|
Fermandeyê Pêşmergeyên li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo: PYD bi zorê ciwanên Êzdî dibe nav rêzên xwe |
2014-09-01 17:27 |
|
Fermandeyê Pêşmergeyên li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo, ragehand ku divê ji bo rizgarkirina Şingalê şervanên PYD û PKK’ê li vir nemînin.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge û Kurdên Êzdî rê ji bo rizgarkirina derbiderên çiyayê Şingalê vekirin, hêzeke PKK û PYD’ê li wir bicîh bûn û tevgereke ciwanan pêkanîn.
Di vê derbarê de Fermandeyê Pêşmergeyên li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re got: ‘’Çekdarên PYD’ê bi zorê ciwanên Kurdên Êzdî dibin nav rêzên xwe û herî dawî jî hewl dan ku rêya rizgarkirin û gehandina alîkariyê bo derbiderên ser çiyayê Şingalê bigrin.’‘
Şeşo da zanîn ku şervanên PYD’ê ala xwe li ser perestgeha Şerfedîn bilind kirine û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Şervanên PYD’ê gelek pirsgirêkan ji me re derdixin, loma em dixwazin ku ji bo rizgarkirina Şingal û derbideran, herwiha vegerandina rewşa ewlekariyê ya deverê şervanên PYD û PKK’ê li çiyayê Şingal û navçeyê nemînin.’‘
BasNews
|
|
|
|