Nivîsar

21´ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî

21´ê Sibatê ji aliyê UNESCO va li seranserê dinyayê wek Roja Zimanê Zikmakî tê pîroz kirin û mafê perwerdehî, di qada navneteweyî da wek mafeke rewa hatiye pejirandin.

Zimanê dayik bingeha netewî ya miletekî ye. Ger ziman nebe netew jî nabe. Dewleta dagirker a Tirk zimanê Kurdî bi dehan salan qedexe kir. Kesên ku bi zimanê Kurdî axivîn, klam û stran guhdar kirin, kilam gotin, rojname, kovar û pirtûk derxistin û belav kirin, bi destê dewleta Tirk hatin girtin, li wan îskence hat kirin û ew bi salan di zindanan da man.

Dewleta Tirk ji ber ku zimanê Kurdi wenda bibe û were ji bîr kirin, asîmîlasyoneke sîstematîk û tund li hember zimanê Kurdî mesand.

Beri her tisti dewleta dagirker a Tirk, bi zanebûn û sîstematîk, ji bo ku hemû zarokên Kurdan zimanê dayik ji bîr bikin, wî qedexe kir. Zarokên Kurdan di piçûktiyên xwe da bi darê zorê fêrî zimanê Tirkî kir.

Ji ber vê yekê, niha ji kîjan Kurdî bipirsî, di serpêhatiya xwe da qala asîmîlasyona ku di dibistana dewleta Tirk da dîtiye û çawa ji aliyê mamostan va hatiye ceza kirin, qal dike. Zarokên Kurd, ne tenê di dibistanan da, li malê jî bi dê û bavên xwe ra nedikarîn bi Kurdî biaxivin.

Wê demê zarokên ku bi dê û bavên xwe ra di mal da bi Kurdî biaxivana, mamoste bi ajanên xwe wan tespît dikir, bi rêka ajanên xwe agahdar dibû, ew zarok wexta dihatin dibistanê ceza digirtin û lêdan dixwarin.

Dewleta kevneperest ne tenê bi vî siklî li dijî zimanê Kurdî disekinî. Wî dixwest ku zimanê Kurdî di nav gelê Kurd da piçûk were dîtin da ku kes bi zimanê dayik ne axive.

Di aliye din da, dewleta Tirk emir dida zimanzan û pisporên xwe û digot „bibêjin zimanê Kurdî tune û ew zimanekî ne diyar e.’ Bi kurtî dewleta dagirker ji destê wî çi dihat dikir û dixwest zimanê Kurdî tune bike.

Dewleta Tirk çi kir nekir, nekarî bi van metodan zimanê Kurdî ji holê rake.

Ji ber ku, wî ji bîr kir ku dayikên Kurd bi zarokên xwe ra bi Kurdî diaxivin. Keda dayikên Kurd û dengbêjên Kurd ya ji bo ku zimanê Kurdi neyê ji bîr kirin, pir e.

Zimanê Kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e û bingeha wî jî grûba zimanê Hîndo-Ewrûpî ye. Îro dehan ziman an wenda bûne an jî ji ber ku ji aliyê gelekî nayên axaftin (wek Latînî) wek zimanên mirî tên bi nav kirin. Lê zimanê Kurdî, li hember evqas dijwarî û astengiyan heta îro jî jiyana xwe domandiye û ji aliyê gelê Kurd va tê axaftin. Ev jî nisan dide ku zimanê Kurdî zimanekî berxwedêr, qedîm û dewlemend e.

Di dawiyê de ev qedexe û zilma ku li dijî gelê Kurd û zimanê Kurdi bi dehan salan bi destê dewleta Tirk hat mesandin, bi ser neket. Dewleta Tirk mecbûr ma di televîzyona devletê ya resmî da qanaleke Kurdî û di hin zenîngehan da jî besa zimanê Kurdî wekir.

Ev gaven ku van salên dawiyê bi destê dewleta Tirk va hatine avêtin, erênî ne, lê ji bo zimane Kurdî têrê nakin.

Dewleta Tirk çawa bi zimanê Tirkî perwerdeyî dimesîne û zimanê Tirkî di her aliyê resmî û civakî da serbest e, divê bi zimanê gelê Kurd ya zikmakî heqê perwerdeyî bide gelê Kurd.

Bekir Topgider

Balkêş e ?
Close
Back to top button