Nûçe

HAK-PARê li Elezîzê civîna li ser ‘Makezagonê’ li darxist

Partiya Maf û Azadiyan -HAK-PARê, vê carê jî ji rêzecivînên xwe yên li ser ‘Makezagonê’ yek jî li bajarê Elezîzê li darxist.

Di vê rêzecivînê de jî, bîr û ray, pêsniyar û ramanên partiya xwe ya derbarên Makezagoneka nû ya demokratîk û pilûral ku divê mafê Gelê Kurd yê bingehîn û neteweyî tê de cih bigre, hat bilêv kirin.

Civîn ku bi besdarbûna hejmareke mezin ya endam û pistgiriyên partiyê, li salona Sendiqeya -YOL-IS-ê pêk hat, nûner û serokên partî û saziyên sivîl yên wek BDPê, ÖDPê, Partiya HASê, Sendiqeya Egitim-Senê, Yol-Isê jî wek mêvan besdarbûn û pêsniyarên xwe ji bo civînê eskere kirin.

Di destpêka civînê de serokê HAK-PARê yê Saxê Elezîzê Siraç Sari axaftineke kurt kir û tê de Tevkustuna ROBOSKîyê sermezar kir û balkisand ser pêvajoya ser û demokrasiyê li Tirkiyeyê ku çawa rikberê hevûdu dimese.

Pasê mafê axaftinê da Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel û axaftineke dûr û dirêj ya di vê derbarê de hat kirin.

Bozyel, divê beriya hemû tistî, li Tirkiyeyê bingeha avakirina civakeke, azad û demokratîk bê avakirin. Ji bo vê yekê jî divê rayedarên Tirkiyeyê, ji boriya xwe, ji Gelê Kurd û ji wan hemû gel û hurgelên ku kiryarên xirab li wan hatine kirin, lêborînê bixwaze û pêdiviyên vê yekê bi cî bîne.

Bozyel, di berdewamiya axaftina xwe de balkisand ser maxduriyet û têkbirina Gelê Kurd û diyar ku divê di makezagona nû de mafên bingehîn yê Gelê Kurd bê naskirin û Tirkiye wek sistema federalî bê birêvebirin.

Wek tê zanîn, HAK-PARê berê jî li bajarên wek Amed, Ruha, Edenê, Mersîn civînên bi vî siklî lidar xistibû

Dengê Kurdistan

Balkêş e ?
Close
Back to top button