2024-10-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
AXAFTINA PARTİYA MAF Û AZADİYAN/HAK-PAR’Ê
2023-05-08 11:49


AXAFTINA PARTİYA MAF Û AZADİYAN/HAK-PAR’Ê - 2 Gulan 2023

Xwîşk û birayêndelal,

Berî hertiştîdixwazimjibotofanakudimehaSibatê da di ser gel û welatê me da hat, çendtiştan bejim.

Dierdhêjamezin da SÊZDEH bajarên de gelême zirarekgelekmezindîtin.

Ev êş û birînekemezin e ku ne tenêxelkêvanbajar û gundan, lêhemûînsanê me pêêşiya.

Ez binavêxwe û binavêHAK-PAR’ê, jimirîyanrarehmet, jiyênmayîrasersaxîdixwazim.

Û hêvî dikim ev rewşagiranliherêmêrojekberêbêçareserkinû gele meyîkoçkirîvegerecî û warênxwe.

* * *

Xwişk û birayêndelal,

Va ye liwelathilbijartineke teze çêdibeû em HAK-PAR jîtê da cîdigrin.

Vêdawîyêrewşaaborîgelekxirabbûye;

xelkjiberbuhayî,

birçitî, betalî perişan bûye û jivîhalîgazinan dike, dıxwazêjêra çare bêdîtin.

Lêgelosedemabingehîn yaxirabbunaabori çiye.

Çare çi ye?

Em, wek HAK-PAR tim dibêjin: PirsaTirkiyê ya herîmezinpirsaKurde ûsedemapirsaaborîjîdîsapirsaKurd e.

YênkuTirkiye ava kirin, dıdestpêkê da sozdabûnkuheqê Kurdan nas bıkın.

Lê pişt rahebuna MilleteKurd inkar kırın,Ziman û çanda Kurdîqedexe kirin,

xwestin Kurdan bizorêbihelîninbikinTirk.

Tiştekîtabiyî ye kuKurdjivêyekêrarazînebûn, heqêxwexwestin. Lêdewletêlicîyêkuheqêwan nas bike, ajote serwan, şer û pevçûnçêbûn û heyaîro hat. Kurdgelekêşîyan, çendcaranwekDiyarbekir,Zilan û Dersimbikitlewîhatinkuştin û sirgûnbûn.

JibervêyekêTirkîyêjîdivîsedsalî da aşitînedît û nekarîbibewelatekî demokrat.

Tirkîyekuwelatekidewlemend e, hatinên gel û welatdi riya şer da serf kir.

LêTevgeraKurdjiboazadiyêdîsajîvenemirî. Kurdan dev jixwestinaheq û azadîyênxwebernedan.

Berê, TevgeraKurdbirê-olaxênaştîxwaz kar û xebatdikirin..

LêmixabinDewletakûr PKK derxistpêşiyatevgeraKurd a welatparêz. Bi deste wêşerêrêxistinênwelatparêz kir û tevgeraKurd kire rêyeke şaş.

Hêzênşovîn û mîlîtarîst, terora PKK kirin mane, Gotin: “Em dijî teröre şer dikin” û gund û bajarên Kurdan şewitandin, hilweşandin û vala kirin. Kurdbimilyonankoçberbûn.

Ev şerêqirêjjidestpêka sala 1980 vir da ajot û hat.

Divênavberêraji 50 hezarîzêdetirxortê Kurdan ku PKK xapand û bir sereçiyê, jîyanaxwewinda kirin. Her usa jîbihezaraneskerêTirk.

Lê şer çiçareser kir? Tu tişt.

Çawa me lijorêgot, digelewqas mirin, koçberî, xisar, tu tiştçaresernebû. SerdajîrewşaTirkiyê her çûxirabbû.

LiTirkiyêşovinî û militarizm xurtbû, Kurdjî ketin bin tesîrarêxistinekesexte û şaş wek PKK.

Hatına gel û welat, bigotineke din nanê gel, di dest hêzênşerxwazdabûgulle, bombe, tank û top…

Tirkiyêtenêdivê 40 salêdawî da jibosîlahan û şer 3 trilyon dolar xerckirîye.

Bedêlavêyekêjîhelbetkrîzênaborî ne.

Xwîşk û birayêndelal,

Em wek HAK-PAR vêyekêdibêjin: Sedemêrewşaaborî ya xirabpirsaKurd e. Ango nasnekirinamafê Kurdan e.

Tu partiyekekuîrodikevehilbijartinê, ji HAK-PARêpêve,vêrastîyênabêje. Nabêjin ev 3 trilyon dolarêkudi riya şer da çû, boçi?

Nabêjin em çimaheqê kurdan nadinê? Da kuaşitîwerewelat, hatina me diavê da neçe. Em biwansedmilyar, bi trilyon dolaranwelatêxwe ava bikin.

Xuya ye dile wantune dev jisiyaseta şaş berdin.

Hingêewçawadikarin pirsen dinêçareserbikin, çare jibirçitî û bettaliyêra bibinin.

Xwîşk û birayêndelal,

Vêrastiyê tene HAK-PAR dibêje.

Em dibêjin, werin em heqê Kurdan yênrewabidinê.

Yek jiwanmafêziman e. 25 milyon KurdêBakûr, bilabikaribebizimanêxweperwerde be, jidibistanêheyazanîngehê.

DigelTirkîbilaKurdîjîbibezimanêfermî.

Yek jiwanmafan, rêvabirinakarêherêmêbidestêîdareyaherêmî ye. Ewjîbisîstemeke federali dibe. DivêTirkiye dev jisistemaûnîterberde û bibe federal.

HingêKurdjîliwelatêxwesazîyên federe (parlamen û hukumetaherêmî) ava bikin û karêherêmaxwebidestêxwebirêva bibin.

Hingêhim gele KurdazadbehimjîAşitî û demokratîwerewelatên me.

Her usa jîhatinawelatbokarêncivakî û aborîbênexerckirin. Ne feqîrîbimîne, ne bettalî.

Hingê em dikarinjibomafênjinan, bomafênxebatkaranjîgavên baş bavêjin.

Hingê em dikaringund û bajarêndelal, xanîyên baş avabikin, da kudierdhêjan da kawil ne bin, biberlehîyannekevin, jibahozanxisarnebînin.

Belê, Xwîşk û birayêndelal, Pirsênvîwelatîherçiqasmezin in, çareserîjîheye.

Lêkarbidestênvîwelatîjidestpêkêvir da jiparanoyekîxilas ne bûn.

Dibêjin ger em heqê Kurdan bidinêwelatparçe dibe. Ewfederaliyêjîwekparçebûnnîşan didin.

Lê ev dîtinjiserîheyabinî şaş e. Bifederalî tu welatparçenabe. Federalîşiklekîbihevrajiyanê ya medenî ye.

Gelekwelatên medenî xwedîsîstemeke federali ne. WeknimûneSwîsre, Belçika

Rusya, Almanya,Hinistan Çin û DewletaYekbûyî ya Amêrîkajî federal in (Navli ser e: Dewletênyekbûyi…)

Lidinyayêbivîşiklîbi dehan welatên federal hene.

Guhdarênezîz, xwîşk û birayêndelal, Kurdno,

Dinav 24 partiyênkudivêhilbijartinê da cîdigrin, yêkudibêjemafên gele Kurdyênbingehînbilabênenaskirin, tenê HAK-PAR e.

Yêku federasyon dixwaze tene HAK-PAR e.

HAK-PAR her usajîazadiyabîr û bawerî ya rasteqîndıxwaze. Da kubaweriyaxwe ya olî, yan mezhebi çi dibe bilabibe, dijî tu kesîneheqî û cudakarînebe. Divêcarçuvê da pirsaElewîyanji, kulivîwelatîdora 20 mîlyon in, çareser be.

Angopartiyakubirastiazadî, aşitî û demokratîdixwaze HAK-PAR e.

Cîyê HAK-PAR’ê ser pusulayêdengan da 2 yemin daye

Eger hûn jîdixwazinpirsaKurdbêçareserkirin û Kurdheqêxwebistînindengêxwebidin HAK-PARê.

Yênkudixwazinazadîyabîr û bawerî ya rasteqînbêvîwelatîdengêxwebidin HAK-PARê.

ÇiKurdçiTirk, herçîkesêkudixwazeaşitî û demokratîbêvîwelatîdengêxwebidin HAK-PARê.

Eger hûn jîdixwazinnanê gel nebebombe û fîşeng, tang û top, dengêxwebidin HAK-PARê.

Eger hûn jîdixwazinxortênKurd û Tirkli sere çîyannemirin, şer bighêdawî, dengêxwebidin HAK-PARê.

Eger hûn jîdixwazinpîrsaaborîçareser be; feqîrî, bettalî, birçitî nemine, dengêxwebidin HAK-PARê.

HAK-PAR Partiyawe ye, yênkuazadî, aşitî û wekhevîdixwazin.

Eger hûn dixwazindengêwediavê da neçe, bidin HAK-PAR’ê, wêxurtbikin.

Dengêxwebidin HAK-PARêkuAV û hewabiguhure, dahatûyawe û ya zarokênwedelal be.

Bisilavên min.

Bimînindixweşîyê da.

Arif SEVİNÇ
CigirêSerokêGişti ya
Partiyamaf û Azadiyan/HAK-PAR


Print