Nûçe

Hevdîtina PSKê û Hîzba Sûî a Kurdistanê

Îro 14ê Adarê, sandeyeke Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê bi serokatiya Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, serdana Hîzba Sûî (Komunîst) a Kurdistanê kirin.

Dengê Azad/Hewlêr

Sandeya PSKê ku ji Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, Nunerê PSKê yê Hewlêrê Ararat Jînwar û Endamê Nuneratiya Hewlêrê Azad Diyar ve pêkhatibû, îro serdana Polîtburoya Partiya Sûî a Kurdistanê kirin û ji aliyê Sekreterê Gistî yê Hîzba Sûî a Kurdistanê Kemal Sakir, Endamê Polîtburoya Hîzba Sûî Baba Elî, Endamê Komîteya Navendî Mihemed Sêxanî û Zîrek Kemal ve bi germî hatin pêswazîkirin.

Di hevdîtinê de rewsa siyasî a Iraqê, pirsgirêkên di nav hêzên siyasî de û di vê pirsgirêkê de helwesta hêzên Kurdistanî hate nirxandin.

Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek jî li ser pêvajoya dawî a li Tirkiyeyê agahiyê da û helwest û polîtîkayên partiya xwe xistine rû.

Di hevdîtinê de cext li ser yekrêzî û yekhelwestiya hêzên Kurdistanî jî hate kirin û di vê warî de daxwaza berdewamiya pêwendiyên dostanî yên navbeyna Hîzba Sûî û PSKê kirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button