Nûçe

Bayram Bozyel: Divê li Suriyê destkeftin û mafên gelê Kurd re rêzbê girtin

Sik tune ku rejima Beaz li Surî mesrutiyeta xwe wenda kiriye. Ev sistema zordar di nav saleki de, 20 hezarî zêdetir hemwelatî kustin, wek dewletêk hovane seranserê Surî iskence û tevkustinek dan destpêkirin.

Di serî de Besar Esed û hevalbendên wî, bi destê rejima nijadperest û sovin, boneya hesap nedana tevkujiyên xwe û dirêjkirina desthialtdariya xwe ya zordest, Suriyê wêran dikin, bi sêweyek hovane gele Surî qetil dikin.

Nabe ku li himber trajediya mirovahiyê ku li Suriyê de tê jiyandin bêdeng bê mayîn. Divê bi gavek lezgînî civaka nav dewletî ji bo sekinandina tevkujiyê li himber diktatoriya Beaz hewil bide, bitekose. Divê Besar Esad û sirîgên wî yên suçdar, boneya kiryaren qirêt yên li himber mirovatiyê dadgehek navdewletî de bên darazandin.

Hemana rûxandina rejima beaz û bêtesîrkirina pergalên ser, bêneaber ji xebatên avakirina Suriyek demokratîk, pirreng, firealî û bêsdar re hewce heye. Avakirina sistemek nu, divê rêlêveke ji bo rewsek azadixwaz û zemînek demokratîk da ku hemû cudarengîyên neteweyî û olî yên ku ji civata Surî pêktê, xwe bikaribin ifade bikin.

Heta îro herî pir miletê Kurd bûye mixatabê xisma rejima Beaz û ji hemû mafên xwe yê rewa bêpar maye. Divê bêkêmasî mafên rewa yên gelê Kurd bê naskirin û karanîna van mafan bi çarçoveyek gunc ya siyasî bête misogerkirin.

Her weha helwest nîsandan û sopandina rêya derheqê mafên gele Kurd, ji bo xuyakirina dehatûya Surî astek gelek giring e.

Di hêla dî de ev çend rojên dawî li Tirkiyê, ji boneya destkeftinên Kurdên Suriyê, pêlên sovinî tên nepixandin. Kampanyayek res û yek alî tê mesandin. Pistî vekisîna hêzên Esed ji herêma Kurdistan, ji aliyên hêzên Kurd kontrolkirina bajar û navçeyên Kurd bi sêweyek sovin tê tawanbarkirin. -Sedem çi dibe bila bibe- vekisîna Beaz ji deverên Kurd û bê xwînrijî dest guhartina çend bajarên Kurd cîhê kêfxwesiye ye. Derheqê vê pêsveçûnê de ji bo metirsînê tu sedemek tune. Hinek derdorên bêteamil û nexwazên mafên gelê Kurd, di astek nexwesiyê de van pêsveçûnan bi gotara ‘ Li Suriyê dewletek PKK ava dibê’ tevlihev dikin, rastiyan beravajî dikin. Yên bi salanê xwesteka azadî û mafên Kurdan bi maneya PKK terorîze dikin, heman metodên qîret ji bo Suriyê ji tînin ziman. Bi maneya ‘Tesîra PKK’ ji bo herêma Kurd ya Surî psikolojiya midaxeleyek leskerî amade dikin. Midaxeleyek leskerî bi destê Tirkiyê asteng kirina pevajoya astî û asayiya Suriyê hêlek, Tirkiyê, di pirsgirêka Kurd de kûrtirîn lîtavek de asê dike.
Midaxeleyek bo deverên Kurd, ji bo Tirkiyê rêlêvekirina têgeha ‘Neyarê Kurdan’ xwurt dike. Di Tirkiyê de hêviya bi sêweya astiyane û demokratik çareserkirina pirsa Kurd ji holê radike. Dema borî de bi rêçûnên teq û req be jî mesafên ku hatin destxistin vala derdixe.

Di çarçova pirsa Kurd ya Surî de, yek jê jî bi kampanyayek res û tarî Serokê Herêma Kurdistan Birêz Mesud Barzanî hedef tê nîsandan. Yên ku nû va avakirina Suriyê de midaxil bûyina xwe xwedan heq û rewa dibînin ji çi boneyê Kurd û derdorên di yên azadîxwaz û demokrasîxwaz re eleqe û tekildariya birêz Barzanî rexne digrin. Ev mînaka bêbivaciyek vekiri û du standartiyek berçav e.

Nû va avakirina Suriyê de, destxistin û karanîna hemû mafên neteweyî û însanî yê miletê Kurd mafekî bingehîn û rewa ye. Ji bo destxistina vê armancê divê hemû hêzên siyasî yên Kurd li Suriyê tevxebat bikin, yekbin, ji zemînên rewa veneqetin. Dive hêlê de bi meclîsa neteweyi ya Suriyê û civaka nav dewletî re hevkarî û danûstandin gelek giring e.

Di aliyê dî, li Suriyê ( Wek mînaka Herêma Kurdistana Iraq) beralîkirina mexduriyeta Kurdan, destxistina mafên xwe yên bingehîn ji bo Tirkiyê heresêk (gefêk) pêtirs nîne. Eksê wî di welatên cîran de bi çareserbûyina pirsa Kurd rê li rêba astî û aramî vedike, ji bo Tirkiyê jî çaresekirina pirsa Kurd hêsantir dike.

Divê Tirkiye ji vê bonê raperîna Kurd li Suriyê wek heresêk (gefêk) nebîne, bi kurdan re tekilî danîne. Tirkiye, wek tekiliya ku bi mixalefeta Surî re daniye divê bi Kurdan re jî bigesêpêdîne. Tirkiye pistgiriya ku ji bo nû va avakirinê dide Suriyê heman demê de ji bo avakirina astî ya navxwe jî dikare cerbandinên ji vê derê îstîfade bike.

Tirkiye bi hilberandina tirs û paranoyayan demên borî negîhast cîhek, ji vir sunde jî cîheke bigehêje tune ye. Ji aliyê Tirkiyê de hêsantir rêya serî lê derketina tirsên ku ji pirsa Kurd pêktên bi wan re rûbirû hatine. Cerbandina Kurdistana Federe ya Iraq, bêguman derbasbûna tirsên Tirkiyê de têkarîyek xwe hebûn. Di Suriyê de pêvajoya azadbûyîna gelê Kurd, derbasbûyîna vê tirsê re hindek dî wê têkarî bike.

Helbet çareserkirina vê pirsê (Pirsa Kurd) bi awayek radikal ewe ku Tirkiye di nav xwe da bi binyata wekhevî û heqaniyetê çareser bike. Ya ku Tirkiye qada navxwe de bigihîne astî û aramiyê, qada dervayê welat da bikaribe bibe modela dewletek rêzdar û minak eve. Bila neyê bîrvakirin ku Tirkiye di vî warî de, tu car xwedanê ewqas sert û mercên guncav nebû ye. 27.07.2012

Bayram BOZYEL
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan

Dengê Kurdistan

Back to top button