Nûçe

Ji wesanên Dengê pirtûkek nû; ‘Çanda Kurdên Sovêtê ‘

Mihemed Eren/Amed

Pirtûka nivîskarê Kurd ya Eskerê Boyik ya bi navê ‘Çanda Kurdên Sovêtê’ di nav wesanê dengê da hat çapkirin.

Kar û xebatek hêja û berketî ku wek ‘lêkolên-bîranîn’ hatiya tomarkirin; li ser çand, huner, ziman, wêje û dîroka ya hêjayên nivîskar û hunermendê Kurd yên ku li sovêtê dijiyan, hatiye belavkirin.

Rewsa rojnameya RIYA TEZE bandora siyarkirinê ya li ser gelê Kurd ya RADYOYA YÊRÎVANÊ, tevger û pergala jiyana Kurdên sovêtê, ber çavan hatiye raxistin.

Di beseke mezin ya vê pirtûkê de ku mirov dikare wek ‘biyografî’ jî binav bike, rewsa pir aliya nivîskarên navdar wek Erebê Semo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ehmedê Mirazî, Celêlê Celîl, Vezîrê Eso, Ordixanê Celîl, Qanatê Kurdo û dirêj dibe diçe, heta gelekê din…

Hunermendî û dengbêjiya Seroyê Biro, û Qarapêtê Xaco jî vê pirtûkê da nehatiye jibirkirin.

Ev pirtûk ji 559 rûpelan pêk tê

Berga pêsîn ji geslekî hêjmara Riya Teze û ji hin wêneyên wan hêjayên nav bîyografiyê pêk hatiye.

Berga pasîn jî wêneyêk nivîskar Eskerê Boyik û ji jêderek pêsgotina pirtûkê pêk hatiye.

Di vê jêderê da weha dibê ‘pirtûk cêribandineke ewline e ku ew karê karî, bi giskî bê tomerîkin, analîzkirin û raberî goveka xwedevanên kurd e fire bê kirin, xazma di warê edebiyet, çand, û kurdzaniyê da.’

Xwendevan vê pirtûkê bi riya sîrketên belavkirinê dikarin li piraniya pirtûkfirosan peyda bikin.

Herveha dikarin ji vê navnîsana jêrîn jî peyda bikin.

DIYARBAKIR

Kurtismail pasa 5. Sokak
Firat Apt. Kat:1 No:2
Ofis/DIYARBAKIR
[email protected]
Tel: 0535 270 88 42
0412 223 89 23

Dengê Kurdistan

Back to top button