2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
SEROK MESUD BARZANÎ ŞANDEYA HAK-PARÊ QEBÛL KIR
2023-05-04 18:25


Di 04/05/2023 an demjimêr 15:00 an de Serok Mesud Barzanî şandeya HAK-PARê ya bi serokatiya Serok Düzgün Kaplan qebûl kir.

Serok Barzanî bi serokê HAK-PARê Düzgün Kaplan re li ser rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û têkiliyên di navbera partî û rêxistinên Kurdan de gotûbêj kir.

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Düzgün Kaplan ku ev demeke li Herêma Kurdistanê serdan û civînan dike bi şandeya xwe ya HAKPARê re, serdana Serok Barzanî kir.

Di nava şandeya HAK-PARê de Berpirsê Têkiliyên Başure Kurdistan Zana Sezen, Cîgirê Serok Cafer Stêrk, cîgirê serokê HAK-PAR Mahsun Çelebî û Serokê Rêxistına Esenyurt ya HAK-PARê Ozan Sezen cih girtin.

Serok Barzanî di derbarî pêşeroja siyaseta Tirkiyeyê û bi taybetî jî têkiliyên di navbera partî û rêxistinên Kurdistanî de bi serokê HAK-PARê re axivî.

Di civînê de qala giringiya aştiyê, diyalogê û zimanê çareseriyê jî hat kirin û guftugo li ser têkiliyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û partiyên Kurdistaniyên li Tirkiyeyê hate kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan li Herêma Kurdistanê bi şandeya pê re hevdîtinên xwe didomîne. Şandeya HAK-PARê berî çend rojan Serwerên PDK I, PAK-Rojhat, ENKS, PDKS û Eleqadê derva re hevdîtin kiribû.

Hevdîtina di navbera Serok Barzanî û şandeya HAK-PARê nêzikî 40 xulekan berdewam kir. Çapemeniya herêmî giringî dane hevdîtinê. Civîn gelekî berhemdar bû.

04.05.2023

Buroya Çepemenî HAK-PAR
Print