2024-05-11
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
JIN ŞER NEXWAZIN, JI BO AŞTIYÊ HEWL DIDIN!
2020-03-07 17:54


8 Adarê Roja Jinan Pîroz Be!

Di sala 1857an de, li New Yorkê jinên karker ji bo ku rewşa xebatê baştir bibe, seatên dirêj ên xebatê bên kêmkirin û mehaniya karkerên jin bên dirûstkirin protesto dan destpêkirin. Ew jin li dijî zilma li her qadê jiyanê, li dijî bêwekheviyê û dagirkeriyê daketin kolanê. Protestoya ku 163 salan bere dest pê kir, îro ji bo jinan sembola serhildanê ye.

Wê rojê, di protestoyan de agir bi febrîqeyekê ketibû û 120 jin di wê şewatê de jiyana xwe ji dest dabû. Îro jî jinên ku dixwazin serxwebûna xwe bi dest bixin û bikaribin ji bo jiyana xwe qerara xwe bidin; bi deste mêran tên qetilkirin. Ji ber vê yekê 8ê Adarê ji bo jinên ku li dijî bêwekheviyê û zilmê derdikevin, roja serhildanê ye.

Sed sal bere, jin ku ji bo heman karê heman mehaniyê dixwazin hatibûn qetilkirin. Lê îro, li erdnigariya me jî jin di nav şerê qirêj de rastî zilm, xizanî, tehde û şikenceyê tên. Her çiqas di encama vî şerî de tu kes bi ser nekeve jî, jin û zarok zirara herî mezin dibînin. Şer tundiya herî mezin e û xeberên mirinê herî zêde jî jinan diêşîne. Jin wekî amûrekî tên firotin, dibin penaber û bi zarokên xwe re ji wir koçî cihekî din dikin; di van riyan de şerpeze dibin.

Şer li ser dinê, ji bo însanan çi heye qetil dike.

Dagirker di nav şer de zordariyê zêde dikin. Wekî îro, ji bo ku neheqiyên tên kirin normalîze bikin her tiştî bi şer re girê didin û ji bo jiyanê çi heye bin pê dikin. Şer pêşî li hemû tundiyan vedike. Her roj jinek tê kuştin. Di nav şertên bêwekhevî de jin rastî zordarî û zilmê tên. Lê tevî vê yekê zilmkar kê/kî li dijî şerxwazan derkeve, dengê wan qut dikin, bi awayekî derqanûnî wan ciza li wan dibirin. Her roj bêkarî zêde dibe, tu kes pêşîya xwe nabîne û bi hêsta neçariyê însanên me xwe dikujin.

Îro li vê dewletê gelek pirsgirêk henê ku li benda çareseriyê ne. Divê di serî de mafên gelê Kurd bidin. Ligel vê ji bo wekheviyê zayendan, mafên demokratîk û wekhev ên hemû însanan makezagon bê guhertin.

Nîvê jiyanê jî jin in;

Heta ku zordestiya li ser jinên Kurd neterike, ji bo jiyaneke ewle hemû verastkirinên fîzîkî, civakî û hiqûqî neyên kirin, wek ekonomîk jin ji bo heman karê heman mehaniyê nestînin, dagirkeriya li ser jinan neqede û astengiyên li ber jinan ranebin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Bijî Têkoşîna Me ya Ji Bo Wekhevî û Azadiyê,

Bijî Têkoşîna Mezin a Hemû Jinên Dinyayê

Bijî 8ê Adarê…

Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR

Baskê Jinan a Navendê


-----------------------

8 Mart Dünya Kadınlar Günü Kutlu Olsun

HAK-PAR kadınların eşitlik ve özgürlük mücadelesinin yanındadır


Kadınların eşitlik ve özgürlük mücadelesinin yanındayız.

Kadınların eşitlik ve özgürlük mücadelesi, diğer toplumsal problemlerin çözümüne yönelik mücadelelerle birleşerek her geçen gün daha da büyüyor.

Kadınları ikincil cins duruma getiren erkek egemen toplumun yapı taşları, her gün biraz daha sorgulanıyor ve parçalanıyor.

Kadınlar, itildikleri ikincil cins konumuna itiraz ettikçe, toplumsal ve siyasal yaşama daha çok katılıp, eşitsizliğe, köleliğe, ayrımcılığa, ulusal, sınıfsal ve cinsel sömürüye başkaldırdıkça daha güzel bir dünyaya olan umudu da büyütüyorlar.

HAK-PAR kadınların bu başkaldırısının, eşitlik ve özgürlük mücadelesinin yanındadır

Ülkemizde de kadınlar, her geçen gün daha çok, toplumsal ve siyasal yaşama katılarak, hem erkek egemen tolumun kadın aleyhine olan temellerini sarsıyor, hem de halkımızın özgürlüğünü gasp eden sömürgeci düzene karşı mücadeleyi adım adım geliştiriyor.

Elbet bu mücadele başarıya ulaşacaktır.

Ancak bu gün aşılacak daha çok sorun olduğu da ortada.

Kadınlara yönelik sayısız ayrımcı uygulama, eşitsizlik, baskı halen yaygın.

Kadına karşı şiddet hız kesmiş değil. Her gün erkek şiddetine maruz kalan ve yaşamını yitiren kadın haberlerini okuyoruz.

Şiddet toplumsal dokuyu tahrip etmeyi sürdürüyor.

Kadına yönelik şiddet sınıfsal baskı, sömürgeci uygulamalar ve gerici geleneklerin zemininde büyüyor.

Şiddet kültürü, Kürdistan’da sürdürülen kirli savaş tarafından da besleniyor.

Kürt kadını bir yandan berdel, başlık parası ve benzeri gerici geleneklerle, aile içinde, toplumsal yaşamda kendisine biçilen ikincil rolünü değiştirme mücadelesi veriyor,
tacizlere, tecavüzlere, aşağılamalara karşı duruyor;
ucuz emek deposu olmaya, emeğinin yok sayılmasına, sömürüye karşı itirazını yükseltiyor.

Diğer yandan Kürt olarak, dili- kültürü, ulusal kimliği üzerindeki baskılara, ülkesinin yer altı- yer üstü zenginliklerinin talan edilerek yoksulluğa sürüklenmesine, evinin, köyünün, yaşam alanlarının savaşlarda tahrip edilmesine, çocuklarının öldürülmesine, yaşamlarının karartılmasına karşı çıkıyor.

Sürdürülen kirli savaşın ağır bedellerini en başta kadınlar ödüyor.

Bu nedenlerle kadınlar eşitlik mücadelesiyle, özgürlük mücadelesini harmanlıyor.

Evde, sokakta ve işte, hayatın her alanında kadınların aleyhine olan yasal ve fiili uygulamalar giderilmeden, bu yönde yürütülen mücadele ile dayanışma içinde olunmadan toplumsal gelişmenin de sağlanamayacağı; Kürt halkının özgürlük mücadelesinin de başarıya ulaşmayacağı bilinciyle;

Kadınların eşitlik ve özgürlük mücadelesinin yanındayız.

Yaşasın kadınların eşitlik mücadelesi,

Yaşasın 8 Mart

HAK-PAR
BASIN BÜROSU
Print