|
Broşura nasandinê ya Waqfa Riya Azadî |
2018-09-16 06:11 |
|
NAV: Bend 1: Navê xwe WAQFA ÖZGÜRLÜK YOLU (Wakfa Riya Azadî) ye Di vê senedê fermî da jê ra tenê “wakf” tê gotin.
NAVEND: Bend 2: Navendê wakfê li Enqerê, qeza Çankayê, taxa Kultur, zuqaqa Saglık 2, 56/10 numro ye. Wakf dikare li hundur û der welat şûbeyan veke. ARMANC:
Bend 3:
a) Wakfê ÖZGÜRLÜK YOLU (RİYA AZADÎ) berî hemûyan li welat, her usa jî li herêma me û çarkoşeyê dinyayê ji bo avakirina sîstemeke demokrat, azadîxwaz û pirrengî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêolaxên aştiyane û gor dadî, ji bo xurtkirina îdareyên herêmî (wek şaredarî û yên din) kar û xebat dike;
b) Alîkariya wan kesan dike ku ji ber xizanî, mensûbiyeta grûbî (cins, nijad, ol û hwd), şer, koçberiya ne bi dil, felaketên xuzayî û hwd. mexdûr bûne, birîndar yan seqet bûne, birçî û bêmal mane.
c) Ji bo parastina maf û azadiyên bingehîn kar û xebat dike.
d) Ji bo hemû kesên mexdûr, dı warê perwerde, xweşî (sihet) û karên civakî da xebat dike; ji bo zarokên ku ji perwerdeya bingehîn mehrûm mane bernameyên perwerdeyî bi rêva dibe, ji bo rehabîlîtasyona wan bi aliyê rûhî û bedenî kar û xebat dike; ji bo amadekirina ciwanan ji bo kar û perwerdekirina wan mekteban vedike; karên çapemenî û weşanan dike.
Kar û xebatên wakfê:
Madde 4: Wakf, ji bo cîanîna van armancên xwe
1. Ji mexdûran ra alîkariya maddî û manewî dike;
2. Ji mexdûran ra cil, xwarin û ciyê sutarê temîn dike, her usa ji bo hewcedariyên wan ên jîyanî alîkariyên neqdî û eynî kom dike û li wan belav dike;
3. Bi taybetî li cî û warên ku krîz pêk tên, li wir alîkariya zarokan, nexweşan, koçberan, kesên teda dîtî dike û ji wan ra alîkariya dadî (huqûqî), tibbî û psîkolojîk dike;
4. Li cî û warên han û ji bo kesên hewcedar sazîyên perwerdeyî ava dike û bi destê kesên dilxwaz bi rêva dibe û alîkariya kar-xebatên han dike.
5. Ji bo hişyarkirina raya giştî kar û xebat dike; ji bo perwerdekirina zarok, xort û mezinan her texlît karê weşanî û çapemenî bi kar tîne. Bona vê yekê kampanyayan bi rêva dibe, yan jî dibe şirîkên karên han;
6. Di warê zman, dîrok û çand da kar û xebatan dike; ji bo parastina berhemên dîrokî, her usa jî bo parastin û zêdekirina berhemên çandî li ser dîrok, zman û wîje (edebiyat) kar û xebat dike; weşanxaneyan saz dike; gor armancên xwe pirtûk, kovar, rojname, bulten û broşûran diweşîne; kar û xebatên zanistî (ilmî), perwerdeyî û yên nasandinê dike;
7. Ji bo parastin û xweştirkirina dorber kar dike; xelkê di vî warî da hişyar dike;
8. Wakf, da ku gor van armancên xwe xelkê hişyar bike, di warê netewî û navnetewî da semîner û sempozyûman, konferansan, panelan, civînan, pêşbazîyên bi bedêl û bê bedêl û çalakiyan, raxistinan amade dike; fîlman, wîdeoyan, teatran û çalakiyên din bi rêva dibe, yanjî tevî çalakiyên han dibe;
9. Ji bo kar û xebatên zanistî enstîtû, akademî û seziyên han vedike, yan jî saziyên han ra dibe şirîk, bi wan ra hevkarî dike;
10. Gor armanc û karên wakfê, bi destê kesên pispor li ser babetên dîrokî, civakî, çandî û aborî lêkolînan, raporan, ankêtan dide amadekirin û wan di warê çapemenî û elektronîk da belav dike;
11. Ji bo kesên mexdûr û malbatên wan her texlît xizmeta psîkososyal, maddî û manevî, alîkariya huqûqî dike û bo van karan bi rêxistinên sîwîl û sazîyên dinê ra, ku van karan dikin, hevkarî dike.
12. Ji bo firehkirina kar-xebat û xizmetên wakfê û bo ku ev xizmet bigihîjin zêdetir kesan, ji bo piştgiriya kesên dilxwaz, ji bo komkirina alikariya maddî, kampanyayan vedike, projeyan çêdike û piştgirî dide projeyên han;
13. Ji bo navenda wakfê û şûbeyên wê û ji bo her texlît kar û xebata wê mal û milkên sabit û ne sabit dikire, wan gor armancên wakfê bi kar tîne, gor hewcedariyê difroşe yan dibexşîne sazîyen ku xizmetên han bi rêva dibin;
14. Ji bo xizmeta mexdûran nexweşxaneyan ava dike, lokalan, cî û warên xwendinê, mêvanxaneyan vedike, yan jî yên heyî ra dibe şirîk;
15. Li welat û li der welat van karan bi rêva dibe û rêxistinên netewî û navnetewî yên sîwîl, saziyên fermî (yên dewletan) û ne fermî ra hevkarî dike, ku ji bo armancên bi vî rengî kar dikin;
16. Ji bo cîanîna armancên wakfê, lîjneyên xebatê, dezgeyên bazirganî (şîrketan) çêdike û kar-xebatan dike ji bo temînkirina çavkaniyên diravi; 17. Ji bo cîanîna armancên wakfê da ku çavkaniyên aborî temîn bike, her texlît navendên perwerdeyî, çandî, psîkoterapî û rehabîlîtasyonê vedike û rêva dibe, karên bazirganî dike, sazîyên han vedike, yên heyî ra dibe şirîk û ji bo van karan kadroyan perwerde dike, digihîne;
18. Bûrsa bi bedêl, yan jî bê bedêl dide xwendekaran, alîkariya ilmî dide akademîsyenan, pere dên dide wan, alîkariya wan kesan dike ku li welat yan jî li der welat kar û xebata ilmî dikin, ji bo xwendekar û akademîsyenan qurs û geran, konferansên netewî û navnetewî amade dike, yan jî alîkarîya çalakiyên han dike da ku ew zanîna xwe pêşva bibin; xwarinê dide akademîsyen û xwendekaran, memûr û xizmetkêşan, îmkanan bo wan çêdike ku ew bikaribin di warê spor û xebatên civakî da beşdar bin;
19. Ji bo amadekirin û wergerandina berhemên olî, ilmî, ehlaqî, dîrokî, fikrî û edebî kar dike, di vî warî da pêşbazîyan amade dike, lêkolînan dide kirin, berhemên telîf û werger dide çapkirin, berhemên bi feyde temîn dike û bi bedêleke erzan difroşe û belav dike, bo vî karî cîgehên frotin û raxistinê vedike;
20. Gor armancên wakfê hêlîna zarokan, dibistan, cimnazyûm û mektebên din vedike; ji bo perwerdekirin û têgihîştina mezinan qursên dirûn û neqşê, yên kompîtûr, qursên ji bo haziriya zanîngehê û hwd. vedike.
Özgürlük Yolu Vakfı Kültür Mahallesi Sağlık 2. Sokak 56/10 Kızılay - Ankara Tel: 0541 544 38 06 Faks: 0312 424 11 69 E-mail: info@ozgurlukyolu.com |
|
|
|