2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li HAK-PAR Stenbolê Konferansa ‘’Roja Zimanê Dayîk a Cihanê’’ pêk hat
2019-02-25 11:13


“Zimanê me hebuna me ye. ”

Li HAK-PAR’ê, liqê Stenbolê roja 24’ê Sibatê konferansek li ser “ROJA ZİMANÊ DAYÎK A CİHANÊ” pêk hat. Konferans saet li 14. 00 ya dest Pêkir û wekî dû saaet û nîv dewam kir. konferans ji alîyîyê Latif Epözdemir ve hate pêşkêş kirin.
Serokê Hakparê a şaxê Stenbolê Mistefa Aytaş konferansê vekir û piştre Latif Epözdemir dest bi axaftina xwe a Kurmancî kir. Epözdemir konferansê ewil bi Kurdi pêşkêş kir piştre jî kurtedubareyek bi Turkî jî pêş kêşê guhdara kir. Nêzîkê pêncî kes beşdarê konferansê bun.
Epözdemir di axaftina xwe de wiha got:” Ji sala 1999’an ve, her sal roja 21’ê Sibatê wek “Roja Navnetewî a Zimanê Dayîkê “ tê pîroz kirin. Vê rojê UNESCO bi yada tevgera xwendevanên Bengalî a di rêya azadîya ziman de, wek rojek giring beyan kir. Xwendevanên Bengalî, li Bengladeş`ê, ji bo azadîya zimanê xwe xwepêşandan û çalakîyan li dar xistibûn û sedemê vê yekê bi polêzan re pevçûn qewimî bû û her wiha di wan çalakîyan de xwendevanên xwepêşander hatibûn kuştin”

Epözdemir di konferansê de li ser rewşa zimanê Kurdî jî sekinî :” Zimanê Kurdî zimanek kevin û qedîme. Ji damezrandina Komara Turkîyê û hetanî îro, hê jî mecala azadîyê bidest nexistîye. Komara Turk bi yasaya bi navê “Tevhîda Tedrîsatê” (Yekkirina Perwerdeyê) zimanê Kurdî ji qada hînkarî û perwerdeyê rakir. Li Turkîyê, Kurdî heta çend sal berê jî, qedexe bû. Di van çend salan de, axaftin û nivsandin hatibe serbest kirin jî, lê mixabin ku Kurdî di perwerde û hînkarîyê de wek zimanek fermî û wekhev nayê bikar anîn. Li himber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî, hetanî îro, gelek xebat û çalakîyên sîyasî hatîne dayîn. Her çend ziman qedexekirî jî be, lê dîsan jî bi dehan kîtêbên dîrokî û edebî hatine weşandin. Ev yek jî dide nîşan ku zimanê Kurdî zimanek erdgirtî û dewlemend e. Xweşhal in ku zimanê me heta niha karîye hebûna xwe biparêze.

Epözdemir berdewam wiha got: “Wek ku tê zanîn, zimanê Kurdî xwedî çend zarava û çendîn devok e. Zimanê Kurdî ji zaravayên sereke yên wekî Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewramî û Lûrî pêk tê. . Kurd li cîhanê sê elfabeyan bikar tînin. Kurdên Sovyeta berê Kirîlî, yên îran û Iraqê sansikriti ( erebî) yên Turkîye û beşeke Surîyê , her wiha beşeke mezin ji Kurdên Rusyayê îro elfabeya Latînî bikar tînin. Bê guman ew girseyên ku van zarava û devok û elfabeyan bikar tînin hemu jî bi eslê xwe Kurdin û mensubê yek zimanî ne, ji sal û zemana ve, niştecî û xwedîyê yek ax û welatî ne. Îro li bakûrê Kurdistanê, bi qasî pênc mîlyon Kurdên Zaza henin, lê mixabin ku ev zaravayê Kurdî, roj bi roj ber bi windabûnê ve diçe. Her wiha zaravayê Lûrî û Hawramanî jî zêde zêde ketîye bin bandûra Farisîyê, ew jî dinav xetereke mezin daye. ”

Konferans sê beş hatibu saz kirin. Beşa yekem bi Kurdî hate pêşkêş kirin, ya diduyan kurtedubareyek bi Turkî û beşê sisêyan jî bersivfayîna pirsên beşdaran bu. Guhdaran jî bi boneya roja ziman ray û ramanaên xwe anîn ziman û çend pirsîyaran kirin. Li ser pirsa guhdarek Epözdemir wiha got:”

Xwestina du tiştan wek helwestek sîyasî tê pejirandin. Yek perwerdeya bi zimanê Kurdi û “bila zimanê Kurdi bibe zimanek resmî, ango fermî” Her hal di şerd û mercê îro de ev herdu helwest bi hêsanî nema pêk tên. Lewra dewleta Turk li ser binyatek “tekane” hatîye ava kirin û ev “tekatî” tenya tê yek wateyek. Ew tiştê ku rayedar û desthilatdarên dewleta tirk ji vê “tekayetîyê”” tekalî” fêm dikin, “Turkayetîye” Dema ku zimanê Kurdî bibe zimanek fermî an di perwerdekirinê de bibe zimanek mehqûl, wê demê sistema “perwerdeya milli” û sistema “yekeni” a fewleta Turk hildiweşe. Eger zimnê Kurdan bibe zimanek fermî lazime hemu dem û dezgeyê dewleta Turkîyê werin guhartin û “tekalî” çîyê xwe ji” piralîtîyê” re bihêle. Ev guhertin ji bona dewleta Turk pirsgirekek” beka”yê ye. Lewra eger guhartinek wiha pêk were dewlet mecbure ku xwe li gorî pirrengî û pirdengî ji nuve saz bike. Eger ev yek jî pêk were wê demê yek rêyek heya:Dewlet wê bibe dewletek federal. Wekî din tu çareyek tuneye. Lewraye ku dewleta Turk bi hemu hêz û karîna xwe pêşî li perwerdeya zimanê Kurd digre û hê ne amadeye ji bo gehertina vê sistema kevnar. ”

Latif Epözdemir di dawîya konferansê de got :”Her wiha lewraye ku Dewleta Turk, herçend terefdarê bi dehan peymanên navnetwîyê ku azadî û bikaranîna zimanê dayîk wek heq û berjewendîyek xwezayî û insanî qebûl dike, lê makezagona Turkîyê mixabin hê jî, yasayên ku bergirî li zimanê Kurdî digrin diparêze. Di serdema nû a şaristanîyê de ev yek şermek mezin e. Kurdî heqe ku bibe zimanê fermî û di hemû qad û warên jîyanê de wek were bikar anîn. Divê zimanê Kurdî di hemu qonaxên perwerde û hînkarîyê de bibe zimanê fermi û yasayî. “

Konferans paş’i bidawi hat.

Print