2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMXEBATA HAK-PAR LI MÊRSÎNÊ XILAS BÛ
2023-10-16 12:30

Welatparêzên Kurd destê xwe bidin hev!
9. Kongreya Asayî ya ku ji aliyê HAK-PARê ve ji bo nirxandina xebatên kadrên Partiyê di rojên 13-14-15 Cotmehê de li Mêrsînê hatibû organîzekirin, bi serkeftî bidawî bû.
Di komxebatê de bi nirxandina rewşa heyî ya HAK-PARê, bûyerên siyasî yên dawî, xebatên erênî yên hilbijartinên herêmî û stratejiyên ku dê di demên pêş de bên şopandin, biryar hatin girtin.
Komxebata HAK-PARê biryar da ku encamên jêrîn bi raya giştî re parve bike.
Ji Çapemenî û Raya Giştî re:
Ji ber ku şerê Rûsyayê yê li Ûkraynayê ya ku bandorê li hemû cîhanê dike, dewam dike, li Rojhilata Navîn rageşî (tansiyon) zêde dibe.
HAMASa ku di sala 2006an da Xezze xistibû bin kontrola xwe, di 7ê Cotmeha 2023an da bi roket û milîtanên ku derbasî bajarên Îsraîlê bûbûn bi navê "Tofana Eqsayê" êrîş biribû ser Îsraîlê. Di êrîşên ewil de piraniya wan sivîl ku di nav wan de welatiyên biyanî jî hebûn nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Ev kiryarên terorîstî yên ku ji aliyê HAMASê ve bi awayekî bêserûber pêk tên, ku bi qasî rêbazên DAIŞ`ê xirab bûn, hemû cîhan hejand û şerekî ku dê careke din bibe sedema êş û wêraniyeke mezin destpêkir. Îsraîlê jî şer îlan kir û Xezeya (Gaza) ku beriya niha bi salan di bin dorpêça Îsraîl û Misrê de bû bi giranî bombebaran kir û zêdeyî hezar Filistînî hatin kuştin.
Ev şera ku diçe gurtir dibe û wisa xuya ye ku dê demeke dirêj berdewam bike û bandoreke kûr li hemû cîhanê û bi taybetî jî welatên herêmê bike.
HAMASê careke din doza dewleta serbixwe ya gelê Filistînê ya rewa terorîze kir, Filistîniyan bi êş, wêranî û agirekî mezin bi tenê hişt.
Em wek HAK-PAR, her cure tundûtûjiyê, bi taybetî yên ku zirarê didin sivîlan, ji kê be bila bibe, red dikin û em HAMAS û van kiryarên terorîstî yên ku dike bi tundî şermezar dikin. Em jî şaş dibînin û bi navê cezakirina kiryarên terorîstî yên HAMASê, bombebarana dewleta Îsraîlê ya li ser sivîlan û pêkanîna qetlîaman, guhnedana rêgezên şer şermezar dikin.
Çareserî ne kiryarên terorîstî yên ku xizmeta berjewendiyên herêmî yên hin dewletên ku ji terorê dixwin, ne jî zilm û bombebarankirina sivîlan bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Çareserî di avakirina çareseriya du dewletan de ye ku hem gelê Filistînê û hem jî gelê Îsraîl di nava aştiyê de, bi diyalogê, li gorî hiqûqa navneteweyî û bi awayekî adil bijîn.
Komxebata HAK-PARê careke din balê dikişîne ser wê yekê ku hêzên/dewletên serdest ku ji bo berjewendiyên xwe bi sînorên çêkirî li Rojhilata Navîn çêdikin, her tim şer û pevçûnan derdixe holê.
Yek ji mexdûrên van polîtîkayên qirêj ên hêzên desthilatdar gelê Kurd e.
Welatên herêmê ji kaosa li Rojhilata Navîn sûd werdigirin, li şûna ku mafên bingehîn ên gelê Kurd nas bikin, bi operasyonên derveyî sînor ên ku tevkariyê li çareseriyê nakin, pirsgirêkê kûrtir dikin. Em operasyonên li derveyî sînor ên van rojên dawî hem li herêma federe ya Başûrê Kurdistanê û hem jî li Rojavayê Kurdistanê, bêyî ku li ber çavan bên girtin, sivîl û wargehên sivîlan tên kirin şermezar dikin û daxwaz dikin ku demildest bên rawestandin.
Gelê Kurd ê ku welatê wî parçe parçe bûye û di nava dewletên herêmê de hatiye parvekirin, hebûna wan hatiye hewldan û rastî komkujiyan hatiye, dixwaze çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike. Tevî ku heta niha daxwazên wan ên mafdar bi xwînê hatine pûçkirin jî, gelê Kurd her tim daxwaza xwe ya azadiyê zindî û bilind hiştiye.
Heya ku hem pirsgirêka Filistîn/Îsraîl û hem jî pirsgirêka Kurd bi awayekî adil neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê.
Komxebata HAK-PARê herweha mijara makeqanûna nû ya sivîl a ku ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve dihête gotin, nirxand; Desthilatdarî dibêje “Pirsgirêka Kurd tune ye, me ev pirsgirêk jixwe çareser kiriye, helkirina wê bi ser ketiye, me ew qedandiye”. Ev siyaseteke gelek şaş e, ku bi MHP û bermahiyên dewleta kûr a kevin re tevayî tê meşandin , ji zihniyeta guncav dûr e. Divê li gorî rastiya pirneteweyî, pirçandî ya Tirkiyeyê, makezagonek bi rastî demokratîk û sivîl çêbike.
HAK PAR di wê baweriyê de ye ku pêwîstiya destûreke bingehîn heye ku armanca wê ew be ku Tirkiye veguherîne dewleteke hiqûqî ya bi rastî demokratîk, laîk, civakî ku rê bide çareseriya pirsgirêka kurd bi avahiyeke îdarî ya nenavendî û maf û azadiyên bingehîn ên li gorî pîvanên Yekîtiya Ewropayê bihewîne. Divê di vê makezagonê de tu maddeya “neguherbar” a ku bûye tabû tune be.
HAK-PAR di pêvajoya gotûbêj û amadekirina makezagonê de partiyek e. Ew difikire ku dê bi fêde be ku bi raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê re, bi taybetî jî bi hemû welatparêzên kurd û rêxistinên sivîl yên ku di meclîsê de cih nagirin, kampanyayek ku daxwazên Kurdan eşkere bike, bimeşîne.
Komxebata me bi hevre di wê baweriyê de ye ku di hilbijartinên herêmî yên dahatû de pêwîst e hemû welatparêzên Kurd bi hev re di rêvebirina bajarên xwe de tevbigerin. Bi destê hev bigrin, ev tiştekî kêrhatî û zarûrî ye. Komxebata me biryara Meclîsa Partiyê ya HAK-PAR"ê ku ji dil û can mafê beşdarbûna qanûnî ya hilbijartinan ku di destê HAK-PARê da heye ji hemû welatparêzan re vedike, teyîd dike ji bo ku hemû kes û sazîyên welatparêz û di hilbijartinên herêmî de bijardeya welatparêziyê pêşkêşî gelê Kurd bikin. Ew bang li hemû gelê me yê welatparêz û partiyan dike ku bikevin nava liv û tevgerê.
Komxebata me ya ku di heman demê de xebatên ku ji Kongreya 9. a HAK-PARê ya ku beriya bi sal û nîvek hatiye lidarxistin dinirxîne û bilindkirina û geşkirina moral û motîvasyoneke hinmezintir dike armanc. bide Partiya me, bi haydariya ku HAK-PAR a ku di vê kongreyê de cih girtiye, hatiye lidarxistin. HAK-PAR a ku di nava çanda demokratîk de mezin bûye, partiyeke dozê ye û hemû xebatkarên Partiyê ji bo piştevaniya pêşerojê hatine cem hev û we vedixwîne ku hûn ji bo karên dijwar amade bin.
13/14/15 Cotmeh 2023
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)


Print