|
PSKê serdana Komala Şoreşgerên Zehmetkêşanî Kurdistana Îranê kir |
2014-09-03 20:42 |
|
Îro, şandeyek ji Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK serdana Nûnertiya Komala Şoreşgerên Zehmetkêşanî Kurdistana Îranê kir
Dengê Azad/Hewlêr
Şandeyek ji Nûnertiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê ya Hewlêrê ku bi Ararat Jînwar, Kovan Amedî û Azad Diyar pêkhatibû, îro serdana Nûnertiya Komala Şoreşgerên Zehmetkêşanî Kurdistana Îranê-KOMALA ya Hewlêrê kirin û ji aliyê Nûnerê KOMALA Zagros Husrewî, Endamê Komîta Navendî a KOMALA Ebdulla Azerbar û ligel endamên pêwendiya KOMALA ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser rewşa dawî a Kurdistanê bi giştî û bitaybetî jî yê Rojhilata Kurdistanê hatiye guftugoh kirin. Şandeya KOMALA di hevdîtinê de li ser civîna dawî a 5 partiyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê jî agahî da şandeya PSKê û bîr û raya xwe ya ser opozîsyona Îranê ragihandin.
Êrîşên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistan, encam û karîgeriyên wê jî mijarek dî ya hevdîtinê bû.
Çûna hêzên Pêşmerge yê Rojhilata Kurdistanê bo eniya şer jî yek ji wan mijarên hevdîtinê bû û şandeya KOMALA behsa çûyîna hêzên Pêşmergeyên xwe bo eniya şer kirin û amaje pê kirin ku çûyîna Pêşmergeyên wan bo eniya şer bi daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û her dîsa bi daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê ji eniya şer vegeriyane.
Di hevdîtinê de şandeya PSKê jî li ser rewşa dawî a Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê agahiyek berfireh dan û herwisa li ser encama kongreya 10 û biryara kongreya PSKê ku têde xebata legal wergirtiye pêşiya xwe zanyarî dan.
Hevdîtinê ku bi qasî 2 seet dom kir, behsa pirsgirêk û xebatên siyasî a Kurdên ku li Ewrûpayê ne, hate kirin.
|
|
|
|