Nûçe

Merasima 25. salvegera bîranîna Helebçe li parlamentoya Danîmark pêk hat

Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag

Di roja 12.03.2013’an li parlamentoya Danîmark merasimek ji bo 25.salvegera bîranîna komkujîya bajarê Helebçê hate li dar xistin. Merasim ji alîyê endama parlamento a Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Özlem Çekiç û Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) ve hate amade kirin.

Ji hemû perçeyên Kurdistanê kurd bi girseyeke mezin besdarî merasimê bûn. Herweha jî gelek sîyasetmedarên danîmarkî û dostên kurdan tê de besdarî kirin.

Merasim ji alîyê serokê parlamento Mogens Lykketoft hate vekirin. Di nav axaftvanan de ev kes hebûn: Wezîrê Zikatê û dostê gelê kurd, Holger K. Nielsen (ji Partîya Sosyalîst a Gel, SF), Per Stig Møller (endamê parlamento û wezîrê derve ê berê, ji Partîya Muhafezekar), Nikolaj Willumsen (endamê parlamento, ji Lîsteya Yekîtîyê, EL), Rasmus Helveg Petersen (endamê parlamento, ji Partîya Çep a Radîkal, B), Hanna Ziadeh (mafparêz, ji Înstîtûta Mafê Mirovan), Birthe Hansen (ji Zankoye Kopenhagê), Dr. Albert Issa Nothor (sefîrê Îraqê li Kopenhagê), Adnan Agacan (serokê FKKD), Deniz Berxwedan Sarincî (berpirsyarê malpêra www.jiyan.dk).

Hemû axaftvanan di axaftinên xwe de bal kisandin ser zilm û tahdeya hatî serê kurdan û bahsa komkûjîya rejima Saddam a li himberî bajarê Helebçê kirin û anîn ziman ku êdî pêwîste civaka navnetewî rê li ber van bûyerên hovane bigrê. Gelek kesan di axaftinên xwe de anîn ziman ku cihanê di dema xwe de kurd bi tenê histin û heta demeke dirêj jî nexwestin komkujîya li Helebçê bibînin. Pirr kesan daxwaz kirin ku welatê Danîmark jî weke Swêd û Îngîltere vê komkujîya li dijî Helebçe’yê bi fermî nas bikin.

Pistî axaftinan xortê kurd Sores Kiliçaslan bi bilûrê çend stranên xemgîn strandin.

Merasimê ji seat 16.00 dest pê kir û heta seat 18.00 dewam kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button