|
Meşa Azadiyê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dest pê kir |
2023-04-17 13:24 |
|
Serokê HAK-PAR"ê Duzgun KAPLAN, namzetên me yên parlamenteriyê û heyeta pê re dest bi meşa Azadiyê kirin. Pêşî Enqere, paşê
Li Konya Kulu û Konya Yeniceoba bi gelê me re hat in cem hev.
KAPLAN di der barê bernameya partiyê û manîfestoya hilbijartinê de agahî da:
"Partiya me maf û azadiyan kurdan diparêze û tekoşîna xwe bi vî çarçoveyê de dimeşîne. Pêdivî ye ku nûnertiya Kurdan di bin navê Partiya Maf û Azadiyan de bê avakirin. Ji ber vê yekê em hemû gelên xwe vedixwînin. Kerem bikin hûn jî tev li meşa azadiyê ya ku me daye destpêkirin bin.”
Ji ber eleqe û hesasiyeta wan em spasiya gelê Kulu û Yeniceoba dikin ku daxwazên xwe ji HAK-PARê re radigihînin û serkeftinê dixwazin.
Serokê Giştî yê HAK-PAR ê Duzgun Kaplan û heyeta pê re û endamên partiyê jî çûn serdana gora Serokê me yê berê Fehmî DEMÎR a li Yenîceoba.
Partiya Maf û Azadiyan Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê
|
|
|
|