2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Vasif Kahraman: Em ê ji bo Şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî li vê meydanê Bîrdariyek ava bikin
2014-03-26 15:48


Vasif Kahraman: Em ê ji bo Şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî li vê meydanê Bîrdariyek ava bikin

Vasif Kahraman: Em ê ji bo Şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî ku bi egîdî canê xwe ji bo azadiya gelê xwe dan, li vê meydanê Bîrdariyek ava bikin.

Partiya Maf û Azadiyan ya Şaxê Amedê, bi mebesta bibîranîna Şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî li Meydana Derê Çiyê ya Amedê daxuyaniyek belav kir.

Partiya Maf û Azadiyan ya Şaxê Amedê, ev roj (26.03.2014) bi mebesta bibîranîna Şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî, li Meydana Derê Çiyê ya Amedê ku ev egîdên kurd lê hatine dardekirin, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî, bi beşdariya Cîgirê Serokê Giştê yê Partiya Maf û Azadiyan Hasan Dagtekîn, Endamên Meclisa Partiyê Ramazan Moray û Sîdar Avci, Namzeta Şaredariya Mezin ya Amedê Sevgî Çelîk Moray, Namzetê Şaredariya Sûrê Hasan Barak, Namzetê Şaredariya Yenîşehîrê Vasif Kahraman, Namzetê Şaredariya Bagleran Wedat Dede, Namzetê Şaredariya Kayapinarê Alî Kizilay, Berdevkê Gruba Diyalogê ya Dîcle û Firatê Muhîttîn Batmanli û herweha gelek endam û reftarên partiyê û xelqê Amedê hat lidarxistin.

Beşdaran, Alaya Kurdistanê, pakartên wek “Şehîdê Azadiyê Şêx Seîdê Pîranê” û yên navên wan egîdên kurd li ser hatibûn nivîsandin, bilind kirin û herweha, sloganên wek “Bijî azadiya Kurdistanê”, “Me şehîdên xwe jibîr nekiriye, em ê çu car jibîr nekin” û wd. şehîdê Kurdistanê bibîr anîn.

Daxuyanî ya bi tirkî ji aliyê Namzeta Şaredariya Mezin ya Amedê Sevgî Çelîk Moray ve û ya bi kurdî jî, ji aliyê Namzetê Şaredariya Yenîşehîrê Vasif Kahraman ve hat xwendin.

Kahraman, di despêka axaftina xwe de weha got; “Em ê ji bo Şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî ku bi egîdî canê xwe ji bo azadiya gelê xwe dan, li vê meydanê Bîrdariyek ava bikin”.

Tevahiya daxuyaniyê ku ji aliyê Namzetê Şaredariya Yenîşehîrê Vasif Kahraman ve hat xwendin, weha ye;



DEMA RÛBERÎ HEV BÛNA RASTİYEK DÎROKÎ YE

Kedkarên hêja yên çapemeniyê;

Geleme yê bi rûmet;


Nêzikî sed sal berê li ser navê dardekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî li himber gelê kurd tevkuştinek hat kirin û em jî, ji bo teşhîrkirina vê yekê li vir civiyane. Ji bo ji şerma dewleta tirk, trajediya ku bi ruxandina gorên serokên kurdan pêk anîbû re bibêjin bes e em li vir in.

Ev êdî ne tişteke veşartiye. Di sedsala çûyî de dinyayeke nû avabû lê Kemalîstan li kurdan îxaneteneke mezin kirin. Di destpêka salên 1920î de ji kurdan re peyamên biratiyê, sozên dewleteke kurd û tirkan hatibû dayîn. Lê di sala 1923an de bi peymana Lozanê ne biratî ma ne jî bi hevûdu re dewlet avakirin.

Divê êdî kurd bihatana tunekirin. 89 sal beriya niha ji bona tevkuştina gelê kurd celad hatin vezîfekirin. Mehkemeyên Îstiklalê hatin sazkirin, Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî bi neheqî hatin dardekirin. Bawerî û nirxên gelê kurd yê misilman hatin binpêkirin û gorên wan hatin ruxandin. Herweha gorên Seîdê Nûrsî û serokê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza jî bi heman rêbazî ji gelê kurd hatin veşartin. Di salên 1990î de bi hezaran kurd hatin revandin û gorên wan ne diyar in.

Bi vê siyaseta xwe dewlet dixwaze gelê kurd ji bîreweriyeke neteweyî dûr bixîne. Bi vî awayî rê li ber avakirina nasnameya kurdan digre.

Sed sal derbas bû. Gelek hikûmet guhurîn. Lê dewlet ne li xwe mikur hat ne jî ji gelê kurd lêborînê xwest.

Dostno, hevalno,

Îttihat Terakkî di salên 1920î de li vê dera hanê bi tenê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî darde nekirin, wusa tê gumankirin ku li cihê hatine veşartin jî tebeqeyeke betonê rêtin. Lê ya herî trajîk jî ev e ku di destpêka salên 2000î de bi erêkirina şaredariyeke ku bi sozê temsîlkirina kurdan hatiye ser hukum û bi destê mutehîdeke polîtîk avahiyeke pirqatî hat lêkirin.

Ev yek şerm e, guneh e.

Hevalên hêja,

Divê êdî em dawiyê li vê şermê bînin.

Welatiyên bi rûmet,

Dem dema li dîroka xwe xwedî derketinê ye. Em ê li himber hewldanên di vî warî de bêrawestan bixebitin.

Ji bo vê yekê Nexweşxaneya Alman ku li ser mêjûyê gelê kurd hatiye avakirin divê bê hilweşandin. Ger em di 30yê Adarê de biserkevin karê me yê yekem dê ev be. Ev sozê me ye ji gelê kurd re.

Em ê ji bo Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî li vê qadê goristaneke abîdeyî lêbikin.

Ev êdî ne pirsa partiya me bi tenê ye, ev doza me hemiyan e.

Ji bona vê yekê em ji gelê Amedê alîkariyê dixwazin. Werin mil bidine me.

Divê dewlet jî ji bo vê rastiya dîrokî êdî li xwe mikur bê û ji gelê kurd lêborînê bixwaze. 26.03.2014

Bijî rihê şehîdan

Bijî Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên gernas

Bijî Azadiya Kurdistanê

Bijî Kurd û Kurdistan



Print