2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
ZVK-KOMKAR; Bijî tekoşîna jinên kedkarên Cîhanê!
2023-03-08 10:34


Beyana 8ê Adarê

8ê Adarê rojekî dîrokî ye, roja azadî, hildana ala xebatê li dijî hemû zulm, şêlandin û kuştina li dijî jinan e.

Îsal em wê roja pîroz da; di 6ê şibatê deh bajarê da, du erdhêjê mezin bû. Bi milyon insan ciyê xera koç kir çun metrepolan, em eş û zerar û zîyanê 6ê şibatê; 8ê adarê da carek din bi dilên xemgin bîrtînin.

Herkes bizane ku, sedama erdheja 6a şibatê siyaseta ne rastî ye. Bi sedsalan e, hem tabiatê welatê me şewitand, bomba kirin û gund û bajar insanê me qirkirin û sedemê koçkırıne mezin bûn. Hukumet û siyasetê sed salê hem miletê xwe him ji millete ku ser wî erdê dijîn, zulm û eziyeten pir giring kir. Ev jî terê nekir. Bi politikayên şaş; her alida miletê xwe ra eziyet kir. Helkê kû gunda da zozanan da ser erdê xwe bextiwar dijîyan, şandin metropolan.

Feleketa 6ê şibatê miletê ku koçkir û bajaranê xwe da kona da jîyana xwe didominin, him bi sermayê ziwistanê û ne çuyîna kon û kontunyer da dinalînin. Canê xwe xilas kir lê nexweşî û bê av bê dermanî jîyana erdêjan kirîye eziyetek cuda. Çavê wan, hemû welatxaz û welatanê xêrxaz û humenitara da ye.

Mixabin, hezar insan bin enkazê betonan da man. Dewlet negihişt wan mirovan. Wê rojen tarî tengasî da, alîkariya erdhêjani welat û rexistinen sivil kir. Ev alikarî hê bi mehan salan bido me. Dîsa; serokê ZVK-KOMKAR Dr. Rohat Geran 4ê adarê heta 8 Adarê bi heyetek çû alikarîya maddi, tibbi û veranbûna erdhêjê cî da bibîne. Alîkarî bide erdhêjan.

Roja yekem heta iro, ZVK-KOMKAR cem belengaz bûn, weda şunda ji, çi destê me ra te, em li cem milletê xwe zarokan û jinan bikin. Êş giran e, lê hêz û hezkirina welat hê mezin e.

ZVK-KOMKAR 8ê Adarê isal, bangê insanen ku wekhevi, aşiti û azadi dixwazin, dest bidin hev, cem hevdû, deng didin dengê hev, li pêşberê kedxwar û zaliman û erdêjan bin, serî hilbidin. Malbaten, zarok, jin, kal, nexweşên ku bê gund û mal man alikariya wan bikin: Bajaren ku viran bune dîsa bizvirin xwedi derkevin erd û ecdadê xwe.

Li erdhêja 6 şibatê da, deh bajaranê me da, ne tenê bina, her wuha welatê me bi insananê me, zarok û jin jî tê şêlandin. Peşiya dengê xwe bilind bikin. Eşê xwe birnekin. Miletê me, li pêşîya vê zilm, zordestî û şêlandinê jî serî hildidin. Bajaranê xwe da, bi serbilindî û serfirazî bijîn.

Dîsa, em dizanın, heta îro jinen Kurda ne tenê ji bo nasnama xwe yê cinsî, her wuha ji bo nasnama xwe yê netewî, çînî, olî, mezhebi jî tê pirçiqandin. Barê jinên kurda piştê êşê 6ê şibatê bi rastî hê giran e. Wê erdhêjan da mixabin jin û zarok hê şalandın û tehlikayek mezin danin.

Şik tune, ZVK-KOMKAR ji bo inasanê, ji bo zarokên xwe, ji bo maf û azadiya jinan ji bo duwerojên xwe yên ronî û ji bo azadiya xwe çî wazifa ketiye ser milen me. Heta iro ev wazifa bi rumet hate kirin, weda şunda jî bi rumet bidominin.

ZVK-KOMKAR hemu Jinên kedkaren ku heta iro mil daye wi karê qiymet, ew hemuyan û insanen ku erdhêjê da can danê bi rumet bîrtînin.

Bijî tekoşîna jinên kedkarên Cîhanê!

Bijî 8 ê Adarê

Navenda Yekitîya Komelên Kurdistanî li Almanya – ZVK-KOMKAR e.V. i. G.
Print