2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komelaya Çand û Huner a Evdalê Zeynikê : Komkujîya Êzîdîya kuştina Kurd û Kurdistanê ye
2014-08-08 23:22
Ola êzidîtîyê oleke pir kevn e û qedîmî ye û hîmê çanda kurdan e. Mixabin ji ber êriş û komkujîyên hovane jimara êzidîyan pir kêm bûye. Herçîyê mayî li her alîyê dunyayê belavbûne, tûr- telebûne, bi kurtasî ji hev parçe parçekirî ne. Jimareke kêmbe jî li Kurdistana azad navbera 500 hezar û milyonek Kurdên êzidî dijîn. Van insanan cîh û axa tu kesî dagirnekirine, li ser ax û cîhê bav û kalên xwe di zirûfên pir dijwar da jîyana xwe di domînin, heta roja îro tu qûlên xwedê nikare bêje êzidîyan ew xirabî bi netew û ol perestên din ra kirine. Lê êzidîyan ji der dorên xwe û ji cînarên xwe gelek teda û xirabî dîtine.

Piştî azadîya başûrê Kurdistanê, di van çend salên dawîyê da; li ser axa xweye qedîmî da bi aramî û bê tirs jîyana xwe didomandin. Mixabin sed car mixabin bayê reş dîsa xeberek belavkir, ku dujmunê bêbext, bi pexîlî û tele tel ser Şingalê da girtîye ketîye nav van însanê xweşik bi zar û zêçê wan va çarek din jî gulebarankirîye. Herçîyê ku sax mane berê xwe dane çîyayê Şengalê,

İnsanîyeta dunyayê jî çavê xwe girtîye, naxwazin vê zulmê û trajedîyê bibînin. (Balafirên Amerîkayê îro ji pêşmerge bûn desteg, wan eyba xwe paqij kirin). Lê “Barê giran" dîsa li ser milên pêşmergên qehreman e.

Kurdino malxirabno, îro roj roja xîretê ye heger êzîdî li ser axa Kurdistanê nemînin, baş bizanibin kurd û Kurdistan jî namîne. Dive herkes di tanga xwe da çi ji destê wî tê ewî bike, da ku pêşyê li vê zulmê bigrin. Kurd di vê bobelatê da, di ezmûnekî pir girîng da derbas dibin. Heger di vî ezmûnî da jî sernekevin, bawer nekin derfetên îro çarek din bi destkevin. Serketin jî girêdayî rizgarkirina Şengal û Kurdên Êzidî ne. Ev çend roje, êzidîyê birayê me di nav mihesera DAİŞ’ de, bê av û bê nan, tî û birçî di çîyayê Şengalê da hêvîya alîkarîya gelê xwe ne.

Gazîya me ev e; hemû kurd destê hev bigrin mil bidin hev ji destê kê çi tê bila ewî bikin.

Piştgirîya “PEŞMERGA” bikin, navê wana xirab belavnekin.

Di dawîyê da,em, van êrişên hovane, ne mirovayî bi tund şermezar dikin û ji bo piştgirîyê gazî hemû kurdên hestyar û bi xîret dikin.

Komelaya Çand û Huner a Evdalê Zeynikê

AGİRÎ



Print