Fehmi Demir: ‘Nasnameya kurdî divê di makezagona nû de bê garantî kirin ‘.

Di meha Gulanê de Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR’ê, di derbarê pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê û makezagona nû li Tirkîyê li hin welatên Ewropa çend civîn û konferans pêk anîn. Di hinan ji van civînan de serokê gistî ê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel bi xwe jî besdar bû ‘ wek nîmûne civîna li gel serokê Konseya Ewropa, Villy Søvndal li Danîmarqa – û di vê çarçoveyê de nerîn û pêsnîyarên partîya xwe anîn ziman. Pistî van rêzecivîn û rêzekonferansên HAK-PAR’ê, duh jî di roja 20.05.2012’an li paytexta Danîmarqa, li bajarê Kopenhagê konferansek pêk hat. Ev konferansa li Kopenhagê ji alîyê komela KOMKAR-DK ve hatibû amade kirin û wek axaftvan jî cîgirê serokê gistî ê HAK-PAR’ê, Fehmi Demir hatibû vexwendin.
Konferans li salona ‘Valby Kulturhus’ li taxa Valby’yê bi rêve çû û nîstecîyên kurd û dostên kurdan li Kopenhagê eleqeyeke mezin nîsandan. Pistî bixêrhatina mêvanan ji alîyê serokê KOMKAR’ê, Serhad Amedî bi kurdî, cîgirê serokê gistî ê HAK-PAR’ê Fehmi Demir jî bi tirkî bixêrhatina mêvanan kir û dest bi axaftina xwe a konferansê kir.
Di destpêkê de Fehmi Demir bi kurtayî bahsa dîroka zîhnîyeta Ittihat û Terakkîtîyê kir, rewsa kurdan di wê demê de anî ziman, qala damezirandina Komara Tirkîyê kir û li ser zihnîyeta îdeolojîya kemalîzmê, sîyaseta înkarkirinê û sîyaseta jiholêrakirina netewên din li Tirkîyê rawestiha. Bi vê girêdayî Fehmi Demir got: ‘Wek ku tê zanîn Dewleta Osmanî ji gelek netewan pêkdihat, lê gava ku Komara Tirkîyê hat damezirandin, ew netew teva hatin înkar kirin û komareke nû li ser esasê înkarkirin û tinekirina van netewên din hate avakirin. Felsefeya Komara Tirkîyê li ser esasê fasîzmê, înkarkirinê û milîtarîzmê hate damezirandin û ev bi dehên salaye ku ev felsefe her berdewam dikê’.
Di vê derbarê de Demir got ku Dewleta Tirkîyê bi vê sîyaseta qirêj gelek serok û rêberên kurdan bidarve kirin û bi dehan jî qetlîamên mezin ên wek di serhildana Sêx Seîd de, li Zîlan, li Agirî û li Dêrsimê û hwd. anîn serê gelê kurd û bi sedhezaran jî kurd kustin û qetl kirin, ji bilî vêca sirgûnkirina bi milyonan kurd û talankirin û tarûmarkirina Kurdistanê. Fehmi Demir anî bîra mêvanan bê çawa zarokên kurd di dibîstanan de rastî vê fasîzma tirkan dihatin/tên û got ku: ‘Bas tê bîra me teva gava ku em zarok bûn mamosteyan çawa li me dixistin, çima ku em kurd bûn û em bi zimanê kurdî li gel hev diaxiftin’.
Lê Fehmî Demir got ku herçiqas ku îro jî ser û ev sîyaset her berdewame, lê êdî Tirkîyê jî li gor demê û li gor rews û konjuktura sîyasî li cihanê, ji ber zexta Yekîtîya Ewropa (EU) û sîyaseta Amerîqa (USA) li heremê di nava tevger û guherînekê de ye û hewl tên dayin ku dev ji wê sîyaseta Îttihat û Terakkîcîtîyê bê berdan û halê hazir jî li Tirkîyê minaqeseyên li ser makezagoneke nû dest pê kirîye.
Di berdewamîya axaftina xwe de Fehmî Demir di derbarê makezagona nû de nerîn û dîtinên partîya xwe anîn ziman û got ku divê ev makezagona nû demokrat, pirrengî û pirdengî bê û karibê bibê weke bersiv ji bo çareserîya hemû pirsgirêkên di nava civakê de. Demir got ku divê êdî sîyaseta berê neyê mesandin û rê li ber wê sîyaseta înkarîyê, tekçîtîyê û Îttîhatîyê bê girtin û tedbîrên bas bêne stendin, hemû mafên kurdan bên dayin û nasnameya kurdî bê naskirin û misogerkirin.
Di derbarê mafên kurdan de, Fehmi Demir herweha got ku mafên kurdan mafên netewîne û kurd jî miletekî qedîme di Rojhilata Navîn de û mafên wan jî pêwîste di nava vê çarçoveyê de bên dayin û naskirin. Fehmi Demir berdewam kir û got: ‘Mafên kurdan divê wek mafên netewî bên naskirin û garantîkirin. Zimanê kurdî jî divê li Kurdistanê wek zimanê fermî bê naskirin û mafê xwebixweîdarekirinê li Kurdistanê bê dayin’. Demir got ku wek neteweke cûda ev daxwaz hemû mafên kurdan’in û got ku heger bi rastî dixwazin makezagoneke nû bê çêkirin û pirsgirêk bêne çareserkirin, wê gavê pêwîste ev maf û hemû sertên demokrasîyê û wekhevîyê li ber çav bêne girtin û dev ji wê gotina ‘unîterîyê’ bê berdan. Herweha got ku: ‘Milet nikarin bi darê zorê li gel hev bijîn. Ji ber wê yekê li gor me halê hazir çareserîya herî bas û maqul ji bo pirsa kurd li Tirkîyê sîstemeke federal li ser esasê wekhevîyê ye. Pirsa kurdî dikarê tenê li gor esasê wekhevîyê bê çareser kirin. Ev sîstema federalîyê li gelek welatên cihanê pêk hatîye û tê mesandin’. Wek nîmûneya herî bas û nêzîk jî statûye Basûrê Kurdistanê anî ziman. Demir got ku wek tê zanîn pêwendîyên HAK-PAR’ê li gel partîyên din ên kurdî li Bakur basin û li gel wan di derbarê daxwazên kurdan di makezagona nû de deklerasîyonek belav kirine.
Fehmi Demir di çarçoveya axaftina xwe de bal kisand ser eskerîye bo zorê û anî ziman ku cênabê ku kesek bi darê zorê bê sandin ji bo eskerîyê û got ku pêwîste di makezagona nû de ‘wîjdanî red’ bê nivîsîn û misoger kirin. Herweha anî ziman ku divê bêterefîya hiquqa mahkemeyên li Tirkîyê jî di vê makezagonê de bê dîyar kirin û mahkeme êdî nekevin pey îdeolojîya ti partîyan.
Pistî ku Fehmi Demir bi dûr û kûr li ser rewsa pirsa kurd û makezagona nû rawestiha, bêhnvedanek hate dayin. Pistî bêhnvedanê mêvanan pirsên xwe kirin û Fehmi Demir jî bi dilferehî bersivên wan dan. Li ser pirsên ku hatin kirin, Fehmi Demir got ku çênabê ku dewlet xwe tevlî karên olî bikê û dîyar kir ku divê hemû ol azad bin û dewlet jî wan biparêzê. Demir got ku divê wezareta dîyanetê jî bê rakirin û dewlet li beramberî hemû ol û bîr û bahwerîyan bi hurmet bê û ev yeka jî di makezagonê de bê garantî kirin.
Demir got ku wan di derbarê makezagona nû de dîtin û pêsnîyarên xwe di brosûreke bi zimanê kurdî, tirkî û îngilîzî de kom kirine û li ser vê yekê bi hikumetê re civîn pêkanîne û ev dîtinên xwe li ser çareserîya pirsa kurd li wir jî li gel berpirsyarên hikumetê anîne ziman.
Li ser pirseke di derbarê endametîya Birêz Kemal Burkay û wan kesên ku ji HAK-PAR’ê îstifa xwe dayina jî Fehmi Demir got ku tenê 3 kesan ji partîya wan îstifa kirine û got ku meydayê ev yeka gelekî nepixand. Li ser endametîya Birêz Kemal Burkay jî Demir got ku endametîya wî ji bo wan cihê kêfxwesî û rûmetê ye û wiha berdewam kir: ‘Endametîya Birêz Burkay ji bo me cihê rûmetê ye. Em dixwazin gelek rewsenbîrên weke wî di nav partîya xwe de bibînin’.
Li ser qetlîama gûndê Robozkî’yê jî Demir dîtinên xwe anîn ziman û got ku wan jî serdana Robozkî’yê kir û heta niha jî pêwedî li gel gûndîyan her berdewamin û ew jî heta dawîyê li pey vekolîna vê qetlîamê ne. Demir got: ‘Em dixwazin rastî bê eskere kirin û hemû berpirsyarên vê qetlîamê bên eskere kirin û ceza kirin’.
Li ser pirseke di derbarê pêwendîyên HAK-PAR’ê li gel besên din ên Kurdistanê, Fehmi Demir anî ziman ku pêwendîyên wan li gel hemû besan basin û ji besên din di kongreyên HAK-PAR’ê de amade bûne an jî mesajên xwe pêskês kirine.
Li ser rewsa Sûrîyê jî Demir got, îro dibê, sibe dibê, Besar Esad wê her herê. Ji ber wê jî pêwîste kurd xwe li gor vê yekê amade bikin û bal kisand ser wê yekê ku ew kurdên ku xwe bidin alîyê rejima Esed wê her winda bikin.
Konferansê 3 seatan berdewam kir. Pistî bersivadana pirsên mêvanan konferans bi sêweyekî serkeftî bi dawî bû.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
21.05.2012
Dengê Kurdistan