Gelo bi kî ra?
Ji 1`ê Tebaxê virda heya niha Kurdistan di bin êrîsên DAîS da ye. DAîS, gava yekem li Basûrê Kurdistanê êrîsî ser gelê me yê êzidî kir. Bi hezaran mirovên me kustin û bi hezaran dîl girtin û bi xwe ra birin. Kurdên ku ji ber wan revîyan jî ber bi çîyan bi rê ketin û çûn çîyan.
Ji wan kesan gelek zarok, kal û jin li çîyan bê av û bê xwarin man û mirin. Bi sedhezaran jî kurdên êzidî ji ciyên bav û kalên xwe dûrketin û bûne koçber. Niha gelek ciyê bav û kalên kurdên êzidî di bin destê neyaran da ye. Li pêsîya wan kurdên bêçare jî zivistana sar nêzîk dibe.
Divê hemû Kurd li Kurdistanê anjî dervayîya Kurdistanê, kurdên êzidî xudî derkevin. Bi teybetî jî kurdin êzidî ji ciyên bav û kalên xwe dûrnekevin û bi hikûmata Kurdistanê ra tikilîya xwe çêkin û axa bav û kalên xwe biparêzin.
Neyar bi vê tevkustinê neman û li Kobani jî êrîs anîn ser kurdan. Gelek mirovên Kurd kustine û ser berdewame. Dîsan bi hezaran mirovên Kurd ji ciyên bav û kalên xwe dûr ketine û bûne koçeber.
Daxwaza tirkan jî Kurdistana Rojava û Kurdistana Basûr bindest kirine. Lê belê ABD îcaze nade;daxwaza tirkan jî ser nakeve û tirk di vê rewsa de bêçare mane.
DAîS li ber çavê dinê zordestîyê li gelê Kurd dike û Kurdistanê vala dike. Servanên Kurd nikanin ku hêzên xwe bigînin hevdû û dijê DAîS bi hevra ser bikin. Va jî kêmasikî mezin e.
Di vê serê qirisda hinek welatin bi qûwet jî sîngên xwe mist didin û bin lêvanda dikenin. Ji wan welatan yek jî îran e. Hikûmata irak jî bi êrîsên li ser kurdan ra dilsa ye.
Ya rast eve ku Peymana Hewlêrê pêk bê û bi hevra dijê DAîS serê azadîyê bidin domandinê. Rojên dijwar bi hevra sores dayînê derbaz dibin.
Gelo DAîS ji ko derket bû belayê serê kurdan? Ez bawar dikim ku di vî serê qirêj de îstixbarata DYA-ê (Yekîtîya DewletênAmerîka) jî heye. Bo vê yekê di herdû alîyan da jî tikilîyê DYA heye. Li Kobanê û Sengalê ser gor daxwaza DYA-ê dimese. Li herdû alîyan jî bi bombebaranê DYA-ê ser pêsta dikeve. Dema kû YDA bombebaran neke, Kurd jî ser wanda dikin.
Askereye ku xwastina DYA-ê kamilbûna navnetewîya dem e. Kamilbûna dem jî di demakî kûrt de nabe. Bi teybetî bo mafên DYA-ê Kurdistana Federal pêwîst e.
Lê belê DYA jî dizane ku Kurdistana Federal’ êdî bi Ereban ra ser nakeve.
Bo vê yekê dixwaze ku sê parçeyên Kurdistanê bin Serokatîya Herêma Kurdistanê Mesur Barzanî’ de bi Tirkan ra Kurdistana Federal hebe. Tistekî ne askereye, lê belê berjewendîyên DYA-ê bi Tirkan ra Kurdistana Federal da ye. Bo vê yekê mixebin DAîS li Kurdistanê demek dirêj dimîne.
Ez bawer dikim ku zû an jî derengî daxwaza DYA-ê cî digire û ser dikeve. Tirk jî bidin tizan û nedin tizan gerê bidin heqê gûzan.’