên mirovan wê di demekê kin de hilweşe û dawîya xwe bîne.

08.09.2018

PARTIYA MAF Û AZADIYAN/HAK-PAR
BUROYA ÇAPEMENIYÊ

Print