Nûçe

Mesajê Burkay ji bo PDK-I

Serokê HAK-PARê Kemal Burkay ji bo pîrozbayiya 67 saliya damezirandina Partî Demokratî Kurdistan-Iraq ev mesaja jêrê sand:

Ji bo serokatiya Partî Demokratî Kurdistan-Iraq

Hevalên delal,

Dawetnama we ji bo pîrozbayiya 67 saliya damezirandina Partiyê iro gihîst destê me. Mixabin waxt gelek teng bû û ji ber bernameyên me yên heyî firsend çênebû em bên û di civîna we da besdar bin.

Em 67 saliya partiyê bi dil û can pîroz dikin. PDK ku bi destê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hevalên wî ava bû, di van 67 salan da kar û xebatên gelek giranbuha kir, tevi serê partîzanî bi dehan salan. Iro eger Kurdistana Basûr azad e, xwedî hukumet û parlamena xwe ye û bûye warê hêvî û serbilindî ji bo hemû Kurdan, di vê yekê da rol û para PDK-I gelek mezin e.

Ez bi Navê xwe û navê Partiya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) avakir û rêvebirên PDK-I û hemû endamên wê pîroz dikim, ji partiya we da emrekî dirêj û kar û xebatên we da serkevtin dixwazim.

Bi silavên birayetî…

Kemal Burkay
Serokê Partiya Maf û Azadiyan

15 Tebax, 2013

Dengê Kurdistan

Back to top button