2024-05-09
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
MEMED ALİ AKAGÜNDÜZ JÎ, JÎYANA XWE Jİ DEST DA
2021-06-30 19:10


Ewil İhsan, niha jî Memed Ali.

Vê salê xembarî ji pêsîra me dûr neket. Yek li du yê din, bi dehan leheng û gernasên bijare jîyana xwe ji dest dan. Hemu jî, kesayetên bawermend bun, dilsoz û dildarê azadîya Kurd û Kurdistanê bun. Miletê Kurd di vî qonaxî de, gelek kadroyên hêja winda kir.

Memed Ali, ji binemaleke welatperwer a Dêrsimê bu. Li Mazgirt gundê Lodek hatibu dinyayê. Ji roja ku fêmayê xwe bu û heta roja axirîn nefesa xwe, bê sekin û seqar, ji bona azadîya Kurdistanê, di rêya azadîyê de ref girt û bêwestan bi camêrî xebatê kir. Paşî berê xwe da Fransayê û li Parîsê bi cî bu.

Memed Ali Akagündüz, li Fransa seranser, mal bi mal li malbat û kesayêtên Kurd gerîya, wan dît, bi wan re pêwendî danî, piştevanî kir, wan derheqê doza rewa a miletê Kurd de serwext kir.

Memed Ali Akagündüz birayê Hüseyin Ali Akagündüz bu ku li Parîsê ji alîyê provakatorên qatil ve hatibu şehîd kirin.

Memed Ali, bi dileke pola, di rêya azadîyê de xebiti. Bu endamê PSK’ê, demek di wira de jî xebitî. Piştre dema ku HAK-PAR hate damezrandin, di nav refên HAK-PAR’ê de cih girt. Di vê dema paşîn de bu endamê Kordinasyona Derveyê Welat a HAK-PAR’ê. Di heman halde ew nûnerê partîyame a Fransayê jî bu.

Memed Ali, fedekar, rûken, dilsoz û dilbengîyê serxwebun û azadîyê bu. Bêguman miletê Kurd ewladeke xweyê tekoşer winda kir.

Ew mirovê daw û dozê bu, ew dildarê welateke azad û demokratik bu. Cihê wî zû bi zû nayê dagirtin. Em gelek xemgîn in. Bila serê malbatê, hezkiryan, dost û heval û hogiran sax be.

Bila serê miletê Kurd sax be.

Di nav nûr û ronahîyê de razê. Oxirate a xêrê be “Îmanim” Memed Ali…

Ruh şad be.

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê HAK-PAR’ê


Print