2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Em bi tundî Rejîma Melleyan protesto dikin
2022-09-17 18:13


Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em bi tundî Rejîma Melleyan protesto dikin.

Jîna Amînî (Mahsa Amini) ku ya 22 salî li bajarê Seqiz ê Rojhilata Kurdistanê, bû qurbaniya Rejîma Melleyan ya paşverû.

Di 13"ê Îlonê de Jîna Amînî (Mahsa Amini) ya ku çûbû serdana xizmên xwe yên li Tehranê, li istasyona metroyê de bi hinceta ku serê xwe negirtiye, hat binçavkirin û bi deste midûriyeta polîsan bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Rejîma Îranê her roj bi darvekirin, îşkence û binpêkirina mafên mirovan ku bi salan e li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne, sûcên li dijî mirovahiyê didomîne.

Em hemû cîhana pêşverû, nûjen, bi taybetî gelê Îranê vedixwînin ku vê rejîma îşkenceyê şermezar bikin.

Em wek HAK-PAR vê Rejîma Melleyan ya xwînrij-reaksîyoner bi tundî protesto dikin.

HAK-PAR
Print