2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokê Giştîyê HAKPAR'ê Düzgün Kaplan: Emê wek HAK-PAR bibin dengê gelê Kurdan
2023-03-14 09:33


Endamên hêja yên Çapemeniyê

Di 14ê Gulana 2023an de li Tirkiyê hem hilbijartinên parlamentoyé û hem jî yên serokomariyê wê bê kirin. Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR jî dê beşdarî van hilbijartinan bibe.

Wek tê zanîn; Li Tirkiyeyê 120 partiyên bi awayekî fermî hatine avakirin hene. Ji van partiyan tenê 36 partiyan bi kêmanî li 41 parêzgehan rêxistina xwe temam kirin û şert û mercên yasayî yên pêwîst ji bo beşdarbûna hilbijartinan çêkirin.

Her wiha ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan ve bi fermî hatiye ragihandin ku HAK-PAR yek ji wan partiyan e ku mafê wê heye wek partî beşdarî hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’an bibe.

Em kêfxweş in, ji ber ku her kesê alîgirê demokrasî û azadiyê ye, bi taybetî jî gelê Kurd, li ser sindoqan wê dengê xwe bide.

Em ê wek HAK-PAR, li hember polîtîkayên dijî kurdan, nîjadperestî, şovenîzm û nîqaşên mîlîtarîst lê serdest in, bibin dengê gelê Kurdan.

Hin partiyên ku dê beşdarî hilbijartinan bibin ji xezîneyê gelek pere distînin û her roj di televîzyon û radyoyê de îmkana wan heye ku nêrînên xwe bînin ziman. Her çiqas HAK-PAR ji van derfetan bêpar be jî, ji bo ku daxwazên bingehîn ên gelê Kurd bîne rojevê bi hemû hêza xwe wê pêk bîne.

Endamên hêja yên Çapemeniyê

Blokên ku tev li hilbijartinên 2023"an dibin, ji dijî Kurdan in. Ji bo çareseriya pirsgirêkên sereke yên welêt bi taybetî pirsgirêka kurd û pêkanîna demokratîkbûna rasteqîn ji aliyê van blokan ve tu projeyek şênber nîne. Derdê wan text û rant e.

Taybetmendiya sereke ya Tifaqa Gel a bi pêşengiya AKP, MHP, BBPê ve hatiye ava kirin, otorîter, paşverû, nîjadperest û dijminatiya Kurdan e.

Tifaqa Milletê ya ku ji aliyê CHP, Îyî Partî, Gelecek, Saadet, Deva û Demaokrat Partiyê ve hatiye avakirin, ji tifaqa gel cudatir nîne. Kemalîst, faşîst û partiyên rastgir ên reaksîyoner a lîberal û dijî kurdan in.

Ji xeynî van tifaqan, îtîfaqa ATA jî heye ku hat ragihandin bi dirûşma "Xwezî bi yê ku dibêje ez tirk im" hatiye damezrandin, ku di muxalefeta li dijî kurdan de ber bi tundûtûjiyê ve diçe û ji Zafer, Adalet, Tūrkiye İtifak, Partiya Ülkem pêk tê.

Di heman demê de "Tifaqa Ked û Azadiyê" ya ku ji aliyê HDP û Partiya Çep a Kemalîst ve hatiye avakirin jî heye, daxuyand ku ew ê ji bo CHP"ê ya ku Tirkiyebûnê dike armanc û bingeha polîtîkaya red, înkar û îmhayê ya li hemberî Kurdan danî wê piştgirî bidin.

HAK-PAR dê li derveyî van hemû blokan bibe dengê gelê kurd.

Em wek HAK-PAR;

*Em ê li hember antî kurdbûnê, li dijî polîtîkayên red, înkar û îmhayê û hewldanên asîmîlasyonê,

*Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk,

* Li gel tirkî zimanê kurdî bibe zimanê fermî,

*Di erdnîgariyeke pirneteweyî de çareseriya federalî were rojevê;

* Ji bo laîkbûnek rasteqîn û demokratîkbûnek di wateya nûjen de,

*Ji bo daxwazên rewa yên Elewiyan û komên din ên etnîkî û olî;

*Ji bo ji holê rakirina şîdetê ji jiyana civakî, ji bo avakirina hawîrdor û bajaran, ji bo aboriyê, ji bo aştî, azadî û demokratîkbûnê

em ê bixebitin.

Em li vir bang li hemû welatparêzan dikin.

Weke HAKPAR em amade ne ku mafê xwe yê beşdarbûna hilbijartinan heta hemû hûrgiliyan bi welatparêzên dilpak re parve bikin.

Bêyî ku rasterast an nerasterast bi blokên kolonyalîst-faşîst re bi hêviyên kesane re bipeyivin, em dikarin vebijarkek siyasî ya yekbûyî, bi rûmet biafirînin.

Divê hemû kadro, partî û tevgerên welatparêz bi berpirsyarî tevbigerin û vê derfetê ji bo gelê me bi kar bînin.

11 Adar 2023

Düzgün Kaplan
Serokê Giştîyê HAKPAR ê
Print