2024-04-15
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
DAXUYANIYA HAK-PAR’Ê YA HILBIJARTINA 14 GULAN 2023
2023-04-10 16:00


JI BO KOMARA FEDERAL HAK-PAR
DAXUYANIYA HAK-PAR’Ê YAHILBIJARTINA 14 GULAN 2023


Tirkiyê di 6ê Sibata 2023an de bi çend zelzeleyên mezin hejiya. Zêdeyî pêncî hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Sistî û kêmasıyên dewleta pir-navendî di çareserkirina krîzan de careke din derket holê.

Sedemê sereke yê vê bîlançoya giran ew e ku, di serî de hukûmeta niha û yênberê jî, guh nedane hewcedariyên civakê ên bingehîn; bacên ku têne berhev kirin li şûna ku ji bo avakirina bajarên ewledar û hemdem ên jiyanîxerc bikin, ji bo bihêzkirina çerxa milîtarîst, berdewamkirina polîtîkayên şer xerc kirine û dikin. Ev zîhniyeta mîlîtarîst sedemê krîza aborî û mezinbûna feqîrî û xizaniyê ye ku îro tevahiya civakê dorpêç dike.

Bê şik birînên erdheja ku li 11 parêzgehan li 13 milyon însanan tesîr kir, dê zû bi zû pak nebin û ew ê bi salan bandoreke neyînî li tevahiya Tirkiyeyê bike. Lê dîsa jî li Tirkiyeyê hem bloka desthilatdar û hem jî bloka muxalefetê li şûna ku çareseriyên aqilane derxînin, di nava têkoşîna rantê de ne.

Tirkiye di vê rewşê de careke din ber bi hilbijartinê ve diçe. Siyaseta ku di nav eniyên dijberde tê meşandin, careke din rê li ber teşhîskirina pirsgirêkên civakî û nîqaşkirina çareseriyan digre. Ev şêwazê siyasetê qadên azadiyê teng dike, ji alîyekî ve mîlîtarîzmê xurt dike, pê re jî xizaniyê zêde dike. Zêdbûna bêedaletiya di dabeşkirina dahatê de, aştiya civakî û hêvîyên pêşerojê dixeniqîne. Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR vê şêwazê siyasetê red dike.

HAK-PAR bêyî ku xwe bi tu partî yan jî blokekê ve girê bide, dê li dijî hevgirtinên dervayî demokrasiyê û rantxur, zihnîyetên zordest, otorîter, polîtîkayên dij-kurd, nijatperest û şoven raweste. Ew ê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên gelê me, li ser bingehekî aştiyane û bi rêka diyalogan bimeşîne.Partiya me dê bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibe û şêwazekî siyasî yê nû bi xwe re bîne.

Gelê me yê hêja;

Hilbijêrên li Tirkiyeyê dê di roja 14ê Gulana 2023an de him ji bo hilbijartina serokomar û him jî ya 600 wekîlan biçin ser sindoqan.

Mixabin namzedên serokomariyê yên ku dixwazin Tirkiyê bi rê ve bibin, hîç behsa pirsgirêkên civakî yên girîng ên wekî pirsgirêka kurd û elewiyan nakin. Ew bêyî ku projeyeke çareseriyê pêşkêş bikin, ji hilbijêrên ku wan bi xwe li ser esasê dij-kurdtiyê polare kirine, dengan dixwazin. Ger yek ji namzedan di tûra yekem de rêjeya dengan bi dest nexist, dê hilbijartinên serokomariyê bên dubarekirin.

Meclisa Partiyê ya HAK-PARê dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de piştgirî nede wan 4 namzedên ku bi gotinên şovenîst ên nijadperest bi hev re pêşbirkê dikin.

Di vê pêvajoyê de HAK-PARdê xebata ji bo qebûlkirina hebûna gelê kurd di destûra bingehîn de,bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, qebûlkirina zimanê kurdî digel zimanê tirkî wek zimanê fermî, çêkirina îmkanên çareseriyeke federal û garantîkirina mafên kurdan ên rewa û demokratîk wek bingehên siyaseta xwe bimeşîne.

HAK-PAR; yên ku dixwazin bi gotina “yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziman” sazumanekeunîter a bêtir ceberût, rejîmeke yek zilamî bidomînin û him li hundir û him jî li derveyî sînoran xwe êrîşî mafên rewa yên kurdan dikin, û li derveyê sînorên xwe jî wek meseleya jiyanê dihesibîne, her wiha bloka hêzê ya ku heqaretê li nirx û sembolên me dike û bloka opozîsyonê û namzetên wê yên ku di vê mijarê de bi bloka desthilatdar re hevrikiyê dikin re red dike. antî-Kurdtiyê, weke hêviyê. HAK-PAR alîgirê demokratîkbûna di wateya îroyîn de, laîkbûneke rast, mafên mirovan, têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê ye û dê bibe parêzvanê daxwazên rewa yên hemû beşên civakî yên biçûk.



HAK-PAR; bang li gelê me dike ku biçe ser sindoqan û di hilbijartinên Serokkomariyê de dengên protesoyî bi kar bîne.

Dengên protestoyî yên watedar ên ji bo hilbijartinên serokomariyê yên di sindoqan de dê namzedên ku ji bo desthilatdariyê têdikoşin bikin ku polîtîkayên xwe ji nû ve binirxînin. Em di wê baweriyê de ne ku her namzedê ku li hemberî mafên rewa yên gelê Kurd ê ku ji 30 milyonî zêdetir e, helwesteke dijminane nîşan bide û xemsar bimîne, ewê dawiya xwe ya siyasî amade bike.

Eger hilbijartin di pêngava yekemîn de encam nede û derbasî tûra duwemîn bibe, hingê Meclisa Partiya me dê li gor helwêsta namzetên Serokkomariyê yên derheqa daxwazên gelê Kurd de û projeyên ku ew ê derxînin pêş, siyaseta xwe nûjen bike.

Di hilbijartinên parlementoyê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin HAK-PARê ji bo ku ew yekane partî ye ku daxwazên kolektîf ên gelê Kurd ji xwere wek pirsa bingehîn dibîne. Ji ber ku HAK-PAR bêyî ku beşdarî tu partî û blokekê bibe, dê li dijî blokên nedemokratîk, zihniyetênzorker, otorîter, nîjadperest, têgihîştina şovenîst, polîtîkayên antî-kurd raweste.Ew dê bibe parêzvanê daxwazên gelê me. Ew dê li ser bingeha têkoşîn û diyaloga aştiyane, bi polîtîkayên xwe yên hemdem, demokratîk, bi namzetên xwe yên demokratîk beşdarî hilbijartinan bibe. HAK-PAR dê daxwazên rewa yên gelê kurd bigihîne qadan û bibe dengê gelê me.

Gelê me yê hêja;

Gelo hûn ji wan partiyên ku we di hilbijartinên berê de rey dabû wan û ew şandibûn meclîsê razî ne? We ew şandibûn qaşo ji bo ku pirsgirêkên civakî çareser bikin û ji bo ku civakek bêtir bi heq û hiqûq, bêtir azad, aştîyane û bi hizûr pêkbînin. Hûn ji siyaseta partiyên desthilatdar û yên muxalîf ku şerê kursiyan û rantê dikin, dibin sedemê aloziyên aborî razîne?

Heke hûn ne razî ne, wê biguherînin!

Wek hûn jî dizanin; li şûna ku ew pirsgirêkan çareser bikin,mezintir kirin. Bêkarî û feqîrî zêdetir bû. Bi milyonan gelê me di bin birçîbûn û xizaniyê de man. Hejmara esnafên ku Ji ber bacên giran, kirê û fatûreyên zêde kepengên xwe girtin zêde bû. Ciwanên gihîştî, şareza û xwedî pîşeli Tirkiyeyê hêviya xwe qut kirin. Ji bo pêşerojeke baştir dest bi derketina derveyî welat kirin. Desthilatdarên Tirkiyeyê bi gelê xwe re, bi hemû cîranên xwe re, bi gelek dewletên xwedî bandor re jî ketine nakokiyê. Nîjadperestî, sovenîzm, paşverûtî, jinkujî û şîdet zêde bûye û tevna civakî hatiye hilweşandin.

Heke hûn ne razî ne, wê biguherînin!

Ji partî û siyasetmedarên ku pirsgirêkên we çareser nakin û mezintir dikin hesab bipirsin! Ji derew û lîstikên partiyên ku wêranî, mirin û belengaziyê li pey xwe dihêlin re bêjin “êdî bese”!

Yên ku hukumraniya monîst (tekperest) û unîter de îsrar dikin; yên ku bi hişê totalîter cihêrengiya civakê ya pirzimanî, pirçandî û etnîkî paşguh dikin, yên ku rê li ber alozî û pevçûnan vedikin, wan hilde biavêje kêleka rê.

Û ji wan re bêjin êdî bese!yên ku bi gotina “aştî”yê dengê we distînin û şer tînin nav bajarên Kurdan; bi danîna barîkat û xendeqan cihên ku çavkaniya welatparêziyê ne wêran dikin, bombeyan diteqînin; û dibin sedem ku li navendên bajaran bi sedan sivîl dimirin, birîndar dibin û aboriya herêmê tê felckirin, bi sed hezaran Kurd neçar dimînincih û warên xwe terkdikin ûdibin penaber. Ji wan re bêjin êdî bese! yên ku ciwanên kurd ji bo berjewendiyên dewletên kolonyalîst Îran, Îraq û Surîyê û dewletên emperyalîst dişînine mirinê.Ji wan re, yên ku kesên ji çepên tirk ên kemalîst wek wekîlên kurdan destnîşan dikin û piştgirî didin wan, bêjin’’êdî bese!’’

Dengê xwe bidin namzetên HAK-PAR’ê!

Hem polîtîkayên xitimandinê yên partiyên rantê yên li meclîsê şermezar dikin û hem jî nûnerên xwe yên rast bişînin meclîsê. Em di wê baweriyê de ne ku kêşeyên Tirkiyê kêşeyên binesaziyê ne û encax bi rêyek rasteqîne bi guhartin û rêkûpêkkirina îdarî çareser dibin.

Ji bo vê jî em îdia dikin ku divê sîstema îdarî ya Tirkiyeyê bi awayekî federal bê avakirin.

KOMARA FEDERAL

Pirsgirêkên Komara Tirkiyeyê pirsgirêkên kangrenîk in ku ji damezrandina xwe heta niha nekariye wan çareser bike.Di serî de pirsgirêka kurd tê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê Tirkiye sîstemeke federalî hilbijêre, li gorî rastiya xwe ya pirzimanî, pirçandî, pirneteweyî bigihêje karekterekî pluralîst; û bi şêweyekî federalî ji nû ve bê avakirin.

Li herêmên ku cudahî lê hene, bi taybetî jî li herêmên ku kurd lê piranî ne, divê pêkhateyên federe bên sazkirin. Li ser vê bingehê yekane partiya ku parvekirina serweriya siyasî û îdarî dixwaze û çareseriya federal pêşniyar dike HAK-PAR e.

Divê Tirkiye bibe federal


Divê Tirkiye jî wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Almanya, Rûsya, Belçîka, Kanada, Swîsra, Awûstûrya, Hindistan û Afrîkaya Başûr û yên din bi sîstemeke federal bê rêvebirin. Federasyon di welatên pirzimanî, pirçandî û pirneteweyî de awayê jiyana hevbeş a herî maqûl a îdarî û siyasî ye.

PIRSA KURDÎ

Ji destpêkê heta îro pirsgirêka Kurd, bûye pirsgirêka herî girîng a Komara Tirkiyeyê.Tirkîye li ser bermaya Împaratoriya Osmanî wek dewleteke unîter, bi paradîgmaya yek milet, yek ziman, yek al hat avakirin.

Hebûna kurdan û hemû rengên cuda yên civakê hatin înkarkirin, tepeserkirin.

Neheqiyeke weha di dema Dewleta Osmanî de jî tunebû. Berî damezrandina Komara Tirkiyê, civakên çandî û etnîkî yên pirneteweyî, pirzimanî û cihêreng bi hev re dijiyan.

Bi Destûra Bingehîn a 1924’an re dewleteke ultra-navendî, unîter û monîst li ser esasê Tirkbûnê ku di serdema Osmaniyan de ew jî bermahiyeke etnîkî bû, hate avakirin.

Ji ber vê yekê hemû maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan; mafê wan ê ku li welatê xwe bi xwe bi rêve bibin jî hate desteserkirin. Her îtîraz, berxwedan û serhildana li hemberî vê zîhnîyeta monîst, bi xwînê, bi şêweyênkomkujîyêve hat tepisandin. Li ser kurdan zilm û zordarîbi berdewamî hat kirin. Kurdistan ji wê çaxê heta niha hertim bi ’’Mufetişiyên Giştî’, ’’Îdareyên Leşkerî’’ û ’’Rewşên Awarte’’ hat îdarekirin. Bi Dadgehên Îstîklalê, Planên Şark Îslahatê, Qanûnên Îskana Mecbûrî, gund valakirin, kurd bi girseyî, şandin rojavayê Anatolyayê. Bi hêz û yekîneyên paramîlîter Kurdistan di rewşa şer de hat girtin. Bingehê pirsa Kurd ev siyaseta înkarî û zordesîya dewleta monoîst e.

Ev polîtîkayên şîdetê ûzordestiyê bûne sebeb ku heta niha çareseriyeke adil a pirsgirêka kurd pêknehatiye, demokrasî pêş neketiye û nebûye xwediyê sazîyan. Li pişt darbeyên leşkerî, îdareyên orfî û rewşên awarte, meylênberbi bi rejîmên otoriter, neheqîyên di dabeşkirina dahatê de, bêhiqûqî û xizanîyê, ev polîtîkayên şîdetê û zordestiyê hene.

Divê dev ji vê siyasetê bê berdan. Civakên ku nikarin pirsgirêkên xwe bi rêyên aştiyane, demokratîk û bi rêbazên adil çareser bikin, bi pêvajoyên trajîk re rû bi rû dibin. Nimûneyên vê yekê li Rojhilata Navîn diyar dibin. Çareserkirina pirsgirêkan ji wan kesan nayê hêvîkirin ku wan bi xwe ew pirsgirêk afirandine.Evanaberdewamiya hukmê xwe di neçareserkirinê de, di tundîyê û antî- kurd bûnê de dibînin.

Çareseriya pirsgirêkê, bi vegerandina mafên bingehîn ên gelê Kurd ên hatine desteserkirin pêkan e.

Û HAK-PAR ji bo vê têdikoşe.

Divê gelê me helwestên dijminatiyê, nijadperestî û nefretê ku desthilatdar û muxalefet bi hev re li dijî destkeftiyên Kurdan ên li derveyî sînorên xwe dikinnîşan didin, ji bîr meke. Divê gelê me piştgirî bide dînamîkên xwe yên siyasî, nede partiyên dûzenê. Divê dersekê bide wan partiyanku li gorî daxwazên pergala monîst siyasetê dikin, Kurdan tune hesab dikin û dixwazin welat bi yek rengî boyax bikin.

PIRSGIRÊKA ALEWÎYAN DI ÇARÇOVEYA AZADIYA BAWERIYAN DE

Pirsgirêka Elewiyan yek ji pirsgirêkên girîng ên vî welatî ye. Elewiyên ku tê texmînkirin li vî welatî nifûsa wan nêzî 15-20 milyonîye, her wext rastî piçûkxistinê hatine, zext û zordarî li wan hatiye kirin û neçar mane ku demeke dirêj nasnameya xwe veşêrin.

Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku dewlet dev ji pênasekirina elewîtîyê ya ku li gor xwe dike berde û mafên wan ên rewa teslîmî wan bike.

Lê hê jî daxwazên mafdar ên Elewiyan nehatine bersivandin. Statuya malên Cemê hê jî nayê naskirin. Dersa olî di mekteban de divê ne mecbûrî be.

Ji bilî Elewiyan, piçûkxistin û zordestî bi şêweyên curbecur li ser komên baweriyên din ên weke Xiristiyan, Cihû û Kurdên Êzidî jî berdewam dike. Çareseriya pirsgirêka Elewiyan bi pêkanîna laîktiya rasteqîn mumkun e.

Ji bo ku Tirkiye bi rastî laîk bibe, divê dewlet destê xwe ji qada olî vekişîne. Divê tu bawerî neyê çewisandin, îmtiyaz ji tu baweriyê re neyê dayîn. Wek HAK-PAR em laîkbûneke rasteqîn û azadiya baweriyê diparêzin. Bi vê boneyê em ji hemû welatiyên ku alîgirê azadiya baweriyê û li dijî zilmê ne, dixwazin ku dengê xwe bidine HAK-PARê.

DIVÊ POLÎTÎKA DERVE LI SER RÊZGIRTINA HEMBERÎHEV TÊKILIYÊN AŞTIYANE BE

Tirkiye bi taybetî bi Îran, Iraq, Sûriye, DYA, YE, Rûsyayê û hema hema bi hemû cîhanê re dijminatiya Kurdan xistiye navenda têkiliyên xwe. Divê dev ji vê siyaseta şaş bête berdan.

Divê Tirkiye pirsgirêka Kurd him li hundir bi rêbazên hemdem çareser bike, him jî digel kurdên di nav sînorên Îran, Iraq û Sûriyeyê de têkiliyên baş ên cîrantiyê pêşda bibe.

Divê destkeftiyên rewa yên Kurdan li Herêmê weke pirsgirêka beka neyê dîtin û bi fobiya “Parçekirinê” tevnegere.

Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yewnanîstan, Yekîtiya Ewropa û DYA’yê re ne baş in. Divê ev polîtîka êrîşkar bête terkirin.

Divê Tirkiye bi cîranên xwe re, bi taybetî jî bi Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê re û bi Kurdên li Kurdistana Sûriyê re têkiliyên aştiyane deyne;ji mafên wan re rêz nîşan bide û bi civaka navneteweyî re li hevhatîbe.

ENDAMETIYA YEKITÎYA EWROPAYÊ

Em wek HAK-PAR piştgiriya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê dikin û dixwazin di zûtirîn dem de endamtiya tam pêk were. Ji bo vê jî divê Tirkiye şert û mercên endamtiya Yekîtiya Ewropayê bi dawîkirina reformên pêwîst di demeke herî kurt de pêk bîne.

Divê Tirkiye jî ji bo pêkanîna şert û mercên pêwîst ên ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê, xwe paşda nede.

DESTÛREKEBINGEHÎN A DEMOKRATÎK PÊWÎST E

Di ser Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê re tevî ku 42 sal derbas bûne jî, şop û ruhê darbeyên leşkerî ji xwe dûr naxîne.

Em wek HAK-PAR pêwîst dibînin ku makezagoneke nûjen, sivîl û demokratîk li gorî pêkhateya pirneteweyî û pirçandî ya Tirkiyeyê bê çêkirin.

Ev makezagon divê zemînê avakirinasîstemeke federal, demokrasiya piralî û beşdarvanîyê di standardên YE deçêbike. Divê nasnameya kurdî di makezagonê de cih bigire.

Divê zimanê kurdî li gel tirkî wek zimanê fermî bê qebûlkirin; û ji dibistana seretayî heta zanîngehê li dibistanan bê hînkirin û di qada giştî de bi serbestî bê karanîn.

Dema ku em wek HAK-PAR li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin, em vî mafî ji bo etnîkên din ên wekî Ereb, Laz û Çerkezên ku li vê erdnîgariyê di nav civakên girse de dijîn jî pêwîst dibînin. Pêdiviyên Krîterên Kopenhagê divê bên bicihanîn. Li gorî Peymana Komisyona Venedîkê, divê partî û komeleyên siyasî yên ku ji şîdetê dûr disekinin, werin avakirin û di jiyana siyasî û sivîl de cihê xwe bigirin.

- Divê hemû astengiyên li pêşiya damezrandina partî û rêxistinên bi navê Kurd û Kurdistanê bên rakirin.

-Divê Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Hilbijartinê demokratîk bibin; Divê bendava hilbijartinê bi tevahî were rakirin, her partî li gorî dengên ku distîne di parlamentoyê de were temsîlkirin û li gorî dengên ku distîne ji xezîneyê alîkariyê werbigire.

-Divê Qanûna Cezayê bi awayekî adil bê guhertin, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê bê rakirin.

- Divê navên kurdî yên niştecih, cihên erdnîgarî û dîrokî ku li Kurdistanê hatine guhertin, bên vegerandin.

- Divê cihê gorên hemû kesayetên kurd ên ku wan veşartine, bi taybetî Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîd-î Kurdî bên eşkerekirin.

PIRSGIRÊKA JINAN

Li gorî Peymana Têkoşîna Dijî Cêwaziya Li Dijî Jinê (CEDAW) ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin û Tirkiyejî pêre ye, em alîgir in ku astengiyên li pêşiya beşdariya wekhev a jinan di jiyana civakî û siyasî de bên rakirin. Em ê alîgirê Peymana Stenbolê bin, ji bo ku realîzekirina rêbazên hiqûqî yên pêwîst bixebitin. HAK-PAR dê li dijî tundî, newekheviya ku mekanîzmayên pergala zayendperest, a sîstema serdest a mêran her roj ji nû ve hildiberîne, têbikoşe. Wê destekê bide beşdariya jinan a di jiyana civakî, siyasî û aborî de û ji bo ku pêşî li beşdariya newekhev bigire dê hemû tedbîran bigire.

MAFÊN KARKER Û KEDKARAN

Em ê hemû mafên ku di peymanên navneteweyî de cih digirin li Tirkiyeyê têxin jiyanê,astengiyên li pêşiya rêxistinbûna karker û kedkaran rakin.

Wek HAK-PAR em ê bixebitin ku mafên karkeran û ewlehiya jiyanê li gorî pîvanên hevdem bin. Mûçeya herî kêm ji bo civakê pîvaneke şermê ya kedê ye. HAK-PAR wê cudahiya standardî ya karkerê bi mûçeya tam û karkerê bi mûçeya kêmtirîn ji holê bide rakirin û ji bo hemû kedkaran rêgeza “Keda wekhev bihayê wekhev” pêk bîne.

HAK-PAR dê ji xeynî sektorên ku di bin koma perwerdehiya pîşeyî de ne, îstîhdamkirina karkerên zarok qedexe bike û di vî warî de dê mekanîzmayeke kontrolê ya bi bandor ava bike.

REWŞA KESÊN KÊMENDAM (SEQET)

Ji bo rewş û pirsgirêkên welatiyên astengdar ên li Tirkiyeyê dê standardên cîhanê bi cih bîne û ji bo perwerdekirin û hişyarkirina malbat, derdor û civakê bixebite. Ew ê pêşî mekanîzmayên ku astengdaran diparêze, dişopîne bixe dewrê.

JÎNGEH Û XWEZA

HAK-PAR partiyeke ku girîngiyê dide pêşxistina bîr û hizra ser xwezayê û hişyariya ser jîngehê. Ji bo ku di vê mijarê de hişmendiya civakî çêbike, dê bi kom û rêxistinên hawirdorê re têkilî dayne, piştgirî û tevkariyê li projeyên parastina xweza û jîngehê bike.

BAJAR Û JIYAN

HAK-PAR, bêyî ku xweza û hawirdorê xera bike, nirxê aborî û xwezayê û jîngehê xera bike, wê li ser bingeha rastiya erdhejê ya Tirkiyeyê bajar û herêmên nûjen, hemdem ava bike. Wê qadên hêşîn, axên xwedî nirxa aborî, nebat û daristan bên parastin, bajarîbûn û pîşesazîbûn wê bi têgihiştineke hûrbîn a parastina xwezayê bê kirin.

HAK-PAR dê di warê bilindkirina şiûra ser jîngeh û xwezayê, bajar û jiyanê de zanînû ezmûna xwe bi kar bîne; wê bi sazî û rêxistinên jîngehparêz ên ku li ser van mijaran şarezane re di nava hevkariyeke berdewam de be.

ABORÎ Û PÊŞKETINA ABORIYÊ

Pêşkeftina aborîyê, bi plansaziyekebi îstîkrar û bi karanîna aqilane ya çavkaniyan ve girêdayî ye. Di civakên ku têda şer û nakokî hene, çavkaniyên dewlemendiyê çiqasî zêde bin jî, pêşketina aborî li wir çênabe.

Em wek HAK-PAR di wê baweriyê de ne ku pêşketina aborîyê girêdayî aştî, aramî û ewlehiya civakê ye. Çareserkirina pirsgirêkên hundir û derve bi rê û rêbazên aştiyane çareser dibin, ne bi şer.Çavkaniyên welat ji bo avakirin û pêşxistina rewşa aborî û pêşkxistina civakî bên serfkirin, ne ji bo xurtkirina çerxa mîlîlîtarîst, çekên şer û pevçûnan.

HAK-PARwê çavkaniyên welat û hawirdorê ji bo hilberîn û pêşveçûnê xerc bike, ne bi tank, top, fîşek û bombeyan.

BÊKARÎ Û FEQÎRÎ

Li Tirkiyê, di navbera herêman de ferqeke pir mezin ya dengeya aborî û dahatanheye. Ev newekheviya mezin her ku diçe zêdettir dibe û bandoreke neyînî li ser civakê dike. Yek ji encamên vê rewşê jî bêkarî ye. Bêkarî û xizanî hevûdu çêdikin in. Şerê qirêj ê li Kurdistanê, çandinî û sewalkarî û hilberîn bi giştî têk biriye. Bêkarî û xizanî bêhed zêde bûye. Xelk ji bo peydakirina çavkaniyeke nû ya nan, cih û warên xwe terk dikinû koçî derên din dikin. Nehevsengiya aborî ya di navbera herêman de dibe sedemê bêkarî û xizaniya li Kurdistanê; sermaya qels a heyî jî direve diçe Rojavayê Tirkîyê. Ev rewş xeter e û nikare bi vî rengî berdewam bike.

Armanca HAK-PARê ew e ku bernameyeke taybet a veberhênan û geşepêdanê li gorî rewşa herêman pêk bîne da ku çareseriyek ji vê bêkarî û xizaniya ku ji ber nehevsengiya aborî ya navherêmî pêk hatiye. Bi taybetî em ê siyaseteke civakî û aborî bimeşînin ku vegera gelê me yê ku ji şer mexdûr bûne û mal, gund û warên xwe terikandine, ji bo ku herêm ji ber şerê qirêj wêran bibe. b Kurdistanê dîsa balkêş.

MAFÊ KARKERAN

Wek HAK-PAR em ê ji bo bidestxistina mafên karkeran di asta welatên hevçax û şaristanî de bixebitin. Em ê astengiyên li pêşiya karmendan ji bo bi kar anîna mafê xwe yê grevê û lihevkirina kolektîf ji holê rakin, bi taybetî jî astengên li ber mafên wan yên sendîkayî rakin. Em ê ji bo tenduristî û ewlehiya kar tedbîrên cidî û bi bandor bigirin. HAK-PAR dê giraniyê bide polîtîkayên ji bo ked û kedkaran.

MAFÊN ZAROKAN

Tirkiye peymana “mafê zarokan” îmze kiriye û gelek peymanên navneteweyî jî îmze kirine. Lê di vî warî de ji cîbicîkirina erkên xwe dûr e. Li welatê me û li hemû cîhanê mexdûrên herî mezin ên şerê qirêj zarok in. Îro zarokên kurdan yên ku nifûsa wan ji 20 milyonî zêdetir e ji perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafê herî bingehîn e, bêpar mane. Zarokên ku nikarin zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî saxlem bi kar bînin, gelo ew ê çawa bikarin mafên ku di "deklerasyona mafên zarokan" de hatine rêzkirin bi kar bînin? HAK-PAR dê ji bo bicihanîna hemû mafên di “Peymana Mafên Zarokan” de hewleke sereke bide. HAK-PAR dê ji bo bidestxistina agahiyênli ser rewşa zarokan sîstemeke taybet ji botomarkirina agahiyên rojane û bi rêk û pêk saz bike. HAK-PAR dê hewl bide ji bo afirandina derfetên ji bo beşdarbûna zarokan di hemû mijar û pêvajoyên pêwendîdar de.Ew êji bo garantîkirina azadiya raman û gihandina edaletê ya zarokan bixebite.

REWŞA KESÊN SEQET DÊ BÊTE SERASTKIRINA

Li Tirkiyeyê hesasîyeta li hemberî pirsgirêkên welatiyên astengdar, gelekî lawaz e. Em di vî warî de jî li gor pîvanên cîhanê pir li paş mane. Hema bêje ji bo sedî 90ê kesên astengdar derfetên perwerdehiyê tune ne. Astengdarên ku bi giranî bi xizaniyê re têdikoşin, li bajar, kargeh, dibistan û qadên din ên jiyana civakî bi gelek astengiyên fîzîkî re rû bi rû dibin. HAK-PAR dê ji bo serrastkirina şert û mercên fizîkî yên li hemberî astengdaranbi awayekî ku jiyana wan hêsantirbibe, bixebite. Ew ê bi taybetî hewl bide ku di vê mijarê de hişyariya civakê bilind bike. Beriya her tiştî dê girîngî bide navendên perwerdehiya pîşeyî û rehabîlîtasyonê yên ji bo welatiyên astengdar. Di kîjan karan dikarin bixebitin, dê bi metodên zanistî bên diyarkirin ji bo ku ew bi hêsanî tevli jiyana xebatê bibin. HAK-PAR dê piştgiriyê bide tevlêbûna kêmendaman di jiyana malbatê de û bi armanca kuew bikaribin xwe bi xwe îdare bikin, ew û malbatên ku li wan dinhêrin dê di bin sîwana ewlehiya civakî de bên parastin.

PERGALÊN PARASTINÊ

Sîstema cerdevaniyê ku di salên 1980’an de bi awayekî demkî hate avakirin, lê veguherî bû pirsgirêkeke siyasî û civakî. HAK-PAR dê pergala cerdevaniyê ji holê rake.

EFÛYA SIYASÎ YA GIŞTÎ

Yek ji xalên aloziya civakî ya li Tirkiyeyê girtîgeh in. Bi hezaran kes ji ber ku li dijî îdeolojiya fermî û siyaseta serdest in, bi şêweyekî neheq û bêqûqî di zindanan de ne an jî têne darizandin. Li şûna qanûnên poşmaniyê, yan jî serbestberdana kesên nêzî desthilatdariyê, serokên mafya yên navdar, bila efûyeke giştî ya kuhemû girtiyên siyasî digre nava xwe, bête ragîhandin.

KOÇBERIYA HUNDIR Û TEŞWÎQKIRINA PAŞDA VEGERÎNA KOÇBERAN

Îro bi milyonan kurdên ku ji ber şer, xizanî û bêkariyê ji Kurdistanê koçber bûne û xwe spartine metropolan bûne penaber. Kesên ku xwe spartin metropolan, neçar man di karên herî giran û di xizmetên herî paşdemayî de bixebitin. Ew bi pirsgirêkên dîtina kar û cihê starbûnê ve rû bi rû dibin. Ciwan li bajarên mezin dikevin navkrîzên giran û dafikên wek mafya û narkotîkê. Ev şertên rezîl ne qeder e. Ji bo vê jî divê hemû şert û mercên pêwîst bên amadekirin da ku Kurdên koçber demildest vegerin welatê xwe. Şerê qirêj ê li Kurdistanê bû sedem ku bi milyonan mirov malên xwe biterikînin. Ji bo vegera gelê me yê mexdûrên şerê qirêj û terora dewletê ya li ser axa xwe û ji bo telafîkirina ziyanên madî û manewî dê siyasetek taybet a aborî û civakî were meşandin. Gundên ku di dema şer de hatin şewitandin, wêrankirin û valakirin divê bên restorekirin ji bo jiyaneka nû. Dewlet dê tazmînatê bide mexdûran. Vegera kesên ku ji ber şer, bêkarî û xizaniyê koçî metropolan kirine dê bê teşwîqkirin û ji bo bilindkirina asta jiyana wan tedbîrên pêwîst bên girtin.

PÊŞXISTINA ABORÎYÊ, DAWÎKİRİNA BÊKARIYÊ Û XIZANIYÊ

Pêşkeftina aboriyê bi aramî û baş karanîna çavkaniyan ve girêdayî ye. Çareserkirina kêşeyên ku me li jorê behs kir, bi taybetî jî pirsa Kurd, wê laîkbûn û demokratîkbûneke nûjen, aştî û îstiqrarê bi xwe re bîne û bibe sedema parastina çavkaniyên girîng.

Ji ber ku ev welat nikare aştiya xwe ya hundir û derve misoger bike, bi salan e beşeke girîng ji çavkaniyên xwe di qadeke mirî ya weke çekan de razandine. Yanî bi sedmilyaran diçe balafirên şer, keştiyên şer, tank, top, gule, bombe. Ji bilî 50 hezarî zêdetirkesan jiyana xwe ji dest dan ji ber şerê qirêj ku ji salên 1980’an û vir ve li dijî gelê Kurd tê meşandin.Li gorî hejmarên fermî zêdetirî trîlyonek xercên şer hatine kirin. Ji xeynî wêrankirina welat, bi taybetî jî têkçûna aboriya Kurdistanê. Wextekê ku aboriya herêmê hem Tirkiye û hem jî tevahiya Rojhilata Navîn di warê sewal û berhemên sewalan ên wek hirî, çerm, şîr, rûn û penêr de têr dikir, li Kurdistanê ji ber şer û wêraniya bi salan, sewalkarî têk çûye û Tirkiye ketiye wê rewşê kuji derve berhemên sewalan dikire, ji aliyê bihayên xwarinê ve bûye welatekî pir biha ûxizanîgelekzêde bûye.

Li şûna bihevrejiyana aştiyane ya bi Yewnanîstan, Qibris û cîranên din re û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, polîtîkayên şaş tên meşandin ev jî sedemeke din a pirkirina çek û alavên leşkerî ye . Lê hem aştiya navxweyî hem jî aştiya derve pêkan e û ev jî bi polîtîkayên rast ve girêdayî ye. Em wek HAK-PAR çareseriya aştiyane û adilane ya pirsgirêkên navxweyî û derve esas digrin.

Bi vî awayî hem pêkanîna aştiya navxweyî û hem jî bi piştgirîdayina aştiya herêmî re, dikarin bi cîranên xwe re di nava aştiyê de bijîn. Di rewşeke wiha de çavkaniyên mezin ên welat ji bo qadên mirî û wêranker ên wekî alavên leşkerî nayên xerckirin, dê bikeve xizmeta geşepêdana aborî û civakî. Bi vî awayî em ê bi sed milyarên ku çûne çek û şer ber bi hilberînê ve bibin, qadên îstîhdamê yên nû û berfireh biafirînin, pêşiya bêkariyê bigirin û xizaniyê bi dawî bikin.

Em ê îmkanên welêt ji bo kar, ked, nan û pirtûkan xerc bikin, ne ji bo tank, bombe û guleyan. Aşitî dê bibe sedema vejandina çandinî û sewalkarî bi taybetî li Kurdistanê û em ê di vî warî de tengasiya heyî derbas bikin. Aşitî û demokrasî jî dê pêkvejiyana bi Yekîtiya Ewropî re misoger bike û ev yek dê ji bo geşepêdana aborî ya welatê me û nehiştina bêkarî û xizaniyê derfetên nû yên berfireh peyda bike.

Nehevsengiya dahatê ya di navbera herêman de li Tirkiyeyê di asta herî jor de ye. Bi taybetî li gelek bajarên Kurdistanê dahata serê mirovî di bin hezar dolarî de ye. Ji bo ku ev bêhevsengî ji holê rabe, HAK-PAR dê ji bo van herêman bernameyeke taybet a veberhênan û pêşveçûnê pêk bîne. Siyaseta bac û meaşê dê ji nû ve were sererast kirin da ku hevsengiya dahatê ya di navbera girseyên gel û dewlemendan de kêm bibe. Sîstema bacê ya ku li ser girseyên ku bi bacên nerasterast dixebitin tê sepandin, dê ji nû ve were nirxandin û dê ji kesên ku zêdetir qezenc dikin bac zêdetir were standin. Dahatên ku ji vir tên bidestxistin wê bi polîtîkayên veguheztina civakî derbasî xizanan bibin.

Şerê qirêj ê li Kurdistanê bû sedem ku bi milyonan mirov malên xwe biterikînin. Ji bo ku gelê me yê mexdûrên şerê qirêj û terora dewletê vegerin ser axa xwe û ji bo telafîkirina ziyanên madî û manewî yên wan, dê siyasetek taybet a aborî û civakî were meşandin.

PIRSGIRÊKA PENABERAN

HAK-PAR dijayetiya ku li Tirkiyê bi zanetî li hember penaberan tê bilindkirin şermezar dike.

Divê neyê ji bîr kirin ku kesên ku penaberî Tirkiyeyê dibin an jî hewl didin bi rêya Tirkiyeyê ji welatê xwe derkevin û dest bi jiyaneke nû bikin, çi ji ber ewlekariya jiyanê be, çi ji ber bêkarî, birçîbûn, xizanî û tunebûna azadiyê be, dixwazin xwe bigihînin welatên din. Divê neyê ji bîr kirin ku ew jî ’’mirov’’ in, dev ji axaftinên nefretê yên li ser vê mijarê berdin. Divê Tirkiye siyaseteke li gorî mafên mirovan û mafên ku di belge û qanûnên navneteweyî de ji penaberan re hatine dayîn bişopîne. HAK-PAR dê di her şert û mercî de li cem penaberan be.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TIRYAKÊ

Dewlet xwedî erk in ku ciwanan li hember narkotîkê biparêzin. Lê tê dîtin ku di van salên dawî de li Tirkiyeyê firotin û bikaranîna tiryakê zêde zêde bûye.

Tirkiye di vî warî de hem navendeke tiryakê ye û hem jî ji bo bazirganiya navneteweyî welatekî transît e. HAK-PAR dê rê nede bazirganiya tiryakê, ji bo parastina ciwanên me li hember tiryakê dê tedbîrên bi bandor bigire.

Tirkiye dewleteke sivîl, leşkerî, burokratîk e.

Ev çerxa burokratîk a pir mezin xwedî pêvajoyek e ku çavkaniyên welêt dixwe, ne berhemdar e, di heman demê de giran e û jiyanê dijwar dike. HAK-PAR dê burokrasiyê ji bo xizmeta gel bikêrtir bike. “Gel wê ne di xizmeta dewletê de be, dewlet wê di xizmeta gel de be.”

HAK-PAR ŞÊWAZEKÎ NÛ YÊ SIYASETÊ DIPARÊZE

HAK-PAR di wê baweriyê de ye ku pirsgirêk bi diyalogê çareser dibin; bawer dike ku her diyalog dê îmkana lihevkirinê çêbike.

Ti pirsgirêk bi şîdetê û şer çareser nabe. Em alîgirê çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane ne, ne bi şer û tundiyê.

Em şêwazekî nû ya siyasetê dişopînin û bawer dikin ku gel wê me hembêz bike û em bi hev re cîhanek azad, aram û jiyanbar ava bikin.

Welatiyên hêja,

HAK PAR ku ji bo azadî, demokrasî û aştiyê têdikoşe, beşdarî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an dibe.

JI BO PIŞTGIRIYA NAMZETÊN WELATPARÊZÊN HAK-PARÊ BANG LI WE DIKE:

HAK-PAR DIBÊJE; POLÎTÎKAYÊN ANTÎ-KURD, ANTÎ-DEMOKRASIYÊ ŞERMEZAR BIKIN!

YÊN KU JI NEÇARESERKIRINAPIRSGIRÊKAN Û JI ŞÎDETÊ SÛD DISTÎNIN CEZA BIKE! PIŞTGIRÎ BIDE NAMZETÊN WELATPARÊZ ÊN HAK-PARÊ


PARTIYA MAF Û AZADÎ HAK-PAR / 2023

Print