|
ZVK KOMKAR: Munzur Çem, bi kar û xizmetên xwe di doza Kurdistanê da cîyêkî bi rûmet girtîye |
2022-12-11 21:16 |
|

Serxweşi
Nivîskar û ronakbirê Kurdistanê heja Munzur Çem( Hüseyin Beysülen) mixabin; li 10.12.2022 da sedema nexweşiya şêrpençêçû dilovanîya xwe. Em gelek xemgînin.
Munzur Çem li ser doza Kurdistanê û taybetî ser qirkirina (1938-Dêrsim) roman û lekolinên balkêş nîvisand û kir xizmeta Kurdistane.
Munzur Çem, bi kar û xizmetên xwe yên hêja di doza Kurdistanê da ciyêk bi rûmet girtîye.
Wîdi warê zimanê Kirmancî da kedeke mezin nîşan da berhemên hêja pêşkêş kir. Di saya karê wi yên çandî ûakademîk,di van sî salên dawîn da, jimara niviskar û xwendewanên Kirmancîyên nû zêde bûn. Wî li ser dîroka tarî ya Dêrsimênivîsand û pir kesji dîroka xwe haydar bûn.
Em ser navê Komela ZVK-KOMKAR Navenda Yekitîya Komelên Kurdistanî li Almanya, berê malbatên Beysülen û Sarıbaş û rêhevala wî doktor Gulistan xan ra serxeşi dixwazin. Bila serê gelê Kurdistanê û hemû hezkiriyên Kirmancîyê xweş be.
Rêhevalê me Munzur Çem; Oxir be!
Em bi kar û xizmetên te serfiraz in. Em tu car te ji bîr nakin!

Serokê ZVK-KOMKAR Dr. Rohat Goran |
|
|
|