Nûçe

KOMKAR: Mafê perwerdehî ji bo zimanê Kurdî

Di Roja Zimanê Zikmakî da, piraniya gelê Kurd, mafê rewa yê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê par e.

Wek tê zanîn 21 Sibatê ji aliyê UNESCO va li seranserê dinyayê wek Roja Zimanê Zikmakî tê pîroz kirin û mafê perwerdehî, di qada navneteweyî da wek mafeke rewa hatiye pejirandin.

Lê belê zimanê Kurdî – bi taybetî jî zaravayê Zazakî-, ku zimanekî qedîm a gelekî 40 milyonî ye, di bin xetera man û nemanê da ye.

Dewletên ku welatê me parçe kirine, rê nadin ku zimanê Kurdî ges bibe. Qedexe û pisaftina li ser zimanê Kurdî her berdewam e. Hejmara gelê Kurd, li bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê ji 25 milyonî zêdetir e. Her çiqas li Tirkiyê di salên dawî de wek vekirina kanaleke Kurdî û di zankoyan da besên Kurdî hin pêsketin pêk hatibin jî, Kurd mafên xwe yên rewa bê par in. Li Sûriyê û Îranê jî Kurdî di bin xeterê de ye û derfet nabîne ku di rewseke azad û serbest da ges bibe.

Her weha Kurd li Elmanya jî di qada fermî de wek netewe nayên pejirandin. Kurdên Elmanyayê wek Ereb, Faris û Tirk tên bi nav kirin. Ji ber vê yekê zimanê Kurdî jî wek zimanên din derfetên gesbûn û pêsketinan bi dest naxe.

– Divê zimanê Kurdî wek Iraqê, li Tirkiye, Îran û Sûriyê jî bibe zimanê fermî. Kurd divê ji dibistana seretayî heta zankoyan divê xwedî mafê perwerdehî yê bi zimanê Kurdî bibin.

– Divê Kurd li Elmanya û her weha li seranserê Ewrûpayê wek netew bên qebûl kirin û xwedî hemû mafên rewa bibin.

– Divê dezgeh û saziyên navneteweyî erkên dikeve ser milên xwe bînin cîh, da ku zimanê Kurdî jî wek hemû zimanên li ser dinyayê ges bibe.

Her weha çi li welat, çi li derveyî welat em bang li hemû malbat û dê û bavan dikin: Bi zarokên xwe ra Kurdî bipeyivin, wan fêrî zimanê Kurdî bikin. Ji ber ku wek gotina Celaded Bedirxan; „Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tistan, bi qeweta du çekan diparêzin: Dîn yek, ziman dudu. Lê heke dînê miletên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek, ew jî ziman e.’

KOMKAR

Dengê Kurdistan

Back to top button