|
'Meşa Azadiyê' ya HAK-PAR'ê ya li navçeyên BATMAN, SÊRT Û BİTLÎSÊ dewam dike |
2023-04-25 18:13 |
|
Di 25.04.2023an de bi otobusa hilbijartinê ya HAK-PARê li navçeyên SÎRT-Baykan, Kurtalan Qozlukê bû.
Cîgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Fazilet Çulha, Mehmet Şah Eren, Cîhan Baykara û Selvî Aslan, endamê PM"ê Mehmet Şîrîn Tîmur, Zeynep Saribulak û komek endamên partiyê li parêzgeh û navçeya Sêrtê xebatên hilbijartinê kirin.
Endamên HAK-PAR"ê bi muzîka kurdî, anonsên kurmancî û zazakî bang li hilbijêran kirin û li navenda navçeyê belavok belav kirin û bi gel re sohbet kirin.
Di belavokan de hat xwestin ku polîtîkayên dij-kurd bên şermezarkirin, temsîliyeta gelê kurd a bi zarokên xwe re bê misogerkirin, nasnameya kurd weke destûrî bê qebûlkirin, li gel tirkî zimanê kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin û piştgirî bê dayîn. Namzetên welatparêz ên HAK-PARê ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têdikoşin.
Partiya Maf û Azadiyan Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê |
|
|
|