19 partî û saziyên Kurd, Nemir Sêx Seîd û hevalên wî bibîranîn

Evro li Amedê ji aliyê 19 partî û saziyên Kurd ku têde HAK-PAR, BDP, Komeleya ÇIRA Diyarbekir jî heye, merasîmek ji bo bîranîna rêberê gelê Kurd Nemir Sêx Seîd û hevalên wî hate lidarxistin. Di merasîmê de daxwaz ji saredariya Amedê hate kirin ku navê meydana Deriyê Çiyê bi Meydana Sêx Seîdê Kal bête guhartin.
Dengê Azad/Amed
Evro li Amedê ji aliyê HAK-PAR, BDP, Komeleya ÇIRA Diyarbekir, OSP, KADEP, Ay-Der, Înîsiyatîfa Azadî, DDKD, Dem-Der, Diay-Der, Koma Diyalog a Dîcle-Firat, DTK, ÎHD, Komeleya Mazlûman Diyarbekir, Med-Zehra, Meya-Der, Nûbihar-Der, TDSK û Ûfûk-Der ve merasîmek ji bo bîranîna rêberê gelê Kurd Nemir Sêx Seîd û hevalên wî hate lidarxistin.
Merasîma ku li Deriyê Çiyê yê Diyarbekirê pistî nimêja Înê hate lidarxistin, daxuyanîyeke hevbes a Kurdî-Tirkî hate xwendin. Daxuyaniya Kurdî ku ji aliyê Adem Ozcaner ve hate xwendin diyar kir ku bi boneya 87emîn salvegera ew kesên ku ji bo maf, dad û azadiyê canê xwe dane bi rêz bibîrtînin û bi taybetî sehîdên sala 1925ê yên Kurdistanê Sex Seîd û hevdozên wî bi minet û rehmet bibîrtînin.
Ozcaner di berdewamiya daxuyaniyê de weha got; ‘Îro 87emîn salvegera sehadeta Sêx Seîd û hevalên wî ye. Weke tê zanîn, wan sala 1925ê li dijî rejîma ku li ser axa Kurdistanê Kurd înkar dikirin û bi pêkanînên xwe bi nirxên wî re ser dikir, ji bo maf, dad û azadiyê serî hildabû. Îradeya damezrîner a Tirkiyeyê ku serdestiya siyasî xistiye ber sîvana Tirkîtiyê û bi hêza dewletê hemû derfetên peymaneke hevpar tepeser kiriye, hingê Sêx Seîd û hevalên wî nexwestiye hemû nirxên milî û dînî yên Kurdan bêne têkdan, lewre jî nerazîbûna xwe daye der. Pistî sala 1925ê, bi dehan komkujiyên weke Geliyê Zîlan, Dersîm û Roboskê daxwaza azadiyê ya gelê Kurdistanê netepisandiye. Komara Tirkiyeyê bi awayekî bêserm û bêperwa dest avêtiye nirxên milî û îslamî yê gelê Kurdistanê û hemû derfetên pêkvejiyanê têk dane, fasil kirine, bi van polîtikayên xwe gelê Kurdistanê bêzar kiriye. Gelê Kurdistanê çi carî tu koletî û hegemonya qebûl nekiriye. Ji ber vê jî polîtikayên dewletê yên ku hebûna milî ya gelê Kurdistanê û nirxên wî yên dînî tune dihesibîne, li gorî hiqûqa navneteweyî, pîvanên Îslamî û danezana gerdûnî ya peymana mafên mirovan rewa nîne. Hatiye fêmkirin ku pêdivî bi peyman/resnivîseke civakî heye ku pûke û paxavê bi hebûn û mafên gelê Kurd û îradeya wî bike.’
Ozcaner weha domkir; ‘Em, ji bo ku astiya civakî pêk were û xwînrijî bi dawî bêt, dixwazin gavên ji bo çareseriyê bêne avêtin û bi peymana civakî ya nû ve desthilatiya ku dê li ber tîsk û tîrêjka maf, dad û azadiyê bête avakirin, em welê difikirin ku hem ji bo gelên li Kurdistanê dijîn hem jî yên li Tirkiyeyê jî dê gelekî bixêr û bikêr be.
Ji ber vê yekê;
Bila cihê gora sehîdên serhildana 1925an û pistî hingê bête askerekirin,
Bila arsîvên dadgehên Îstîklal, Orfî Îdarî, Dîwana Herbê û ya dewletê bêne vekirin,
Bila mal û esyayê taybet ên mexdûrên serhildanan li malbatên wan bêne vegerandin,
Bila gotinên neçê yê di pirtûkên dersan de jê bêne derxistin,
Ji bo serhildana Sêx Seîd û hemû serhildanan ji ber komkujiyên xwe em ji dewletên dixwazin ku ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze. Herweha em ji Sarederiya Mezin a Amedê dixwazin navê meydana Deriyê Çiyê ku komkujî lê pêk hatiye, weke Meydana Sêx Seîdê Kal bête guhartin û ji bo bîranîna hemû sehîdan bîrdarek li meydana Deriyê Çiyê bête çikilandin.’
Merasîm, ji aliyê Mela Ensarî ve bi xwendina çend dûayan bidawî hat.
Dengê Kurdistan