68emîn salvegera damezrandina PDK Îranê hate pîrozkirin

Bi mebesta pîrozkirina 68emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ îro li navenda Deftera Siyasî a PDK Îranê çalakiya pîrozbahiyê hate li darxistin.
Dengê Azad/Koya
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ ku di sala 1946an de li Rojhilata Kurdistanê bajarê Mahabadê bi rêberiya Qazî Mihemedê nemir ve hatibû damezrandin, îro 68emîn salvegera damezrandina xwe li baregeha partiyê pîroz kir.
Çalakiya pîrozbahiyê bi xwendina sirûda Ey Reqîb ku ji aliyê Gruba Nergîz a Zarokan ve hat xwendin û rêzgirtin bo yadî sehîdên Kurdistanê ve destpêkir.
Pistî rêzgirtinê; Endamê Deftera Siyasî a PDKÎ Mihemed Nazif Qadirî li ser zirûfa pêkhatina PDKÎ û kar û xebata wê ya serdema Komara Kurdistan û pas rûxana Komara Kurdistan kir.
Mihemed Nazif Qadirî di axaftina xwe de behsa rewsa Kurdistana Basûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê ya îro kir û derheqê hilbijartina Hesen Rûhanî bo serokomariya Îranê de got ku; ‘Rûhanî di warê navneteweyî de atmosferekî pozîtîf pêkanîye, lê ew atmosfer demkî ye. Ji ber ku di sîstema rejîma Îslamî a Îranê de biryara dawî ne di destê Rûhanî de, di destê Rehberê Olî de ye. Di demeke nêzîk de wê derkeve ku Rûhanî nikare qewlên xwe ku ji bo bastirkirina jiyana xelkê Îranê û dabînkirina mafên demokratîk dabû, cîbecî bike.’
Mihemed Nazif Qadirî di berdewamiya axaftina xwe de behsa Kongreya Neteweyî ya Kurd jî kir û got; ‘divê hemû hêzên Kurd û Kurdistanî hewl bidin daku kongreya neteweyî li gor naveroka xwe pêkbê.’
Pistî axaftina Mihemed Nazif Qadirî peyama hevbes a Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Kener Mêhfar ve hate xwendin.
Çalakiya pîrozbahiyê bi xwendina çend sirûd û helbestan bi dawî hat.
Hêjayî gotinê ye; heyeta Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê jî besdarî pîrozbahiya damezrandina PDK Îranê bû.
Dengê Kurdistan