2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PARê şert û mercên qanûnî yên pêwîst ji bo beşdarbûna hilbijartinan wek partî pêk anîn
2022-12-17 19:13


JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPAMENIYÊ RE

Weke tê zanîn; ji bo partäya HAK-PARê û hin partiyên din, qada siyaseta legal ya li Tirkîyê, bi qedexeyan û gelek astengiyên xwe ve wek rêyeke mayînkirî ye. Di serî de yasaya bingehîn (Anayasa) û Qanûna Partiyên Siyasî, gelek astengî û qedexeyên taybet rê li ber van partiyan digrin. Mafê wan ê beşdarbûna di hilbijartinan de hebe jî, nabe ku ew daxwaza şert û mercên wekhev û adilane bikin.

Yek ji neheqîyên ku ji ber astengiyên li pêşiya partiyên muxalefetê çêdibin ew e ku alîkariya xezîneyê nadin hin partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin. Dema ku hin partî ji xezîneyê alîkariyên madî yên mezin distînin, HAK-PAR û hin partiyên din ji vê alîkariyê bê par in.

Digel hemû şert û mercên neyînî jî HAK-PAR wek partî beşdarî hilbijartinên 2015an bû û di encama kampanyaya hilbijartinê ya ku bi derfetên kêm pêk anî, bala civakê kişand ser xwe.

Tevî her tiştî, HAK-PAR ku tenê bi heqê endametî û bexşên endamên xwe beşdarî hilbijartinên 2015"an bû û bi 110 hezar dengan bala hilbijêran kişand ser xwe, hingê rejîma heyî dixwest ev partî ji pergala hiqûqî bê dûr xistin.

Çima? Ji ber ku HAK-PARê bal kişand ser pirsgirêkên bingehîn ên civakê, bi taybetî pirsgirêka kurd û çareseriyên adil û hemdem pêşkêşî civatê kir. Wan bi awayekî neqanûnî, bi manevrayên burokratîk ên curbecur, jimara endam û rêxistinên Partiya me li gelek deveran sifir kirin, tune hesibandin. Bi vî awayî nehîştin ku wek partî beşdarî hilbijartinên navçeyî yên sala 2018ê bibe.

Piştî kongreya xwe ya 9. HAK-PAR neçar ma ku hema hema ji sifirê destpê bike, xwe ji nû ve birêxistin bike. Bi berpirsyariya afirandina alternatifeke ku gelê me bi dil û can dengê xwe bidê, xebateke dijwar meşand û careke din şert û mercên qanûnî yên beşdarbûna hilbijartinan bi dest xist.

Nuha HAK-PARê li gor şertê ku li 41 bajarên û ji sêyan yek (1/3) ê navçeyên wan bajarên bên birêxistinkirin, bi cih anîye.

Em niha bi hêsanî radigihînin ku; Eger rejîm rêyên ne qanûnî dernekexe û bi pêpeskirina qanûnên xwe jî astengên nû dernekexe, HAK-PAR wek bijardeyeke aştiyane û demokratîk cihê xwe di qada siyasî de girtiye ku ji hemû pirsgirêkan re, nemaze çareseriyên adil, yên hevdem derdixe pêş, ji çareserkirina pirsa Kurd re rêberî dike û şîdetê ji holê radike.

HAK-PARê şert û mercên qanûnî yên pêwîst ji bo beşdarbûna hilbijartinan wek partî pêk anîn.

Ev destkefta ku di eynî demê de wê derfetê bide ku daxwazên rasteqîn ên gelê me derbixe holê, rojeva xwe ya taybet biafirîne, siyasetê bike an jî bandorê li siyasetê bike, derfetek e ku divê her kes bi taybetî welatparêzên Kurd, yên ku li ser bingehê têkoşîna aştiyane û alîgirê demokrasî û azadiyê ne.

Ji vir ve em bang li hemû welatparêzên dilpak ên ji bo aştî, demokrasî û azadiyê diparêzin dikin; Werin em dest bidin hev hîleyên hêzên tarî yên ku ji Kurdan re rêxistin û serokên sexte tayîn dikin eşkere bikin û nehêlin ku wan bikin amûra şerê desthilatdarîya xwe ya navxweyî.

Em dibêjin:

Werin em dest bidin hev, alternatîfeke bihêz derxînin meydanê, ya ku nûnertiya gelê kurd bi destê xwe pêk bîne, çareserîyên siyasî biafrîne da ku hebûna gelê kurd di destûra bingehîn de bête naskirin; hemû mafên gelê me yên demokratîk, statuyeke xwe-bi xwe îdarekirin jî di nav de bên garantîkirin, di serî de zimanê kurdî li gel tirkî wek fermî bête qebûlkirin. 17/12/2022

Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR
Print