2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şanda HAK-PARê li Hewlêrê serdana YNKê kir
2024-01-24 10:15


Şanda Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê li Hewlêrê serdana Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNKê kir. Li baregeha Yekîtî, Endamê Polîtburoya YNKê û Berdevkê YNKê Seîd Ahmed Pîrê û Endamê Polîtburoya YNKê Serkeft Zekî pêşwazîya şanda HAK-PARê kir.

Di hevdîtinê de, Seîd Ahmed Pîrê û Duzgun Kaplan pêwendî danîn û bipêşxistina pêwendiyên herdû partiyan girîng nirxandin û piştrast kirin ku wek berê dîsa pêwendiyên xwe bipêş bixin.

Duzgun Kaplan balê kişand ku bi Hevkariya Sitratêjîk a Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Partî Demokratî Kurdistan PDK, bi pêşengiya rehmetî Mam Celal û Birêz Serok Barzanî li Kurdistana Başur karîn mafê federalî di serî de gelek destkeftinan ji bo gelê Kurd bidesve bînin.

Duzgun Kaplan da zanîn ku heger ew pêwendiyên navbera PDKê û YNKê jî careke din vegere ser hevakriyên baş, dê siyaseta bakûrê Kurdistanê jî pê kêfxweş bibe.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan li ser rewşa siyaseta bakurê Kurdistanê û Tirkiyê YNKê agahdar kir û agahiyên nû yên li herêma Kurdistanê jî ji rayedarên YNKê gohdarî kir.

Herdû partî hemfikirbûn ku van pêwendiyên jinûve destpê kirin, ji niha û pêva berdewam bikin. 24.01.2024

Bûroya Çapemenî HAK-PAR
Print