|
HAK-PAR: KOMARA KURDİSTANÊ A MAHABADÊ, RÛYÊ PÎROZ A DİROKA KURDİSTANÊ YE |
2021-01-22 15:13 |
|
Roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengîya nemir Qadî Mıhemmed û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Îsal bu 75 sal ku ew Komara netewî a Kurdistanê hatibu ava kirin.
Damezrêner û avakar û pêşengê Komarê “Komeli Jiyannewey Kurd” JÊKAF bu. JÊKAF piştî demeke kin xwe veguhast û bu partî. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê,(PDKÎ/HDKÊ) wek rênîşander û parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê saz bu.
Heyf ku emenê Komarê 11 (yazde) heyv ajot. Lê, di maweyê vî yazde heyvî de,gelek nirx û hêjanên miletê Kurd hatin xûlqandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê ji alîyê Neteweyên Yekgirtî (NY) (Miletên Yekbûyî) ve, bi fermî hatîbu naskirin.
Komara Kurdistanê cerbandinek pir giring bu û bê guman li du xwe destkevtîyên mayinde hişt..
Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebîyatê de, gelek gavên giring hatin avêtin. Operayek netewî bi navê “Daykî Niştiman” hate çêkirin, di warê çapemenî û weşangerîyê de jî, gelek cehdên giring encam dan. Zimanê Kurdî bu zimanê fermi û zimanê hînkarî û perwerdekarîyê. Şagirtên dibistanan geyiştin zimanê xwe û bi Kurdî dest bi xwendin û nivsandinê kirin.
Komara Kurdistanê a Mahabadê, yekem car leşkerek nîzamî ava kir û ji bo leşkerên Kurd navê “Pêşmerge” lê hat danîn. Pêşmerge ew kese ku pêş hemu kesî diçe mirinê. Yanî parêzgerê gel û welate pêşmerge. Bi biryara Komara Mahabadê Mela Mistefayê Berzanî wek general û fermanderê Giştîyê Leşkerên Kurdistanê hate tayin kirin.
Her wiha Komarê sîrûda netewî a” Ey Reqîb” wek merşa Kurdî qebûl kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin. Qencî û sûdên Komarê helbet ne evqasin. Her wiha ala Kurdan di vê demê de hate kivşekirin û ala rengîn hate eşkerekirin.Bi avakirina Komara Kurdistanê re, cara yekem bu ku bi navê “Peymana Sê Sînûr” peymanek hate saz kirin û çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî bi vê peymanê, hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybun û Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji beşekê cûdayê Kurdistanê bun, di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê wek dilşahî û serketineke netewî pejirandin û jêre bune arîkar û piştevan. Îro jî hewcedarîya Miletê Kurd bi “Peymaneke Sê Sînor“ heye.
Serokê Komarê Pêşewa Qadî Mihemmed her wiha serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu. Partî û Komar di heman çax de hatibun dinyayê. Mixabin ku Komar nema karî xwe rabigre; lê, Partî îro jî bi mêrxasî ji bo azadfîya Kurdistana Rojhilat têdikoşe, dixebite.
Rejima dirinde a Îranê, piştî vekêşana Ertêşa Sor hêriş bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir. Qadi heta axirîn nefesa xwe di meqamê xwe de wek miroveke serbilind li ber xwe da. Lê bêmecal û bê pal û pişt ma, civaka navnetewî a cîhanê û sazîya Miletên Yekbûyî li pişta Kurdan ne sekinin.
Dewleta dagirker, Komara Kurdistanê dorpêç kir û hilweşand. Serokkamar Qadî Mıhemed û Serokwezîr Hacî Babaşêx û wezîrê parastin û berevanîyê Seyfî Qazî ji alîyê rejima zordar a Îranê ve roja 31’ê Adara sala 1947’an, hatin idam kirin.
Komara Kurdistanê a Mahabadê sikaneke gelek giringe di dîroka gelê Kurd de.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR, bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin.
Di 75.min salîya vê Komara netewî de, divê gelê Kurd wan rojan yad bike, û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre.
Komara Kurdistanê a Mihabadê, rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye.
Rûhşad bin Qadî Mıhemmed û hevalên xwe.
Berxwedana Qadî Mihemed, bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike. 22.01.2021
Latif EPÖZDEMİR Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
|
|
|
|