Ji bo raya gistî a Kurdistanê

Me bi dilxemgîniyeke mezin bihîst ku bûyereke kirêt li Basûrê welatê me rû daye. Li gor hin nûçeyên ku di medîya kurdî de hatîne belavkirinê, xortekî kurdê misilman keçikeke êzîdî ê 11 salî di roja 09.01.2013’an de li Basûrê Kurdistanê, li herêma herêma Sêxan, li gundê Sêxka bi pêwana ku li xwe helal bikê, bi darê zorê revandîye.
Wek ku tê zanîn ola Êzîdayetîyê ola kurdan a herî kevnare ye. Heta vê gavê jî civaka Êzîdî ji ber parastina vê olê û hemû nirxên kurdayetîyê rastê gelek komkujî û fermanên mezin hatine. Û bi sedhezaran jî ji cih û warên bav û kalên xwe dûr ketine. Îro jî bi sedhezaran kurdên êzîdî li welatê xwe Kurdistanê dijîn û li hemû nirxên kurdayetîya xwe xwedî derdikevin. Ew bi hemû sêweyî pistgirîya pêskeftinên li Basûrê Kurdistanê dikin û qedir û qîmeteke mezin jî didin azadî û aramîya welatê xwe, Kurdistanê.
Mixabin li gel gistê vê azadî û pêskeftinên ku pistî ruxana rejima dagirker, ku li vî perçeyê welatê me peyda bûye, hê jî hin alî û grûp di nav civaka me kurdan de hene hewl didin ku, vê rewsa azad û aram li welêt têk bibin, hizûra heyî tevlîhev bikin û berên civakên olî bidine hevûdin û ew aramî adadîya heyê têkbibin.
Di dema berê de çendîn cara hewldanên bi vî rengî rûdane û hin grûbên îslamî û fanatîk êrîsbirine ser mal û milkên êzîdî û filehan û ew kirin nava hin metirsîyan.
Wek ku em dibînin ev ne care yekemîne ku xortên misilman bi zorê keçên êzîdî direvînên. Ev keça temen 11 salî nîmûneya herî dawîye. Bi revandina vê keçê re bê hurmetîyeke mezin li beramberî mafên zarokan û erf û adetên ola Êzîdayetîyê hatîye kirin. Eve curmeke mezine. Û herwiha zewaca bi keçeke 11 salî re ne ojdan, ne edalet û ne jî mirovayetî qebul dikê.
Em di serî de revandina vê keça temen biçûk mahkum û sermezar dikin û di eynî wextî de bangî desthilatdarîya Herêma Kurdistanê dikin ku vê pirsgirêkê di zutirîn wext de çareser bike, ew kesê ku vê keçê bi zorê revandîye û kesên pê re alîkar bidarizînê, keçikê jî li malbata wê vegerîne û tedbîr bêne stendin ku rê li ber van bûyerên kirêt bêne girtin.
Herweha em bangî tevayê raya gistî a Kurdistanî yên asîtîxwaz û welatparêz jî dikin ku dengê xwe li beramberî van bûyerên ne li rê bilind bikin û li Civaka Êzîdî xwedî derkevin.
Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD)
30.01.2013
Dengê Kurdistan