|
Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan bi komek hevalên xwe ve îro li Îslahiya Antepê bûn |
2023-04-18 20:28 |
|

Düzgün Kaplan û namzetên navçeyê bi gelê herêmê re hevpeyvîn kirin.
Esnaf hatin ziyaretkirin, li bazar, sûk û qehwexaneyan sohbet hatin kirin. Pirsgirêkên gelê herêmê hatin guhdarkirin. Gazin û daxwazên gelê herêmê derbarî ziyanên canî û ziyanên mezin ên erdhejê de hatin guhdarkirin, not hatin girtin û ji bo çareseriyê pêvajo hat destpêkirin.
Serok Kaplan li İslahiye bi endam û dilxwazên partiyê ra civinek li dar xist. Di civînê de lijneya hilbijartinê ku ji rêvebirên Îslahiye û endamên partiyê yên HAK-PARê pêk tê hat avakirin û kar û erk hat dayîn.
Lijneya Hilbijartinê ya HAK-PARê ya Îslahiyeyê ji Metîn Durdu, Îsmaîl Akdogan, Mehmet Ertugrul û Levent Coşkun pêk dihat.
18 Adar 2023
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê



 |
|
|
|