|
HAK-PAR di roja sêyemîn a xebatên hilbijartinê de li Rihayê ye |
2023-04-19 22:42 |
|

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Düzgün Kaplan, namzetên parlamenteriyê yên Rihayê û heyeta pê re li Rihayê bi gel re hatin cem hev.
Li avahiya Serokatiya Parêzgeha HAK-PARê ya Rihayê bi beşdariya Şerokê Giştî Düzgün Kaplan bi Serokê Parêzgehê Ahmet Çalişkan û rêvebirên parêzgehê re civînek hat lidarxistin. Li ser xebatên hilbijartinê komîsyonek hat avakirin û wezîfedarkirin.
Piştî civînê, serok Düzgün Kaplan li avahiya parêzgehê bi nûnerên ENKSê re civînek li dar xist. Piştî civînê nûnerên ENKSê di xebatên hilbijartinê de serkeftin xwestin.
Piştre jî serok û endamên partiyê yên pê re derketin qadan, belavokên hilbijartinê û broşurên namzetan li gel û esnafan belav kirin. Eleqeya ji HAK-PARê ya Rihayê re balkêş bû. Bi taybetî jî eleqe û kelecana ciwanan bû sedem ku xebatên hilbijartinê di atmosfereke bi coş û erênî de derbas bibe.
19 Adar 2023
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê |
|
|
|